PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Axaftina Bûbê Eser
Di Civîna Stokholmê da

Mevanên giranbiha,
Hevalên hêja
Gelî rojnamevanan
Bixêrhatineke germ li we hemiyan dikim.
Dost û mêvanên hêja!

Îro ji bo min, rojeke gelekî girîng e. Di destpêkê de dixwazim ji bo vê roja taybetî sipasiyên xwe ji Federasyona Grekiyan, Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swedê, Biblioteka kurdî, Komele û kesan re diyar bikim ku rojek weha ji bona min amade kirine.

Ji bo ku pêþgotina pirtûka min ya bi navê Gardiyan ku bi grekî û li Grekland ê hate çapkirin, nivîsî ye, sipasiyên xwe yên teybetî pêþkêþî Serokê Partiya Çep a Greklandê Nikos Konstandopoulos dikim. Her weha sipasîyên xwe pêþkêþî Angelos Sideratos  dikim ku pirtûka min bi grekî çap kir û belav dike. Konstandopoulos bi pêþgotina xwe û Angelos jî bi weþandina vê pirtukê  “pira dost û hevaltiyê” di navbeyna Kurd û Grekiyan de ava kirin. Karekî pîroz û helwesteke baþ wergirtin. Ez gelekî pê þa û serbilind im. Û hêvî dikim ev helwest û piþtgirî di çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê de wek mînakeke dîrokî berdewam be.

Dixwazim di huzûra we de, sipasî hevalê hêja, Nazim Yamak bikim. Wî bi zahmetiyek mezin pirtûka min ji kurdî wergerand Grêkî. Destên wî saxbin.

Ez qet nikarim qenciya Kiriaki Demitriadou ji bîr bikim. Ji ber li ser pêþniyar û alîkariya wê ev pirtûk bi zimanê Grekî hate wesandin. Her weha dixwazim sipasî Costas Sandalis, Anna Maktesiadou u Rezan Babur bikim ku wan jî ji bona organizekirin, kar û xebata presskonferansê (Civîna Capemeniyê) xebateke baþ kirin.

Ez Bubé Eser,  di 02.01.1980ê de li Kurdistanê li bajarê dîrokî, Diyarbekira þêrîn di daireya xwe ya kar de hatim girtinê. Polîsan girte ser daîreya ku min lê kar dikir, yekser xwestin ku min bibin, lê þefê min yê daîreya kar, heta ji wan kaxezeke bi îmza wernegirt, ez nedam destê wan. Loma jî bi saya wê kaxiza îmzekirî polîsan nema karibûn girtina min veþér in û bêjin: “Bûbê ne li ba me ye”. Ji ber ku wan berîya min û piþtî min gelek xortên kurdan weha bê deng girtin û di îþkenceyan de kuþtin û wendakirin.

Ez 72 rojan di îþkencexaneyê de mam. Di iþkenceyê de dilê min rawestiyaye. Wan bawerkirine ku ez miri me. Ji bona ku mirina min nekeve hustiyên polisan, wan ez ji  qatê 4an di pacê re avetime derve. Gava min davêjin,  ji xwe plana wan her hazir e; dikin gazi û dibéjin: “Xwest bireve  û xwe avêt”. Bi avîtinê re ez, li ser  erebeya wan ku li ber deriyê þubeya îþkencexaneyê sekinî bû, dikevim. Bi saya wê ketinê dilê min ji nû ve kar dike. Ez nemirim. Yanî wan him ez kuþtim û him jî sax kirim.

Piþtî vê bobelata giran wan tenê ez hefteyekê di nexweþxaneyê de hiþtim. Di pê re, dîsa ez birim cihê îþkenceyê û ez bi tenê xistim hucreyekê. Nan, av û cixare ji bona min qedexe bû. Ji bona min tiþtên wan dixwestin negot, nigê min î çepê þewitandin. Di îþkenceyê de çavên min xera bûn, yek li ber çavê min dibû dudo. Zara guhê minî rastê teqandin. Li Swêdê çavên min li nexweþxaneya Sabatsberg, guhê min jî li Karolinskayê hate emeliyatkirin. Û zêdeyî salakê jî ez çûme nexweþxaneya xaça sor.

Nezi sê salan di girtigeha bi nav û deng, “5. Nolu”, ya ku ji bona kurdan hatibû avakirin de mam.

