psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

KOMKAR.eu û KOMCIWAN beşdarî 1ê Gulanê bûn

Konfederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa-KOMKAR.eu û Yekîtiya Zarok û Ciwanên Kurdistan-KOMCIWAN beşdarî meş û mîtîngên 1ê Gulanê bûn. Her weha şaxên KOMKARê jî li seranserê Ewrûpayê 1ê Gulanê bi karker û zehmetkêşên wan welatan ve pîroz kirin.

Meşa li Wuppertalê ku ji aliyê Yekîtiya Sendîkayên Elman-DGB ve hatibû amade kirin, di saet 10.30´an de li ber avahiya sendîkayê despê kir. Endam û alîgirên IKV-KOMKAR û ciwanên Kurd di bin flama KOMCIWANê de beşdarî meşê bûn û di berdewama meşê de dirûşmên „Bijî Yek Gulan“ û „Her Bijî Pişgirî û Alîkariya Navneteweyî“ qêriyan. Hêjayê gotinê ye, ku ciwanên Kurd kirasên wekhev li xwe kiribûn û li ser singê wan de bi zimanê Îngilizî „Ez Kurdistanê hez dikim“ (I love Kurdistan) û dilek bi rengên alaya Kurdistanê cîh digirt.

Meş di saet 12.00´an de li ber dêra Laurentiusplatz bi dawî bû û mîtinga 1ê Gulanê despê kir. IKV-KOMKAR û KOMKAR.eu di qada mîtîngê de jî masayek agahdariyê danî bû û xwarin û vexwarinên Kurdî pêşkêşî beşdaran kir. Her weha belavoka KOMKAR.eu ya bi zimanê Elmanî û Kurdî û ya Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSKê di berdewama meşê û qada mîtingê de hatin belav kirin.

Nurnberg

KOMKAR-Nurnberg jî beşdarî meş û mîtinga 1ê Gulanê bû. Meş di saet 11,00´an de Aufstezplatzê despê kir û di saet 12.00´an de bi mîtingek li ber avahiya Yekîtiya Sendîkayên Elman-DGB ve qediya. Meş û mîtinga ku nêzî 6.000 kes beşdar bûn serketî bi dawî bû û KOMKARî jî di meş û mîtingê de çalak bûn. 

 
   
Dengê Kurdistan © 2011