PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
   

DEWLETA TIRK, YEKİTÎYA EWROPAYÊ  Û KURD…

Eskerê BOYÎK

 Dewleta Tirkyayê pir dixweze bikeve li nav Yekitîya Ewropayê. Ewê tirê kete li nav wê civakê pêşketî pirsgirêkên wê ê yekser helbin, wê bive cawamêr  û li ber sifra  dewlemendîyê rûnê, kêfke. Helbet fikira usan xwe û gelê welatê xwe xapandine. Heta dewlet pirsgirêk û konfilîktên nav xwe, bi xwe çareser neke tu yekitî û civak  nikarin wê ji halê xirav derxin. Heta nexweşî bi rastî di laş da neyê qenckirin, nexweş bikeve li nav dur û cewahiran jî, ji nexweşîyê xilas nabe. Paşê jî li ber wê sifira Yekîtya Ewropayê hukumdarên cihanê yên  usane gewre rûniştine, ku parîk nanê xwe cîyê vala nadine tu kesî…

Lê çi jî hebe Tirk di wê rîya miraza da xwe dilezînin.

Bi rastî, wan bi xwe, ew rîya  merem û mirazan  bi kelemên xeysetên xwe li ber xwe xitimandine. Çiqas jî ev dewlet bi xeysetê pêşîyên xwe dixwaze cihanê bixapîne, xwe dêmokirat, heyf  bide nasîn, nabe û nikare li ser wan e´dûyên xwe, yên rezîl ra banzde. Ew xeysetana usa giran û ne însanî ne, ku çiqas jî fêl û fîstikan dike, nikare qîlên xwe, yên guran ji çavan veşêre... Edûyê dewleta Tirk  jî yek-dudu nînin, pir in.

 Edûya  ewlin  nijarperestîya tirkîtya wane hişk û kor e. Wê dewletê da bi dehan milet dijîn. Ziman, nav, nasname û çanda  hemya hatiye qedexe kirin. Kê li wê dewletê da dijî, bi qewl-qanûn, destur û zagonên wan gerekê bivine Tirk. Ev xeysetê netê cihanê da neheqî û bê edeletîya here zulm e. Tu dewleta dinyayê da tiştê usan nîne. Bi destê zorê, bi qewata dewletê, nehêlin evd dayka xwe ra jî, bi zimanê wê biaxivin. Ji bo peyvek-dudê zimanê dê mirovan li ber çavê temamîya cihanê digirin û 15-20 salan cezayê hebsê didinê… Deve-devî bîst mîlyon Kurd, li ser axa pêşîyên xwe, di bin dagerkiriya wan da dijîn, bi zora şûr dixwazin tevî bikine tirk.*

Ê, nave bavo. Çi jî dikin, nave. Xelk nexwazin dest ji eslê xwe berdin herin ser eslê  wan…

Edûya dudan pantûrkîzm e. Heta roja îro jî dewleta Tirk ji  mîrata Osmanîyê dest nakşîne. Meremê wê Tûrkîstana mezin e. Vê dawiyê hewar-gazîya wan  li ser Kîrkûk û Mûsilê  bû. Digotin ew bajar erdê kal-bavên wan e, gerekê bidine me. Çavê wan ji Sîbîra Rûsyayê girtî heta serê dinyayêye…

E’dûya sisyan, destê dewleta Tirk  mîna pêşîyên wan, hê ji xûna bi dehan gelên  wî dewletî zuha nebûye. Gênosîda (komkujî) Ermenîyan, ku deve-devî du mîlyon Ermenî bûne qurbana zulma wan, îro jî naxwazin wê zulma pêşîyên xwe naskin û ji wî gelî lêborînê bixwazin. Ji wê qirêjê vîjdanê xwe paqijkin. Serda jî dibêjin: Ne me, lê Ermenîyan em qir kirine. Gelo ew, ji gotinên xwe bawer dikin?  Ji dema Osmanîyan girtî heta îro bawerkî deh  gênosîdê weke ya Ermenîya wê dewleta zalim aniye serê Kurdan, lê ji bo Kurd xweyî xwe derneketine, dîrokê da hînî undayên wî teherî bûne, bawerîya wan û ya Tirkan yek  e û pêra jî pir bûne, guh nedane tiştên usan. Kurd birînên xwe zû jibîr dikin. Kîna Kurdan tek Kurda ra heye, xelkê ra tune…

Di nav van heyştê salên xwe da çi zulm ji destê dewleta Tirk hatiye anîye serê gelê Kurd… Destê wan bihata  qet Kurdek li ser dinê nedihîştin. Hema di nav bîst-sî salên dawîyê da çar hezar gund wêran kirin, ma ev gênosîd nîne? Lê gênosîda sipî?

Edûya çaran bêqanûnî, çeteyetî, talançîtîya hukumdarên dewletê û feqîrî, belengazîya gelê walêt yên sade ye.  Xweyî-xwedan gênêralên qafterîye-dilkevir in. Li wî  warê buhuşt da evd halê aborî û civakî  ê dijwar, tunebûnê da dijîn, xebat tune, mecalê jîyanê tune. Hebs tije ne.  Namûsa xelkê li ber pîya çûye. Dewlet bi seda mîlyar dolara deyndarê der e… Serda jî salê bihê bi mîlyaran çek-sîlihan dikire, ordîke pir giran xweyî dike… Gelo vî Leşkerê giran û van çekên zulm û evdkuj dijî kê hazir-xweyî dike û wê dijî kê dide xebatê?...

