PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

BANG a Platforma Kurdên Li Ewrûpayê
Ji boYekitiya Ewrûpayê
û Komara Tirkiyeyê

(Stockholm, 2004-03-07)

Miletê Kurd, yek ji neteweyên herî kevn û mezin yê Rojhilata Navîn e. Weke hemû neteweyan, mafê kurdan jî heye ku qedera xwe bi destê xwe û bi azadî tayîn bikin; li ser axa xwe serbest û azad bijîn û îdareya welatê xwe bi destê xwe birêve bibin.

Îroj, hejmara kurdan ya li tevahîya Kurdistanê ji 35 mîlyonan zêdetir e. Bi tenê li Dewleta Komara Tirkîyeyê (KT) ji % 30 yê nifûsê kurd in. Di hundirê sînorên Yekîtîya Ewrûpayê (YE) de nêzïkî milyonek kurd dijîn.

Tu miletî weke kurdan êş û azar ji destê terorê nekişandiye. Heta ku kurd mafên xwe yên neteweyî û demokratîk bidest nexînin, ne li Kurdistanê, ne li welatên dagirkerên Kurdistanê (Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye) û ne jî li Rojhilata Navîn aştî, aramî û demokrasî pêk nayê.

Divê dewletên Yekîtîya Ewrûpayê, li ser çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê rawestin  û piştgirîya hêzên kurdan bikin da ku çareserîyeke rewa û daîmî ya ku ji alîyê kurdan ve bê qebûlkirin, derkeve holê. Pirs, bi tenê bi "însafa" dewletên dagirkerên Kurdistanê ve neyê hiştin.

Di pêvajoya berendametiya KTyê de, divê Yekitiya Ewrûpayê daxwaz û armancên kurdan jî bide ber çavên xwe.

Avabûna KTyê, li ser bingehên înkar û jiholêrakirina kurdan pêk hatîye. Ev xusûsîyeta KTyê ji roja avabûyînê heta îroj, bi sîyaseteke ku li ser bingehên qedexe, înkar û bi her awayî pêşîlêgirtina hebûn û pêşdeçûyîna kurdan ve avabûye, hatîye birêvebirin. Ev sîyaset îroj jî li KTyê serdest e.

Platforma Kurdên Li Ewrûpayê (PLATFORM), di wê bawerîyê deye ku, muzakereyên di pêvajoya berendametiya KTyê û danûstendinên wê yên bi YEyê re, li ser rewş û pêşeroja kurdan jî xwedîyê tesîreke mezin, girîng û pirralî ye. Li gel vê yekê jî kurd bi îradeya xwe ya sîyasî û azad weke xwedîyê dozê û teref di vê pêvajoyê de cîhên xwe nagirin. Dive kurd, di pirsa kurd û tesbîtkirina statuya Kurdistanê de xwedî peyv û desthilat bin.

Loma jî, di pêvajoya çareserîyeke rewa ji bo pirsa kurd û Kurdistanê de, van daxwazên li jêrîn, şertên herî kêm in ku divê berîya destpêkirina muzakereyên endamtîyê di navbera KTyê û YEyê de, ji bo bicîhanînê ji KTyê bên xwestin û YEyê jî bibe çavdêr û garantorê vê yekê.

Daxwazên kurdan û guherandinên pêwîst yên di qanûnaesasî (destûr) ya Dewleta Komara Tirkiyeyê (KT) de:

NASNAME

Li KTyê, kurd bi nasnameyê xwe ve nayên naskirin. Hebûna kurdan wek netewe, gel, yan jî grûb heta îro bi awayekî resmî nehatiye binavkirin. Divê nasnameya kurdan ya neteweyî û hemû maf û azadîyên ku bi vê nasnameyê ve girêdayî ne, di qanûnaesasî ya KTyê de weke mafên kollektîf bên bicîhkirin û garantîkirin.

KTyê, bi eksê vê heta niha xwestiye bi zext û zorê tesîrê li YEyê bike da ku vê rastîyê bi tu awayî bi zimanekî resmî neîne holê. Zext û dekûdolabên KTyê heta radeyekê jî encam daye û YEyê û dewletên di nav de, bêjeyên kurd, kurdî û Kurdistan yan qet bikarnînin yan jî gelek kêm bikartînînin.

Divê nasnameya kurd, zimanê kurdî û welatê kurdan Kurdistan di qanûnaesasî (destûr) ya KTyê de bê cîhkirin û garantîkirin. Divê hemû maddeyên îdeolojîk û fanatik yên ku di qanûnaesasî ya KTyê de hene werin derxistin û qanûnaesasîyeke nûh û demokratïk bê amadekirin. Divê enstîtûtîyeke taybetî ji bo parastin û bipêşdexistina zimanê kurdî  were damezrandin. Divê Komara Dewleta Tirkîyeyê, ji bicîhanîna van erkan berpirsîyar (mukellef) be.

STATUYA ZIMANÊ KURDÎ Û MAFÊN PERWERDEKIRINÊ

Zimanê kurdî wek zimanê tirkî divê bibe xwedî statuyeke resmî. KTyê divê ji bo pêşveçûn û parastina zimanê kurdî bernameyeke taybetî bide pêşîya xwe.

