PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weşan / Yayın Link Arşiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weşan/Yayın
 Arşiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

DAZANA RÊXISTINÊN KURD
Derbarî kuştina wezîra swêdî Anna Lindh de


Êş û xemgînîyeke mezin ji me re peyda bû gava me mirina xanim Anna Lîndh bihîst. Vê bûyera trajedîk li me hemûyan tesîreke kûr kir û ji bo têgihîstina wê wextekî dirêj pêwîst dike. Anna Lindh siyasetmedareke pir ronîdar û jêhatî û zîrek bû ku li dijî neheqiyan li seranserî cîhanê bi çalakî dixebitî. Em ji cesaret û kanîna wê re heyran bûn ya ku wê di warê hûnandina humanîzm û profesyonalîzmê de nîşandida.

Ji bo kurdan Anna Lindh ciyekî xwe yê gelekî bi rûmetbilind hebû di têkoşîna dijî zordestiyê de. Anna Lindh bi salan ji bo mafên mirovî yên gelê kurd bû berdevk û pirsa kurd anî rojeva siyasî ya hindur û ya navneteweyî. Em ê ji wê re herdem minnetdar bin ji bo kirinên wê yên bêhed giranbiha û em bawer dikin me ne tenê têkoşereka bi hêz lê belê herweha dosteka ji dil windakiriye. Em ê herdem wê bibîr bînin.

Em ji malbata wê û dostên wê re sersaxiyê dixwazin.
2003-09-11

KRG (Nûnertiya Hukumeta Kurdistanê ya Herêmî -li Bakurê Ewropayê)
Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdistanê li Swêdê
Insiyatîfa Kurd li Swêdê
Platforma Kurdên Ewropa
Weqfa Pirtûkxana Kurdî
Federasyona Komelên Kurd li Swêdê
Yekitiya jinên Kurdistanê
Yekitîya Ciwanên Kurd

Kontakt adress:
Kurdiska Riksförbundet
Tel: 08-6446622, Fax: 08-6502120
E Post: info@kurdiskarf.org



 

  Dengê Kurdistan © 2003