Hukumdarên Tirk pir ditirsin, ku Tirkîya wan ji destê wan here. Ji bo wê jî welat û binelîyên wê bi wan qeyt-bendên kirêt girêdane, dest ji wan  edûyên xwe nakşînin…

Ji pêra jî dixwazin bikevin Yekitîya Ewropayê…

Der-dor dibêjin Tirkîya bi vî qilxê xwe û Yekitîya Ewropa bi hev ra nameşin…  

Destê Tirkan jî ne ji wan edûyan dibe, ne jî Yekîtya  Ewropayê…

Lê Kurd çi dibêjin?

Çawa ez tê digîhîjim Kurd jî pir dixwazin Tirkîya bikeve di nav Yekitîya Ewropayê. Ew jî bi wî xiyalî xwe dixapînin, kû giva dewleta Tirk kete li nav Yekitîya Ewropayê wê bive berxê Xwedê, dêmokiratîk cimhûryetê, buhuşta pîroz… Pirs û pirsgirêkên wê temam bi carekê va çareser bin…Rast gotî, Kurd xêncî  Dêmokiratîk cimhûryetê (xwe jî nizanin ew çî ye) tiştekî ji tirkyê naxwazin. Nizanim tirk ji çi ditirsin. Dibe tirsa Tirkan  ewe ku sibê-dusba, nişkêva KURDEK rabe avtonomyayê-mavtonomyayê bixweze…

Yekitîya Ewropayê çi dibêje?

Ew jî li  bajarê Kopênhagênê li hev civyan û hinek şert- mert danîn pêşya Tirkan, kîjan eyan in wek Kirîtêrên Kopênhagênê. Ew şert hîmlî seva parastina mafên hindikaya ne. Bîst mîlyon Kurd jî hindikayên Tirkîyê ne. Bi fikira min, ev kirîtêr ken û qerf in, ku bîst mîlyon Kurd hatine kirin… Ku qedirê birêz Tirkan nekevin, navê Kurdan jî belgeya xwe da nenivîsîne.  Dewleta Tirk navê kurdan heram kiriye, wî navî ne nivîsên xwe da dinivîsin, ne jî dihêle bikeve belgeyên resmî yên pismamên  xwe…

Dewleta Tirk çi dike?

Dewleta Tirk jî agir berî heryê dayê, seva xatirê birêzên Yekitîya Ewropayê mafê kûrseke fêrbûna zimanê dê daye çend hindikayên welatê xwe.  Navê Kurda di belgeyê da nenivîsîne, lê Kurd ji ça hindikayîkî wî welatî ( 20 mîlyon) navê xwe di wê belgeyê da divîne. Dewlet  bi hizkirin dihêle ku Tirkîyê da, salê 150-200 mirov kîsî xwe, xwe ra, kûrseke fêrbûna Kurdî vekin…Heftê da seva wî 20 mîlyonî çend deqa jî bi têlêvîzyonê mafê axaftinê dane  kurda. Qencîke mezine din jî Kurda ra kirine…Seva du-sê peyvê kurdî Leyla Zane û hevalên wê deh sala hebsê da xweyî kirin, niha jî çavronyê didine birêzên Yekîtya Ewropayê, ku binhêrin em çiqas dêmokirat û merivhiz in ku wan çend roja zû  berdidin…

Naha jî gazegaz û hêwarza hukumdar, sîyasetmedarê Tirk e, ku  çi neheqîke mezin  li wan tê kirin, ji pey ewqas rêformên gewre ra Yekitîya Ewropayê hemêza xwe li ber wê dewleta  dêmokiratîke merivhiz venake…

Lê ez çi dibêjim?   

Ez jî metel mame, fêlbazîyê dewleta Tirk, dîlana Kurdan û durûtîya Yekitîya Ewropayê dinhêrim…

Hersê reqas jî rind li hev tên…

__________________________

* Dibêjin bavê dewleta Tirk, Misto dema xwe da xewn dîtiye. Xewnê da Osmanê kalkê wî, jêra gotiye, ku Kurd gerekê gişk bivine Tirk. Misto jî rabûye ew gotina kalê xwe kiriye destûra dewletê…

Kurd  serhişk, qafseqet xema wan ne xewna Misto ye, ne jî gotinên kalkê wî bûye.

Misto jî mir çû, Ecoyê nebiyê wî jî ber çûyînê ye, Doxan-Moxanê jî herin lê Kurd dest ji kurdîtîya xwe bernadin, wê ha hebin (niha jî we xwe ra fêdêrasyayê çê dikin) xewna Misto jî mîyaser nabe. Dewleta Tirk jî ji wî derdî bînçikyayî û bêsebir bûye…

Vê dawîyê dibêjin Koçekekî  pir bi aqil  cihanê da dîyar bûye… Dibêjin surên erd-esman gişkî zane. Hukumdarên Tirk radibin diçin cem Koçek , xewna mezinê xwe jêra gilî dikin û dipirsin: “Gelo çiqas dem maye ku xewna kalkê me mîyaserbe?” Koçek dikene û cawa wan dide: “Gelî birêza, evd xewna xwe da çi dibîne, jîyanê da berovajîyê wê dibe…”

Ji vê cawê dewlet ketîye kirîzîseke dijwar…

18. 06. 04.

 

 

 

 

  Dengê Kurdistan © 2003