Di 19.05.1983an de hatim berdan.

Di 28.11.1984an  hatim Swêdê.

Nuha ez hemwelatiyekî swêdî, weke swêdiyê nuh û kurdekî li vî welatî dijîm.

Pirtûka min  ku þahîdê zordarî û îþkenceyên ku desthilatdarên tirkan li me  dikir, di sala 1994an de di nav weþanên Roja Nû de, bi zimanê kurdî ku hê jî li tirkiyeyê qedexe ye, li Swêdê hate weþandin. Zimanê Kurdî zimanê min yê dayik e. Ez bi vî zimanî mezin bû me. Weke her kesekî ku ji miletê xwe hez dike, ez bi zimanê xwe serbilind im. Di gel qedexekirina zimanê kurdî, kurdan weke hêjayiyeke neteweyî bi zimanê xwe axifîne û nivîsine.

Ev pirtûk bi xwe belgenameyeke dîrokî ye. Ev pirtûk, bûyer û kiryarên hov yên girtîgeha Diyarbekirê tîne zimên û eþkere dike. Ev ne bi tenê ji bona nivþê me pewist e, lewra em bixwe jiyane. Lê ji bona nivþên pêþ gelek girîng e da ku ew jî bizanibin çi hatiye serê me. Ev belgename ji  bona mirovantiyê jî gelek pêwist e ku gelên cîhanê jî bizanibin, kurdan çi zilm û hovitî ji destên nijadperestan kiþandin e.

Di Girtîgeha Diyarbekirê de gelek lehengên bê nav, destanên qahremaniyê afirandine. Xort û keçên qahreman diberxwedan û serî li ber dijmin netewandin. Mirina bi rûmet ji jiyana bê rûmet gelek giringtir e. Lewra rûmetgirtina serfirazîyê û berxwedana me ya bi mêranî, dijmin hovtir dikir û iþkence zédetir dibûn.

Ez hêvî dikim ku ev pirtûk bibe çirûskek di jiyana mirovantiyê de ku rûreþiya desthilatdarên tirkan, eþkere bike û quncikekê ji diroka me ya reþgrêdayî ronî bike.

Ez hêvî dikim ku ev pirtûk bide zanîn ku desthilatdarên tirkan çiqasî ji zimanê kurdî û Gelê Kurd ditirsiyan û ditirsin. Ji ber wê tirsê bû ku wan herroj metodên lêdan û îþkenceyên cûrbecûr diafirandin.

Ez bi xwe þahidekî zîndî yê wê demê me. Ez hem berî û hem jî piþtî darbeya leþkerî (12 îlona 1980ê) di girtîgeha Diyarbekrê de razam. Ez bûm þahidê hovitiya dijmin û qahremaniya xort û kecên kurdan.

Ji ber vê yekê bû ku min xwest wê demê binivîsînim, bînim zimên, da ku zarok û nevîyên  me pê bizanibin ku bapîrên wan çiqasî ji destê desthilatdaran kiþandin in.

Rêzdarên amade:

Bi rastî gotin û þirovekirina bûyerên wê girtîgeha bi navê 5 nolu ya ku ji bona îþkencekirin û bêrûmetkirina xortên kurdan hatibû amadekirin, gelekî zehmet e.

Bûyerên di pirtûkê de hatine zimên, bi çavên gelên Ewropayê dikare gelek xeyalî bêne dîtin. Ew ne neheqin jî. Lewra bi salan e gelên Ewropî tiþtên weha barbar û hov nedîtîn e. Lê di rastiyê de, bûyerên di vê pirtûkê de hatine nivîsîn kêm in. Bûyer bixwe ji tiþtên ku hatine nivîsandin mezintir in.

Gelî Mêvanan:

Piþtî ku ez ji girtîgehê hatime berdan, min xwest ez li welatê xwe bijîm. Li gel malbat, jin û keçika xwe bijîm. Lê desthilatdaran rehetî neda min. Hertim çavderiya min û yên wekî min dikirin. Ji ber zilm û tirsa kuþtinê, ez mecbûr mam ji welatê xwe bidûrkevim.

