PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Va ye 8ê Adarê dîsa hat.

Rojeke usan, ku daxwaza me ya federalî nêziktir û bi hêztir dibe

Jinên xoşewîst!

8ê Adarê, Roja Jinên Cîhanê careke din li ber me ye. Ji 8ê Adara borî vir da, li welat û her usa li dinyayê gelek guhartinên giring pêkhatin. Ji van guhartinan ya giringtirîn jî   ruxandina dîktatorîya Saddam û pejirandina dewleteke federal li Iraqê ye.

Em wek KOMJIN di wê bawerîyê da ne, ku dewleteke federal û demokratîk ji bo gelên Iraqê û hindikahîyên olî û netewî daxwazeke realist e û ji bo berjwendîya wan hemîyan e.

Divê bê zanîn, ku destkewtîyên li Kurdistana Başûr bi destê hêzên netewî tên parastin û wateya hêzên netewî di vî warî da zor giring e. Pêvajoya ku tekoşîna gelê me ya ji bo azadî û wekhevîyê da roleke erênî lîst, me dilgeş dike.

Em bang li hêzên demokratîk yên cîhanê dikin, da ku piştgirî û alîkarîya xwe xurttir bikin!

Her usa banga me ji bo hukumeta Tirk û rêvabirên wê ra ye!

Dev ji dijminîya Kurdan berdin. Çareserîyên realist pêşkêş bikin, ku xizmeta dostîya herdu gelan bike.

Em bang li jinên cîhanê dikin! Piştgirîya daxwazên jinên Kurd bikin. Ji ber ku ew tenê dixwazin di welatê xwe da, di nav aramî û aşitîyê da bijîn.

Banga me ji bo AKPê ye! Werin sîyaseta xwe li ser realîta welat û dinyayê bimeşînin. Gavên ku pêwîst in bavêjin, da ku Tirkîye bibe welatek demokrat û nûjen. Ji bo vê jî, em bang li AKPê dikin, ku di yasayan da guhertinên pewîst çêke, da ku pirsgirêka Kurdî çareser bibe.

Divê bê zanîn, ku bi weşana 45 deqîqêyî di radyo û têlewîzyonan da, pirs çareser nabin. Divê dewleta Tirk dev ji derxistina yasayên ku teslîmîyet û poşmanîyê pêşberî Kurdan dikin berde. Divê yasayên bingehîn bên derxistin!

Ey parezgerên mafên mirovî yên hemî cîhanê!

Em dixwazin, ku êş û kulên me êdî bi dawî were.

Em hewcedarî alîkarî û piştgirîya we ne, da ku dawîya teda û newekhevîyên li ser me bê.

Em bang li we dikin! Li hember wan hêzan dengê xwe bilind kin, yên ku her cure zor û zilmê li ser me dimeşînin û her wusa mafên me yên însanî û netewî binpê dikin.

Em naxwazin, ku zarokên berşîr yên Helepçê êdî zêdetir bibin!

Piştgirî û alîkarîya xwe xurttir bikin, da ku rojên ronî nêzîktir bibin, ew roj ku êş û azarên dayîkên Kurd kêmtir û hêvî û daxwazên wan geştir dikin.

Divê zilma, ku li her çar perçên Kurdistanê tê meşandin bi dawî bê, êdî xwîn neyê rijandin û kulîlkên gulberfîn bişkivin.

Divê hesab ji wan bê pirsîn, yên ku welatê me di nav gola xwînê û pêşeroja me di nav tarîtîyê da dihêlin û her usa yên ku hebûna me qebûl nakin û hewl didin ku me kokbir bikin. Jîyaneke azad û dilşa, wek her gelî, mafê me ye jî.

Bijî Kurdistan!

Bijî tekoşîna jinên Kurd, ya ji bo azadî û wekhevîyê!

KOMJİN-BUROYA Jinên Kurd

Alte Feurwache, Gathe 6, 42106 Wuppertal

E-Mail: Yahoo@jiyankurd.de,                                                                  Adar 2004

 

  Dengê Kurdistan © 2004