PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Ji bo gel û hunera Kurd serbilindîyeke teze:

Li Îspanya Fîlmeke Kurdî xelata zêrîn girt

Nuçegihan: Ainhoa Oiartzabal

Fîlmeke Kurdî bi navê “Kusî jî Dikarin Bifirin” ku bi alîyê rejîsorê Kurd Bahman Gobadî hatîye çêkirin, li Festîvala Navnetewî ya Donostia-San Sebastian da (ku li welatê Baskîyan e) xelata herî mezin ya qalikê zêrîn (Golden Shell) ya îsal girt.

Babetê vê fîlmê li ser qeremanîya zarokên Kurd e û bi çavê wan tesîra xirab ya şerê İran-Iraqê nîşan dide. Gobadî Kurdekî İranê ye, rejîsorekî bi nav û deng e.

Dema ku di civîna êvara 25’ê İlonê da ev yek hate eşkerekirin xelkê salonê hemû rabûn ser pîyan û dûr dirêj ji Bahman Gobadî ra çepik lêdan. Gobadî jî dema xelata xwe girt, got: “Ez vê xelatê bi navê hemû zarokên ku di fîlmê da cî gırtin û bi navê hemû Kurdên li çarkoşeyê dınyayê qebûl dikim.” Gobadî, di dawîya axaftina xwe da jî bi zmanê Baskî usa got:
 “Mîla esker eta betî arte!” (Bi mana “Gelek spas û xatirê we!”).

Di vê festîwalê da xelata duwemîn ya zîvîn dan rejîsor Xu Jinglei. Xelata taybetî jî dan rejîsorê Sirbî Goran Paskaljevîc. Her usa, Connie Nilsen û Ulrich Tomsen jî xelata aktorên herî baş girtin di rolên xwe yên di fîlma Brodre (Bra) da.

 

  Dengê Kurdistan © 2004