Ez di wê dema ji welat bidûrketinê de, li hêla behra reþ rojekê li miroveki rast hatim. Wî bi xwe di dema leþkeriya xwe de di girtîgeha Diyarbekirê gardiyantî kiribû. Em bûne destbirakê hev. Wî dixwest hemî bûyer û kiryarên di wê girtigehê de dihatin kirin eþkere bike. Bûyerên girtîgehê ew çelq kiribû.  Wî nema karîbû xwe ji vê mejîçelqandinê azad bikira, dixwest vê hovitiyê eþkere bike. Her digot: “Dewletê, em jî xapandin.”

Ew mirovê ku di girtîgehê de gardiyantî kiri bû, di jiyana xwe ya sivîltiyê de gelek bécir û asabî bû bû. Wî tim weke di girtigehê de gardiyan be, li xwe dinerî. Loma jî wî û malbata xwe û kesên din, li hev nedikirin. Ew fêrî lêdanê û emirdayinê bû bû. Wî dixwest kesên din tim ji wî re silavê bidin û di emrê wî de amade bin. Bi cîran û gundiyên xwe re heroj þer û pevçûn dikir.

Ew her gardiyan û yên din jî girti bûn.

Ew jî qurbanek yê girtîgaha Diyarbekrê bû. Wê girtîgehê gelek psikopat, cenawir, nexweþên ruhî afirand. Lê herweha mirovên nîvzindî jî afirand.

Gava min û wî kesê ku di girtîgeha Diyarbekrê de gardiyan bû, bi tesdufi naskir, wî di destpêkê de nizanî bû ez jî di wê girtîgehê de mame. Wî dixwest ku wan xerabiyan  bêje. Bêje ku herkesek bizanibe, ka kê ew emir dida û ji bona çi bû?

Me li hev kiribû. wî digot û min jî dinivîsî. Wî ew bûyerên  wir hemî weke fakta digot. Rast digot. Ez bi xwe jî þahidê gelek bûyeran bûm. Wi dixwest hemî bûyeran bêje û sedemên lêdanê eþkere bike. Dema gardiyan rewþ û îþkencên girtîgehê digot gelek hêsir bi çavên wî diketin û di berxwede digot: “hey wax me çikir, em çawa ji însanetiyê dûr ketibûn” 

Hîn gelek bûyer hebûn ku wî yê ji min re bigota, lê wî ne qedand. Rojekê, dîsa ji bo hevdîtinê, gava ez hatim ba wê dara ku me hev li bin didît, min ew bi dardakirî dît. Hew îdare kiribû. Li þûna xwe bi tenê du name hiþtibû, yek ji min re û yek jî ji malbata xwe re.

Mêvanên granbuha:

Min xwest, di vê pirtûka xwe de, wan bûyerên hov bînim zimên. Ez bi xwe ne nivîskar bûm. Ev kar ji bona min zehmet bû. Lê min zor da xwe ku vî kari bikim. Loma jî min ancax di þeþ salan de ew faktana ji bona hêsankirin û rehetxwendina wan, bi zimanekî edebî û weke romanekê pêþkêþî  we xwendevanên hêja kir.

Dema ez hatim Swêd û li vir bi cih û war bûm, min  xwest wasiyetnameya wî camêrî bi cih bînim. Wan tiþtên wî gotine binivîsînim û ji raya giþtî re eþkere bikim. Wan îþkenceyên desthilatdarên dagirkerên welatê min, divê bihatana eþkerekirin. Çima wan ewqesî iþkence li me dikirin? Çima dixwestin di wir de, me bi darê zorê bikin “tirkên baþ”. Çima dixwestin em înkara xwe, ya zimanê xwe û hebûna xwe bikin?

Wan dixwestin guhên me jêkin da ku em nebîhîzin. Dixwestin çavén me derxin da ku em nebînin. Dixwestin destê me jêkin da ku em nikaribin binivîsînin. Wan dixwestin me sernizm bikin, me teslim bigrin û me dûrî neteweya me bixin.

Lê bi ser neketin. Me xwe li ser piyan hiþt û li zimanê xwe, li xwe û tevgera xwe xwedî derketin. Me bêtir guh da hêjayiyên xwe yên neteweyî. Me bi kurdî gazî hevdu dikir, me bi kurdî xwar û vexwar lê bi tirkî jî lêdan û îþkence dît. Ji ber vê jî ez xwe serbilind dibînim.

Dîsa sipasî we dikim. We zahmet kiþand, hûn hatin vir. We guhdariya min kir. Mala we ava

 

  Dengê Kurdistan © 2002