PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 

Platforma Kurdên Ewropa-PLATFORM:

 “Tîrkiyê dixwaze NATO’yê bona berjewendîya xwe bi kar bîne“

Platforma Kurdên Ewropa, ku ji Platforma Netewîya Kurdistan-PNK (Bakur), Însîyatîfa Kurd li Ewropa-ÎNSİYATİF û Koordînasyona Komelên Demokratîkên Kurd li Ewropa- DEMKURD pêkhatîye, di roja 15’ê Heziranê, li ber Bingeha Giştî a NATO li Brukselê, xwepêşandanek çêkir û namayek da karbidestên NATO’yê. Ku di nama da daxwaz û bîr û bawerîya PLATFORM li ser Civîna Gîştî a NATO’yê, ku di dawîya meha Heziranê de, li İstanbulê bicive, heye. Nêzikî 100 kes, bi alayên Kurdistanê beşdarî vê çalakîyê bûn.

Di heyama çalakîyê da, heyetek ji Kurdan, ku ji Musa Kaval, Beko Topgîder, Hetav Tek û Mazlum Ronî pêkhatibû, ligel heyata NATO’yê, ku Nunerê Sekreterê Giştî ya NATO û du berpirsên Beşa Peyvendîyên Navnetewî a NATO pêkhatibû, guftugo kir. Heyata Kurdan nameya PLATFORMê peşkeşî heyeta NATO’yê kirin.

Heyeta Kurdan eşkere kir, ku hessasîyet û gumanên gelê Kurd hene, derbareyê cîvîna gîştî a NATO’yê, ya ku di dawîya meha Heziranê de, li İstanbulê bicive. Ji ber ku di vê civînê da li ser şandina hêzên NATO bo İraqê jî niqaş bête kirin.

Heyata Kurd da xuyakirin, ku helwesta dewleta Tirk, ku him endamê NATO ye, him dewleteka navçe ye û him jî ligel pirsa Kurdî rû be rû ye, derbareyê İraqê, ne tenê alîkarîya cî be cî kirina aşitîyê li navçe nake, her usa rewşa heremê aloztir dike. Ji ber ku dewleta Tirk bi eşkere îlan kir, ku ew dijî federasyona Kurdistan e.

Heyeta Kurd bala NATO’yê kişande ser vê xalê, ku dewleta Tirk çawa mafê Kurdan pêpes dike û dixwaze NATO’yê bona ci be ci kirina berjevendîya xwe li heremê, bi kar bîne. Heyeta Kurd ji karbidestên NATO’yê xwast, ku divê pêşîya dewleta Tirk bê girtin, daku bi rêka NATO’yê destê xwe dirêjî kar û barên Kurdistana Başurê neke.  

Heyeta Kurd her usa bersiva heyeta NATO’yê li ser weşan bi zimanê Kurdi di radyo û televîzyonê da got, “ev yeka xapandina bîrurayê navnetewî ye, bersîva daxwaza 20 mîlyon Kurdên Tirkiyê nine. Kurdan weşanên nîv saatî nexwazin, daxwazê wan weşanê bê qeyd û şert e.”

Heyeta NATO jî got, ku NATO tenê rêxistinê Tirkiyê nîne, ew ê name û daxwazên Kurdan bigihînin destê karbidestên NATO’yê û derîyê NATO bo daxwazên demokratîk vekiriye.

Birêvebirên PLATFORMê eşkere kirin, ku daxwaz û bîr û bawerîyên xwe wekî nama wê bişeynin serokê hukumet û dewletên endamên NATO’yê.

 

  Dengê Kurdistan © 2003