PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Eve ne jîn e, agirî kiras e

B. Kamuran

Ez bawer im gelek kes hene ku ji xwe dipirsin, gelo ev xelkê belingaz û desteng çawa derbara xwe û jîna xwe diqetînin? Gelo îro çend kes hene ku bi bê nanî û bê dermanî  û li jêr bar û doxên hejarî û nedartîyê da çavên xwe li jînê digirin û bi belengazî dimirin? Gelo çend kes evê rastîyê dizanin û bi çavên xwe dibînin, mirovên birsî ji bona jîndarmana xwe çi hovyan dikin?Ji bona  somineke nanê gerim qîzên tazegihiştî çawa xwe difiroşin, zarok û mirovên kal çawa destê xwe vedikin li suk û kolanan bersingê mirovan digirin û bi kele girî arikarîyê dixwazin...

Ew rupelên rojnamên renga û reng çawa deng û bahsê xwe kujî ya xort û qîzan, karmend û kasibkaran dike nuçe û  bi wênê mezin destgir kirina çend zarokên çentebir û rêgiran bi deng û bahsên jîyana xelkê radixine ber çavan. Zarokên ku beqlave dizine çawa destgîr dikin û davêjine zîndana. Lê belê sedem û hegerên evê rewşa xirab û dur ji mirovatîyê vedişêrin û dewsa rastiyê ji çavên civatên birsî û perîşan wunda dikin.

Le belê tiştekî  balkêş e ku ev civatên ji birçiyan dinalin û ber bi merg û mirinê diherikin her bêdeng û miskînin!. Gelo ev çi ruhe ku li hemberê bê dadî yê bê deng û mate?. Serdarên welat diz û çete û xortimçî û talankerên kedê, malê gel û serweta welat bi keyfa dilê xwe tar û mar dikin.Kes nabêje ew çiye, çima û çira ?

Nanê xelkê kirine bombe û tank û top, panzer û firokên şer û wêranîyê di serê Kurdistanê da barand û gund û bajêrên me wêran kirin û bi milyonan mirovên kurd ber bi mihacirîyê û derbederîyê herikandin. Sedema ewî şerê qirêj bi milyaran dirav hate pûçkirin û reşe ewrên birçitiyê û bêkariyê û derbederi û jarîyê di seranserê welat da girt û gelê tirk ji kirine exsîrê nanê rojê. Ew qeyrana aburî û qer û perseka IMF û dem û dezgahên navneteweyî û siyaseta çewt, xêr û bêrparêza mistek mirovên sermayedar, welat kiriye cehnem. Di şevekê da bi milyonan xelk ji nanê xwe yê heyî bûn. Hatinê talan kirin.

Îro piraniya xelkê xweziya salên beri şerê qirêj dikin.Gel niha dibêje ez dixwazim weki berê li gundê xwe û bi bizina xwe û çandina dexil û dan û balcanên xwe, xwe pê bijînim. Li gundê min da derdê  kirya xanî nebû,ú îr û mast û penirê min hebû, kulîn û şikeva min tejî bu, ava bacana ,tirşî û pincara hişkkirî, pitat û pîvazên me hebûn. Pez û terş û bax û rez, xêr û bêra mebû, iro em di nava behra birçitîyê da niqo bûne.

Ji bona ku rewşa heyi berçavtir be, em çavekê di ser rewşa jîna xelkê ku li bajêrê Entab û Edenê û Mêrsînê, ku bajarên here germ Ÿn, ewê deverêne û piraniya çîn û toja kedkar ku piranî kurd in, kasibkarî û bazirganî di evê deverê da, bi germî di gêr daye, bînin. Li nava sukên Edenê û Entabê her wekû seranserî welat ne biker heye û nejî malfiroş (erz û teleb). Li sûk û gerekên çada Qaziya, Pasaja Solemez, xana kûpçi, bazara dexil, li Qebrê Reş, Cînderesî, Perîlî Kaya, Unaldi, bazara heywana û hal û bazara destfiroşa, ji bilî qêr û hewara kasibkara tiştek nayête ber çavan. Xelk bi betali li nava bazaran digerin û temaşa dikŸn û êvarî bi dest xalî vedigerine malên xwe. Bi milyonan bêkar û leşkerê betal û birçîya di nava sûk û kolanên bajaranda diherikin. Ji birçitî û ji tirsan çavên wan teji  xwîn bûne, lê disan ji şukurdar in û ji halê xwe razîne! Evê qedera xwe dizanin û li hêza xwe nebawer in.

