psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
   
 

Asteng li pêş malpera me

Ev du roj e ku xwendevanên me yên li Tirkîyê nikarin bikevin malpera me ( www.kurdistan.nu). Dema xwendevan dicêribînin bikevin malperê nivîsek derdikeve pêşîya wan û dibêje: “Ev malper li gor biryara Dadgeha Cezayî ya 11 li Îstembolê, ku di 4ê Tebaxê da hatiye girtin, bi destê Serokatiya Têlekomikasyonê hatiye astengkirin.

Xuya ye ew biryara ku di 4ê Tebaxê da hatiye girtin teze tê cêbecêkirin. Em nizanin ev biryar ji ber çi hatiye girtin. Tê gotin “ji bo parastinê.” Gelo parastina kê û ji çi? Ew Kurdan û Tirkan ji çi diparêzin, ji top  û tifingên me, yan ji bîr û rayên me?..

Xuya ye hin kes û ali ji bîr û rayên ku di malpera me da cî digrin aciz bûne. Tiştê herî balkêş ev biryar piştî vegera Kemal Burkay hatiye girtin. Xuya ye ew eleqeya mezin ku di dema vegerê da ji Burkay ra hat nîşandan û malpera me bi firehî cî dayê, hin dorhêl aciz kirin û hin sazî û navendên qedexebaz dest bi kar kirin.

Helbet dijî vê êrîş û neheqîyê emê bi rê olaxên yasayî li heqê xwe bigerin. Ev bûyer careke din nîşan dide ku li Tirkîyê sazîya dadî (edalet) hîn di herî hezazekê da ye û ji bo pêşîlêgirtina li bir û bawerîyên mixalîf çawa roleke sereke dilîze. Hîn jî li vî welatî li pêş azadiya bîr û bawerî û çapemenî seddên Çînê hene.

Gelo ev kiryarên han wê bikaribin pêşî li belavbûna bîr û bawerîyên me bi temamî bigrin? Heya nuha nekarîn pêşî lê bigrin û piştî vê saetê, di dema kominikasyona îroyîn de qet nikarin. Eger astengên han bikira pêşî li Bihara Ereban digirtin. Ji vê siyaseta şaş tenê xelkê vî welati zirar kirin. Dawiya van sazî û kesên qedexebaz êdî hatiye û ew çi bikin vala ye.

Êdî ne hedê wan e ku bikaribin dengê me bibirin.

Dengê Kurdistan

10ê Çirîya Pêşîn, 2011

   
   
Dengê Kurdistan © 2011