PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Anna Lîndhh hate Kuştin

Wezîrê Derva ya Swêdê, Xatûn Anna Lîndh hate kuştin. Duh (10 Îlon) ber bi êvarê li mixazeyekê Stokholmê yekî bi kêran êrîşî Ana Lîndh kir û ew birîndar kir. Rakirin nexweşxanê, lê birînên xwe gelek giran bûn û mixabin xilas nebû, îro (11 Îlon) ber bi sibê jîyana xwe windakir.

Êrîşger revî û hîn ne hatîye zanîn kî ye.

Bi vê bûyera xirab Xelkê Swêdê û dostê wan gelek êşîyan. Xatûn Anna Lîndh hîn ciwan bû (46 salî) û dîya du zarokan bû. Di sîyasetê da gelek jîr û jêhatî bû. Ji pênc salan vir da karê wezareta derva bi rêva dibir. Êhtimaleke mezin bû ku piştî serokwezîrê nuha, Goran Person, bibana serokê Partîya Sosyaldemokrat û her usa jî bibaya serokwezîr..

Anna Lîndh her usa jî gelek dostê aşitîyê û azadîyê bû. Bi van hesletên xwe dostê Kurdan bû, piştgirî li heq û daxwazên wan dikir û digot, heya pirsa Kurd çareser neke, Tirkîye nikare bibe endamê Yekitîya Ewrûpa. Bi Kuştina Anna Lîndh  me Kurdan jî dostekî xwe ya mezin winda kirin.

Sebebê kuştina Xatûn Lîndh hîn ne xuyayî ye. Em hêvî dikin ku curmkarê wê jî wek ya Palme veşartî nemîne, rojkî berê bê girtin û ceza xwe bibîne.

 

  Dengê Kurdistan © 2003