Em behsê evê nakin ku bêkar û nedar çawa jîyara xwe dikin. Werin temaşayî  Malbeteke Karker, ku çar kes Ÿn (du zarû û hevjîna xwe), ku 160 milyon panqenota werdigire, çawa jîna xwe diqetînin. Çu mafên arikarî û sosyali ku ji alyê dewletê ve bê kirin nine û belku li hemberê dewletê mirina wana ji, tawan û sûç e, jîna wan û mirina wan ji wan ra bac e. Bi derwêşa rewşa enflasyona heyî serast nekirin û dewlement dewlementir kirin û feqîrî û jarî jî zêdetir bu. Zelzel û zam û terora dewletê û derewên serdarên dewleta romê pişta xelkê şikand.Vêca gelo dermanê evê rewşê çiye? Werin em bi pêkve dakevine nava dinya jîna malbeteke kedkar,ka çawa û bi çi derd û bela şerê jîna ne mir û ne jînê da berxwe didin bi zelalî rayêxne ber çavan:

Çend bihayiyek (TL) li ser pêwîstîyên jîyanê

Kirya xaniyeki yêk-dû mezelî û şevnişînî:                        45.000.000

Parê av û vizê elektirîk) her du meha carekê:                  30.000.000

Tonek sotemenî û komir û dar:                                     220.000.000

Heqê telefona nav malê here kêm li mehê:                      20 000 000

Somineke nan(200 gr):                                                        75.000

Kiloyeke mastê çêlê:                                                         500.000

Kiloyeke penîrê bê iman:                                                  1.000.000

Kiloyek ji zeytînên here xirab:                                            1.600.000

Runê sena (200 gr):                                                             600.000

Kiloyeke ar:                                                                         400.000

Kiloyeke savara here xirab              :                                      750.000

Kiloyeke birinc:                                                                  1.850.000

kiloyeke balcanê sor:                                                             600.000

Kiloyeke isotê:                                                                      500.000

Kîloyeke xiyaran:                                                                   600.000

Kiloyeke lîmonê:                                                                    300.000

Kiloyek goşt:                                                                       4.800.000

Kiloyeke çayê:                                                                    6.000.000

Kiloyeke şekŸr:                                                                   1.250.000

Heqê bus û çon û hatinê:                                                        400.000

Taksî:                                                                                 5.000.000

Bo qutabîyekî dibistana destpêkê ji bo wesîlên hewce:          25.000.000

Ji bo kar û barê resmî û dosya qutabî:                                    7.500.000

Solek lastik, pantolek, kirasek, goreyek:                               10.000.000

Bav û dayik salê carekê ji bo xwe libasên kevin ji bazara seyar bikerin, bo jinê kirasek binkirasek, derpî, dahmen an ji şel û enteryê devera germîyanê (tev serpêş terlik) yek ku ji 50 milyona kêmtir nine û mêr ji her wusa.

Dibê nesax nekevin, heqe doxtor û derman ne di nava hesabê da ye.

Ji bona ser şuştinê sabûn û didan şustinê xemîr, heqê ser tiraşinê û hwd...

Fikrê nekin, nabe biçe qehwê û çayekê vexwe, cigarê bikêşe û rojname û pirtûk bixwinin, biçine sinema û şano û geryan û seyrana.

Ev daxwaziyên serekî yên jînê wek û xewn û xiyalên wana ne. Ji ber evê, dahata wana diyar e, ew  perên werdigirin (vêca eger xudan karbin) dikarin çi û çiqas ji xwe ra bikerin û an jî çiqas dikarin pê bijîn.? Eve perê wana eger 3 sed milyon jî be dîsa bersîva pêwîstiyên jînê nade, eger malbetek 7 û 8 zar û zeç be, wê ci xwelya dinyayê bi serê xwe da bike.

Xort û qiz dibê ne zewicin û nexwinin, li koç û kolana destmalan bifiroşin.

Ev e tabloya reş ya Komara Tirkiyê ye, ku xwe û sistema xwe ji bo deverên dinê wek model nişan didin. Wêyla xwelya evê dinyayê bi serê we û dewleta we û sistama we wer be. Hûn hem hov in û hem ji diji mirovin. Loma xelk ji we direve û xwe ji we xilas dike. Lê belê, ya rast ne ji we revîne belk û berokên we girtin û ji holê rakirine; çinkû we ev qedere danîye û xelk di nava zilm û zorê da ragirtîye. Hûn dibê ji taç û text bêne xwarê û xelk nanê xwe , karê xwe û axa xwe û keda xwe û hebûna xwe bêxê destê xwe.

Belê me got ku miaşê karker eve ye:

Miaşê karkerekê (Ya asgarî û li bazara reÆ):................160.000.000

Baznişestek (emekli):.................................................150.000.000

Baş e ev mirovê dibê di çend mihan da carekê kiloyeke goşti bixwe û bikaribe ji zarokên xwe ra mast û penîr bikere, dikare di çend mehan da carekê kiloyeke sêv û pirteqalan bo mala xwe bikire? Başe wê çawa bikare nivîn û aman û iskan û kevçik û xawlî û sabûn û xemîra didana û cîled û xemirrîş bikere û ser û rihên xwe bitiraşe?. Baş e wê çawa û kengî bo xwe û hevjina xwe pêlav û libas û pêwîstîyên rojane û jînê bikire? Ax hewar, ew zarokên ku di zikê dayka xwe ya birçî da wê çawa firşîk bigrin û bê kêmasî bêne dinyayê û eger hatin jî wê çi şîrekê ji çiçkên daykên zik birçî û tazî ye xwe bimêjin? Gelo lêşên wan wê çawa li beranber ewê nedarîyê da pêşve herin û tendirustîya wana başbe. Ew zarokana roja ku di nava rehmê dayika xwe da jîndar dibin, her hevdem hemû êşû nesaxîyên xeternak ji tev xwe mezin dikin û gelek bi lez ber bi merg û mirinê da dimeşin.

