psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Den Haag: Roja Jinên Cîhanê bi coşek mezin hat pîrozkirin

8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, li Hollanda li bajarê Den Haag’ê bi çoşek mezin hat pîrozkirin. Ev şahiya 8ê Adarê, bi hevkariya Komkar Hollanda, ji aliyê Navenda Jinên Kurd li Hollanda ve hat organîzekirin.

Li ser navê Navenda Jinên Kurd li Hollanda, Nalînê axavtinek kir. Nalînê di axavtina xwe de bi taybetî balê kişand ser jinên Kurd û bang li mêrên Kurd kir ku li dijî tundiya li hemberî jinan derkevin û wekheviya jin û mêran di her qada jiyanê de biparêzin û têxin pratîkê.

Endama rêvebiriya Navenda Jinên Kurd li Hollanda Nalîn wiha axivî:   

Wek hûn jî dizanin, 8ê Adara 1857an li New-York a bajarê Amerîkayê, jinên ku di fabrîqeyên textile de dixebitîn, ji bo bidestxistina mafên xwe yên wekheviyê dest bi têkoşînê kirin û bi serketin. Di sala 1910an de li Danîmarkayê di konferansa Sosyalîst Enternasyonal ya jinan de, ev roj, wek Roja Jinên Kedkar ya Cîhanê hate îlankirin. Di sala 1977an de  jî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bi fermî hate pejirandin.

Ev roj bila li hemû jinên kedkar pîroz be!

Lê, ya rast ew e ku li welatê me, li Kurdistanê hê jî mafên gelek jinan binpê dibe. Zilm û zordariya dewleta dagirker li aliyekî, bi taybetî tundiya zilaman ya li ser jinan rewşa jinên welatê me hê dijwartir dike. Gelek jinên welatê me hê jî bêyî destûra mêrên xwe nikarin tu tiştekî bikin, wek êsîrên mêrên xwe ne, bêyî wan nikarin ji mala xwe derkevin. Mixabin gelek bûyerên nexweş jî diqewimin; jin tên şewitandin, tên kuştin û bi darê zorê tên zewicandin. Ciyê kêfxweşiyê ye ku di nava civaka me de jî, jinên azad, demoqrat û têkoşêr hene û hejmara wan roj bi roj zêde dibe.

Niha parçeyek welatê me, başûrê welatê me azad e. Em dikarin bi serbilindî bibêjin ku sîstema li wir ji ya hemû welatên Rojhelata Navîn demoqrattir e. Lê hê jî pirsgirêkên jinan nehatine çareserkirin. Banga me li Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ku rojek zûtir pirsgirêkên jinan çareser bike û herweha banga me li hemû mêrên Kurd e ku cudayiyê nexin nava jin û mêran û wekheviya jin û mêran di her qada jiyanê de biparêzin û têxin pratîkê.

Em  wek endamên Navenda Jinên Kurd, mil didin têkoşîna azadiya gelê xwe û ji bo wekheviya jin û mêran çi ji destê me tê em dikin û em ê bikin jî. Em bi vê baweriyê, 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li hemû jinên Kurd û yên Cîhanê pîroz dikin. Silav û rêz li we hemû heval û mêvanan.

Şahî bi muzîka Koma Dep, Koma Folklorê ya Zarokên Dengê Kurdistanê û bi dengê endama Navenda Jinên Kurd li Hollanda Neclayê, ji saet 14:00an dest pê kir û di saet 19:00an de bi dawî hat.    

 
   
Dengê Kurdistan © 2011