PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Bang

Piştgiriya namzetê serbixwe A. Melîk Firat bikin!

Wek hûn pê dizanin di 3Novembirêde, dê li Turkiyeyê hilbijartina giştî çêdibe. Hilbijartin di rewþek normal û demokratik de nayê çêkirin. Bi vê hilbijartinê, em bixwazin an nexwazin dê pesnê demokrasiya Turkiyê bê kirin û di dawî de jî meþrûyetiya rejîma wê  bête qebûlkirin. Ev ji bo me Kurdan dezavantajek e. Hilbijartinek bêedaletî û nedemokratik hin dehfika jî bi xwe re tîne .                                                       

Piraniya partiyên Turkiyeyê ku dikevin hilbijartinê bi toqmaqê dewletê (îdolojiya resmî ya dewletê) li defê dixin. Ew wek organê dewletê ne û hew mafê dewletê diparêzin. Mafên însanan, mafên Kurdan, li hemberî dewletê nayê parastin, ev ne karê siyaseta wan e. Di siyaseta wan de vatiniyê dewletê tune ye, hew bes mafê dewletê heye.

Partiyên Îslamî partiyên utopîk û pragmatîk in. Propangandaya hêviyên sexteyî ku ji guhê raya giştî re xweþ tê, dikin; ”Dûzana Adil, Dîtina Mîllî, Asr-î Saadet ” hwd bi kar tînin. Ew dixwazin cîyê, îslametiyê di civatê de zêde bê xuyanîkirin. Li gorî wan mafê mirovayetiyê, demokrasiyê  û mafê kurdan ne di bin tehdîda siyaseta dewletê de ye, lê belê îslamiyet di bin tehdîdê de ye.

Partiya HADEPê ku profîla xwe ya partiya kurdbûniyê winda kiriye, îro wek partiyeke çep, di bin baskê DEHAPê de dikeve hilbijartinê. Îro siyaseta HADEP/DEHAP ne ew e ku pirsa kurdî çareser bike, lê ew giringiya siyaseta xwe di pirsa demokrasî de an jî di ber bi firehiya demokrasiyê de dibîne.

Em tekoþîna ku ji bo demokrasiyê tê dayîn piçûk nabînin. Pêwistiya civata Kurd û Tirkan bi demokrasiyê heye. Demokrasî kare bibe garantiya parastina hin mafên demokratik, lê temînata statûya sîyasi ya Kurdan nade. Aktorên projeyên sîyaseta piralî divê hebin û ji hev cuda bin. Herkes bila xizmeta projeya xwe bike. Pirsa Kurd û pirsa demokrasiyê, du projeyên cuda ne. Partiyên Kurd divê dinamika siyaseta xwe li ser pirsa xwe disiplîne bikin. Pirsa çareserîya Kurd û pirsa demokrasiyê ne aynî tiþt in, lê dikarin tesîrê li hev bikin. Ji bo me çareserkirina pirsa Kurdî pirsa yekemîn e. Sebebên hebûna me ev e,  divê em jê veneqetin. Em bînin bîra xwe ku di sîyasetê de gurûra neteweyî pêwîst e. Ji bo azadiya civakî, þertê yekem birexistinbûniya netewebûnî ye.

Di vê hilbijartinê de gelek partî beþdarê hilbijartinê dibin, lê ne pir sîyaset. Li ser navê Kurdan û li ser pirs û pirsegirekên wan tu parti beþdarê hilbijartinê nabe. Ne Siyaseta “Kemalizmê” ne ya “ Dûzana Adîl” û ne jî projeya siyaseta “demokrasiyê” teminata mafên siyasî ya gelê kurd nikare bide.

Partiya ku îro pirsa Kurdî ji xwe re kiriye bingeha siyaseta xwe di halî hazirde HAK-PAR e. Ew, pirsa Kurdan bingehina pirsa Turkiyê dibîne û bê ku pirsa Kurd bê çareserkirin, demokrasî û aþitiya civakî jî ne mumkin e peyda bibe. HAK-PAR di vê hilbijartinê de serokê xwe Birêz A. Melîk Firat li Diyarbekirê wek namzetekî serbixwe nîþan daye.

Ger kurdên li Diyarbekirê û der û dora wê rayên xwe ji bo rêzdar A.Melîk Firat bi kar bînin,     ji bo me Kurdan serkeftineke mezin e! Ji bo vê yekê jî em bangê Kurdên runiþtvanê li Swêdê dikin û dibêjin: ”Ger tu ji Diyarbekirêyî û dost û nasên te, mirov û malbata te, kom û eþîreta te, li Diyarbekir û der û dora wê dijîn, ji kerema xwe, bi wan re peywendî deynin, bila herin ser sandoqê û rayên xwe ji bo A. Melîk Firat bi kar bînin.

Rêz û hûrmet

Oktober 2002, Swêd

Komîteya piþtgiriya namzetê serbixwe yê Diyarbekirê A. Melîk Firat

 

  Dengê Kurdistan © 2002