Vêca hûn werin bifikirin di civateke wehe da.jan û êşên civakî wê çawa xilasbin. Baş e ev civatên bindest û birçî, li benda çi maye û çira ji ev jîne ji xwe ra kirye qeder û nabêje bese?.

Bê guman dibê ev çîn û tojene bêne sazdan û raperin. Ewe ji ne karekî  hêsan e û bi gor dilê mirov nameşe. Pêşeng dibê dakevine nava civatê û bi reng û dengê civatê xwe seqa bikin. Baweriyê û reka rast û durust bidinê civatê û wena bi hêza wana bihesînin û bi xwe bawer bin. Daxwazîyên wana yên  kurt demî û dur demî dest nîşan bikin û bi diruşmên rast û sivik bidine destên wan û bi hemû rengên civakî û çandî û siyasî rêz bikin.

Lê wextê ku ez li berêşenîya ked û karker û zehmetkêşan dinehêrim, teorîya ew kom û komikên çeprev û tundrev dibinim, Gelek mixabinî gotinên wana di nava pirtûk û kovarên wana da derbaz nabe û mirovê di nava jînê da dinale ji zimanê wana fahmnake û ji hev dur in. Ew nan û kar û mal û zevî dixwazin.Ew rojekê têrin û deh rojan birçi ne.

Ev rewşe bo carekê dinê ji dide selimandinê, azadiya kole û birçîya  di sistemeke  yêksani û dadi û bextewerî da ye.Sistemeke ku li dijî her core çewsandinê ye û ji bona mirov û keremeta mirovatiyê û jineke serdemî û wekhevîyê digêre.Eger di dirokê da xebata çewsawa bi qonaxên corbecor hatibe û du gav ber bi pêş û gavek ber bi paş avêtibe jî, dîsa ji ber bi pêş dikişe. Eger 70 roj ceribandina xebatkarên komîna parîsê neba , dibe ku 70 salan ceribandinên Sovyetê ji ne bi ba. Kiryara (piratîka )çîn û civatên kedkar û bindest, li serdemê teknoloji yê da pêşveçona mirovatiyê her ber bi ewê rastiyê da diçe. Şikl û nav û reng çi dibe û çawa xwe bide nişandanê jî, bila xwe bide nîşandan, dîsa her enî û berê mirovatiyê ber bi ewê civata yêksanî û wekhevîyê da dimeşe. Çu hêzek nikare evê bizava pêşdaçonê rabigre.Rizgarîya mirov û mirovatîyê di nava  ewê civatê da ye, ew civata ku mirov ji aliyê mirov neyê çewsandin. Ew hertim hevîya mirovê serdemî ye. Ew ala jîyana pila hera bilinde mirov û mirovatiyê ye. Ew Yeksanî ye, dadi ye, biratî û azadî û bextewari ye.Ew sosyalizma serdemî ye. Bê guman em sosyalîst pêvajoka civakî û xebata evê qonaxa îroyî baş dest nîşan dikin û gelê xwe  bi gor ewê rewşê rêz dikin.

Loma, di qonaxa îro da ji bona bi destve înana azadî  û demoqrasîyê, hewceye hemî çîn û tojên civatê, mil bi milê hev dakevine meydana xebatê û bo armancên hev beş bi hevra bibine hevxebatî. Civatên rikeber û bindest, dibê di nava bazinekî berfireh û hevbeş da, çi sosyalîst, çi lîberal, çi sosyal demokrat, çi oldar û çi maldar, gişt welatparêzê kurd, bi pir rengî bi pir dengî li jêr durûşmên ber heqe, qonaxa xebata rewaye gelê me da berxwe bidin. Bersîva evê pirsê jî di roja 11 miha subatê da hatîye dan. Partiya HAK-PAR, ala xwe bilind kir û bangî civata xweragir kir û dakevte meydane berberekanîye. Dê vêca  hun werin, birayên karker, karmend, kasibkar,gundî, cotyar, rewşenbîr, oldar, pênaber, bêmal û bê waren kurd, dayik û xuşkên cerg sotî, bi hevra  di bin banê partiya HAK-PAR´ê da em mil bi milê hev xebata xwe bilezînin, evê qonaxa rizgarîxwazîya neteweyî û demokratî derbaz bikin, bi hevra armancên pîroz bi destve binin. Heta ku gel û welat li jêr destê dagîrkeranda rizgar bikin, Pêşerojên bextewerîya mirovî vejîn bikin. Xwe li armancên nihayî nêzîk bikin.

 

 

  Dengê Kurdistan © 2002