psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
Cejna Newrozê li Kopenhagê bi coşî derbas bû

Bi hatina cejna netewî a gelê kurd, îsal cejna Newrozê li bajarê Kopenhagê di roja 19. Adarê de di bin sîwana yekîtî û biratîyê de bi amadekarîya Federesyona Komelên Kurd li Danîmarqayê (FKKD) di nav coşek mezin de hate pîroz kirin.

Cejna Newrozê wek her demê îsal jî li salona li taxa Albertslundê a nêzîkî bajarê Kopenhagê hate lidarxistin. Di şevê de ji her çar perçên Kurdistanê bi sedan kes beşdar bûn û bernameya şevê tiji û dewlemend bû.  

Şahîya Newrozê, piştî bixêrhatin û pîrozkirina hemû mêvanan dest bi bernameya xwe kir û   rêveberîya şahîyê ji serî heta bi dawîyê ji alîyê serokê KOMKAR-DK Serhad Amadî û endama Komela Afretanî Kurdistan, Nîştiman ve hate meşandin. Li ser navê rêveberîya Federesyonê kek Mehdî axaftinek kir, cejna hemû kurdan pîroz kir û li ser naveroka cejna Newrozê û mahneya wê ji bo kurdan û berxwedana kurdan rawestîya.

Ji partîya Ny Alliance (Yekîtîya Nû), ku partîyeke liberal e, berendamê wan ê ji bo parlamento ê bi navê Joachim B. Olsen beşdar bû û axaftinek pêşkêşî mêvanan kir.  Miletwekîla kurd Özlem Çekiç a ji Partîya Sosyalîst a Gel (SF) jî wek mêvan beşdarî Newrozê bû.  

Di şahîya Newrozê de hunermendên wek Başo, Huseyîn Germîyanî, Mizgîn, Serdar Yildiz û Dîya Ciwan beşdarî kirin û her yekî li gor xwe bi deng û awazên xwe hunera xwe pêşkêşî mêvanan kirin û ew rakirin govend û dîlanê. Herweha gruba folklora kurdî a di bin serkêşîya Şoreş Kiliçaslan de jî bi çend govendên cur bi cur şahî xemilandin û folklora kurdî pêşkêşî temaşevanan kirin.

..Bi giştî cejna Newrozê di nav kêf û şahîyê de derbas bû û mêvanan bi dilxweşî dawî li cejna xwe anîn.

Li dora Agirê Newrozê govend kişandin

..Piştî pîrozkirina Newrozê bi girseyî, roja din jî, ango roja 20. Adarê êvarî jî Federesyona Komelên Kurd li Danîmarqa hilkirina agirê Newrozê amade kir û girseyek mezin ji kurdên Kopenhagê û derdora wê hatin û tê de beşdarî kirin. Ahenga hilkirina agirê Newrozê di seat 16.00’an de li taxa Bellahøj/Brønshøj dest pê kir û bi hilkirina êgir re kesên beşdar destên xwe dane hev û govend kişandin. Gelik beşdarvanan bi cil û bergên kurdî beşdar bûn û rengekî taybet dane ahengê. Taybetmendîyeke balkêş jî îsal ew bû ku gelik kes bi malbatî tê de beşdar bûn û di rûyê zarokan de jî baş dîyar dibû ku vê yekî gelkî kêfa wan dianî.  Çalakîya ji bo Agirê Newrozê heta derdora seat 20.30’an berdewam kir.

Bîranîna Qamişlo û Helebçe

Wek ku tê zanîn hemû çalakîyên netewî ên di meha Adarê de îsal bi amadekarîya Federesyona Komelên Kurd li Danîmarqa hatin pêkanîn. Hêjayî gotinê ye ku bîranîna şehîdên Qamişlo û tevaye Başûrê Rojava û şehîdên Helebçe dîsan bi merasimeke bîranînê ji alîyê Federesyonê ve hatibû lidarxistin. Ev merasim di roja 12. Adarê de hat lidarxistin û bi vî rengî hemû şehîdên Kurdistanê hatin bibîranîn.

Yilmaz Yildiz

Dema Nû/Kopenhag

21.03.2011

roniwelat@yahoo.dk

Têbînî: Bi hatina cejna netewî a gelê kurd, ez Newroza hemû kurdan ji dil û can pîroz dikim û hêvîdarim ku ev cejna Newrozê a îsal bibê cihê kêfxweşî, aşîtî, biratî û yekîtîya nav kurdan. Hemû rojên we Newroz, Newroza we pîroz bê.  

 
   
Dengê Kurdistan © 2011