psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

MA WELATPARÊZ ÊRÎŞÎ HEV DIKIN?

A. BALÎ

Ew pirs di ciyê xwe de ye! Gelo ma hewce ye ku mirov pirsek wusa ji xwe re bike? Ya rast ne hewce ye ku mirov vê pirsê ji xwe bipirse jî. Lê çi mixabin bersiva vê pirsê di dîroka Kurd û Kurdistanê de, wê mala Kurdan xirab kirye!

Kurd dibêjin „Kurmê darê ne ji darê be, zewala darê nîn e!“ Di dîrokê de pir caran xiyaneta Kurdan ji hev û du re kirî, neyaran ji wan re nekirye!.. Yên Şêx Seîdê Pîran gilî kirin, yên xîreta Seyîd Rizayê Dêrsimî nekişandin û yên serê Lehengê Nemir Elî Şêr jêkirin û birin Elazîzê û qasî giraniya seryê wî, ji Tirkan zêran bigirin jî Kurd bûn!..

Li başurê welat şerê brakujiyê li ser tevgera azadîxwaz bi salan bandorek neyînî kirî bû. Ew bûyera ji bratî û neteweperweriyê dûr, hîn di mejûyê mirovan de nehatiye ji bîrkirin! Bi deh hezaran cangorî ji her du aliyên partiyên Kurd va hatin kuştin şunda, ew rewşa îro hinek baş hatê holê. Ew bratiya îro di nav hêzên Kurdistana Başur de hatî sazkirin, pêwiste ku hêzên Kurdistana Bakur jê sûd werbigirin...

Qet rewş rê nade ku Kurd îro şunda hêdî şerê hev bikin!.. Heke hin şer û êrîşen xwe bê sedem bibin ser hin hêzên Kurd yên din, ew nikanin ku xwe li pêşiya raya gîştî ya Kurdistan û ya hemî cîhan bêtawan (bêsûc) derxînin.

Di nav Kurdên bakur de çendek deh salin ku neyartiya bi hev û du re dibe heye. Hêzekê nexwesiyê ku hêzek din gavek xwe ya baştir ber bi pêş ve bibe! Hemî li dijî hev bûne asteng! Heya mirov naxwaze bêje ku şerê brakujî jî hin caran bûye! Lê ya rast ew e, ku pir nebaşî derbas bûyîne! Ne hewceyê ku em wan carek din dubare bikin û bînin bîra xwe!..

Lê mafê tu hêzên Kurd nîn e, ku karên xizmetî hêza dagirkeran bikin, wan carek din bînin û li pêşiya karên rojane daynîn! Pir salin ku karên rêzanî (siyasî) li bakurê welat rêk û pêk namaşin. Yekitiya di nav hêz û partiyên Kurd de heyî jî, ne bi dilê wan e! Lê êrîşên li dijî hev dibûn, ew hatî bûn rawestandin. Qelsiya karên rêzanî hebe jî, ji hev mirov nekuştin û êrîşî hev nekirin jî gelek baş bû...

Gelo ev hefteyê borî de çawa dibe ku du partiyên Kurd yên rewa (qanunî) li bajarê Rûhayê ew li dijberî hev derkevin? An jî bi gotinek vekirî hin hogir û alîgirên BDP, kar û çalakiyên HAK-PARê tebatî nekin (tehamûl nekin) û çava bi metodên dagirkeran şer derxînin û êrîş bibin ser endamên û navenda HAK-PARê!..

Serokê Partiya Karkerên Kurdistan dibêje ku: „Dewletê ji min xwestin ku, em Serok wezîrê Tirkiyê ya kevn Tansu Çillerê bikujin! Gelo ma ew gotin rast e? Kîngê vir de dewleta Tirk, bi hêzên Kurd re dayîn û standinên wusa dike? Ma ew gotin ne rast be, ji bo çi heya îro berpirsiyarên ew hêza Kurd, nerastiyê wê gotinê raya gîştî re îlan nekirin?..

Hêzên li dijî partî û rêxistinên Kurdistan hebin, ew tu caran nikanin di hembeza neyaran de derkev in! Ji bo tu hêzên Kurdistan, di dema îro de, ez naxwazim ew gotina xwe bêjim û ferz bikim. Lê belê hin hêzên Kurd, karên di xizmeta dijminan de heke bikin û xwe heroj bi ew karên xwe yên xirab hebûna xwe dubare bikin, bê guman encamê de hem xwe, hem jî netewa Kurd yê zirarên mezin bigirin!!!

Her partî û hêza Kurd bê guman, ew berpirsiyarên karên xwe ne. Pêwist e, ku ew nekevin rêyên korerê! Ketina rêyên korerê de, carek din derketin pir zor e! Di rêyên kor de dijmin welatparêzan ji xwe re dike leyhîstik û pêdileyhîze! Ceribandina di nav Kurdan de pêkhatî pêwist e, ku her hêza Kurd jê sûd werbigir û rê nede bûyêrên wusa êrîşkar..

28.01.2011

 

 
   
Dengê Kurdistan © 2011