PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weşan / Yayın Link Arşiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weşan/Yayın
 Arşiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Abdulmelik Firat:
“Bi baweriya serkevtinê ez diçim hilbijartinan”

Serokê Partiya HAK-PAR (Partiya Maf û Azadiyan) û berendamê parlamentoyê yê serbixwe Abdulmelik Firat, li Almanya bajarê Sant Augustin resepsiyoneke bi xwarin û vexwarin da mêvanan.

Di vê resepsiyonê de, Firat da xuyakirin ku pêwîstiya Kurdan ji her demê bêhtir bi yekîtiyê heye û “ji bilî yekîtiyê tiştek Kurdan azad nake, mixabin dijminê Kurdan yê herî mezin Kurd bi xwe ne, ev me nagihîne tu deran, êş û dijwariyên me bi yekîtiyê çareser dibin”. got.

Li ser yekîtiya bi HADEPê re jî Abdulmelik Firat da xuyakirin ku wan gelek caran hewl dane ku bi HADEPê re xebateke hevbes bimeşînin, lê “belê HADEPê tercîh kir ku bi hinek grupên çepên Tirk re bibe yek… ew ji bo yekîtiyê ne amade ne” got.

Abdulmelik Firat bi bawerî anî ziman ku ewê di hilbijartinên parlamentoyê de qezenc bike, wiha got: “ez bawer im, ku ezê bi hêza gelê xwe, bi dengê insaneên xwe, bikaribin qezenc bikim û xizmetekê pêşkêş bikim…”

Resepsiyona ku ji sed kesî bêhtir mêvan têde amade bûn, heya derengê şevê direj kir

...................................

AVESTA-Sant Augustin (Almanya):

 

 

  Dengê Kurdistan © 2002