PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
Yekemîn pê·angeha pirtûkên kurdî li Elmaniyayê vebû

10.06.2003

Di rojên 6,7 û 8ê hezîranê de li Elmaniyayê li bajarê Kölnê, yekemîn pê·angeha pirtûkên kurdî bi be·darbûna bêtirî 20 we·anxaneyên kurdî ji çaralî Ewropayê vebû. Pê·angeha yekemîn li Elmanyayê ya ku bi navê Cegerxwîn hatibû sazkirin, di van sê rojan de wek daxuyaniyeke mi·terek ya kurdên Ewropayê ji bo pê·xistina zimanê kurdî û çanda kurdî pêkhat. Roja pê·in di vekirinê de 300 kes amadebûn û roj bi roj be·darî û eleqe zêdetir bû. Pê·angehê bi axaftina Newroz Çolemêrgî destpê kir. Pi·tî vekirina pê·angehê serokê KOMKARê Fettah Timar li ser giringiya kar û xebatên bi vî rengî kir. Timar di axaftina xwe de got ku wê ba·tir bibûya eger dezgehên kurdan bi hevra ev pê·angeh vekirana. Daxwaza me di serî de ew bû ku KOMKAR tevî hin saziyên din bi vî karî rabin. Me ji hin derdorên eleqeder re jî pê·niyar kir ku em bi hevra bikin, lê mixabin weha nebû. Em hêvîdar in ku ev yek sala pê· pêk.

Pi·tre serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Ebdulmelik Firat axaftineke kurt kir. Di destpêkê de, Firat li ser giringiya yekbûna Kurdan rawestiya û got: "Em bi hevdu re bin, tikes li hemberî me namînin!". Firat ku çend roj berê ji Kurdistana Ba·ûr vegeriyabû behsa ger û hevdinên xwe yên Kurdistana azad kir û razîbûna xwe ji rew·a gelê kurd ê vêderê nî·anda. Pi·tre wî pesnê amadekarên pê·angewhê (KOMKAR) da û bangî Kurdan kir ku li pirtûk û wê·anên kurdî xwedî derkevin.

Serokê PENa Kurd Zerde·t Haco jî derbarî giringaya pê·xistina zimanê kurdî yê nivîskî axifî û di axaftina xwe de spasî KOMKARê kir ku bi sazkirina vê pê·angehê rabûye Xwediyê we·anxaneya APECê Elî Çifçî jî li ser we·angeriya kurdî û rew·a zimanê kurdî axifî. Çiftçî behsa hin tradisyonên kurdên Swêdê ên ba· û rûni·tî kir, wek çêkirina civînan bi zimanê kurdî û axaftina nav malê de bi zarokan re bi kurdî qisekirin û hwd. Koma Dîlan bi govendên xwe, Koma Nemrûd, hunermend Fatê, Zibêr Yûsif û Sedat Karaka· bi deng û awazên xwe rengek dane pê·angeha pirtûkan.

We·anxeneyê kurdan DENG. OZ-GE, DOZ, KOMAL, AK-PA FIRAT, We·anên KOMKAR, AFη, HAVÎBÛN,PIYA, PSK-Riya Azadî, PDK-Îran, PYDK-S û KOMJIN (JIYAN) û ji Swêdê, jî ku ji alî we·anxanyên kurdî ve pê·ketiye, we·anxaneyên Roja Nû, APEC, Nûdem û Pelda, Pirtûkxana Sara be·darî pê·angehê bûn. Herweha nivîskar Hesenê Metê, Lale· Qaso, Firat Cewerî, M. Ali Kut, Salih Omerî, Goran Candan, Seyîdxan Anter jî ji Swêdê be·dar bûn. Gelek rew·enbîr û siyasetmedarên kurd wek cîgirê serokê HAK-PARê Ramazan Karaman, Mahmut Kilinc, Necdet Buldan, Zekî Öztürk, ·ükrü Gümü· di vekirina pê·angehê de amade bûn.

Di nav çarçova çalakiyên Pê·angehê de çend semîner an jî sohbet pêk hatin. Roja duwemîn nivîskar û helbestvanên kurd Eskerê Boyîk û Hisên Hebe·, û roja dawî jî Nazîf Telek li ser berhemên xwe axafîn û bi guhdaran re sohbet kirin û kitêbên xwe ji be·daran re îmze kirin. Du hunermendê fotografkê· jî pê·angehên xwe l· vêderê rax·st·n.

Berpirsiyarên KOMKARê ji be·darî û eleqeya kurdan razî bûn, û ev pê·angeh digel kil û k-masiyên xwe ve wek tecrubeke ba· pejirandin û li gor gotina wan ewê hewl bidin ku sala bê hîn rêkûpêktir organîze bikin.

 

  Dengê Kurdistan © 2003