Bi alîkarîya aborî ya YEyê û di bin çavdêrîya Rêxistinên Civakî yên Sivîl /(NGO=Rêxistinên Nehukumetî) yên kurdan zimanê kurdî wek zimanekî perwerdeyê were bikaranîn. Mamosteyên zimanê kurdî werin perwerdekirin. Divê di vê hazirîyê de, bikaranîna bîr û bawerîyên îdeolojîk û nîjadperest neyên bikaranîn û di warê naverokê de mudaxuleya dewletê qet nebe. Heta ku endametîya resmî ya KTyê ji terefê YEyê ve bê qebûlkirin, divê her hemwelatî bi zimanê xwe yê dayikê di hemû sewiyeyan de, ji sinifa destpêkê û heta dawîya xwendina bilind, bibe xwedîyê mafên xwendin û perwerdeyê. Divê her dê û bavên kurd bikaribin li gora daxwazên xwe zarokên xwe bişînin xwendin û xwendegehên kurdî.

Divê enstîtûtîyeke taybetî ji bo parastin û bipêşdexistina zimanê kurdî  were damezrandin. Divê Komara Dewleta Tirkîyeyê, ji bicîhanîna van erkan berpirsîyar (mukellef) be.

NAVÊN KURDÎ

KTyê bi zanîn navên zarok, gund, bajar, xwezayê û hwd. ji eslê xwe yên kevn guherandine, kirine tirkî.

Divê hemû ew guherandinênku bûnin di bin çavdêrîya YEyê û Rêxistinên Civakî yên Sivîl / ( NGO=Rêxistinên Nehukumetî) yên kurdî ve vegerin ser navên xwe yên eslî yên berê. Hemû kirinên nîjadperest yên KTyê ku beriya nuha kirîye, werin serrast kirin.

MAFÊN AZADÎYA FIKIRÎNÊ, XWEÎFADEKIRINÊ Û XWEBIRÊXISTINKIRINÊ

Ji destpêka damezrandina KTyê heta îroj mafên azadîya fikirînê, xweîfadekirinê û xwebirêxistinkirinê, bi qanûnan hatiye qedexekirin. Bi hezaran kes ji ber wan qanûnan ceza xwarine û hatine îşkence û hepskirin. Ev rewş di gel hin guherandinên biçûk hîn jî, dom dike. Di pêvajoya hazirîya berendametîya KTyê de divê hemû cûre asteng û qedexeyên ku bi rêya qanûnan li ser mafên azadiya fikirînê, xweîfadekirinê û xwebirêxistinkirinê hene, bên rakirin. divê qedexeyên li ser azadîya fikirî û mafên rêxistinî werin rakirin.

 Azadîya fikir û serbestîya damezrandina rêxistinên sîvîl, demokratîk û sîyasî binasnameya kurdî divê wek mafên bingehîn di qanûnaesasîya KTyê de bên bicîhkirin û garantîkirin. Herweha, divê qedexeyên ku heta îroj jî li ser mafên axaftin û propagandaya sîyasî ya bi zimanê kurdî hene, werin rakirin.

PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ Û KONVENSÎYONÊN KU KTyê ÎMZE KİRİNE Û SÎSTEMA DADWERÎYÊ Û HUQÛQÊ

Sîstema dadwerîyê û huqûqê divê ji binî ve li gor normên YEyê were guherandin. Divê di pêvajoya dadwerîyê de zimanê kurdî û tirkî bi alîkarîya tercumanan bête bikaranîn.

Divê KTyê hemû şerh û şertên  xwe yên ku ji bona pêşîlêgirtina maf û azadîyên gelê kurd, danîne ser peyman û konvensîyonên navneteweyî, rabike û pêwîstîyên pîvanên wan peymanan û konvensîyonan bi tevahî bicîh bîne.

Weşan û çapemenî

Divê hemû weşanên çapemenî û ragîhandinê yên weke  weşanên TRTyê, ji bernameyên zarokan bigre heta bernameyên li ser ziman, kultur, dîrok, nûçe û magazînan çawa bi zimanê tirkî amade dibin, herweha bi zimanê kurdî jî amade bibin.

Divê her du ziman bi awayekî sîstematîk û fermî werin bikaranîn. Divê alîkarî û teşwîqên aborî ji bo rojname, çapkirin û weşandina pirtûkên zarok û mezinan  yên bi zimanê kurdî werinkirin. Divê ev kar di bin çavdêrîya YEyê û Rêxistinên Civakî yên Sivîl /(NGO) yên kurdî de bên meşandin.

Rewşa penaberan û mafê vegerê
Tazmînata aborî

Kesên ku dixwazin vegerin warên bav û kalên xwe divê ku ji alîyê YEyê, NGO yên kurdî û dezgehên KTyê ve bên tesbît kirin û ji alîyê aborî ve werin

destekkirin. Di bin kontrola YEyê de hemû gund û dewerên ku hatine wêrankirin, berîya ku xelq vegerin cîhên xwe, divê bên avakirin. Di bin çavderîya YEyê, NGO yên kurdî û dezgehên dewletî yên KTyê de divê bernameyeke avakirinê û xebatê were amadekirin. Navên gundên ku bi zorûzulmê hatine valakirin, kes yan malbatên ku ji mal û erdên xwe hatine nefîkirin divê bi awayeke resmî werin tesbîtkirin û bi awayekî fermî zerar û ziyana wan li wan bê wergerandin.

Komara Dewleta Tirkiyeyê di bin kontrola YEyê û NGO yên kurdî ji bicîhanîna van erkan berpirsiyar(mukellef) e.

Ferqîyeta di navbera herêmên tirk û kurd de

KTyê ji despêkê û heta nuha ji bo pêşveçûna herêmên kurdî weke herêmên rojava yên Tirkiyeyê ji bo avakirin û bipêşxistina herêmên Kurdistanê bi zanebûn tu xebat û projeyên berbiçav pêk neanîye. Di navbera herdu herêman de ferqîyeteke pirr mezin heye.

Divê YEyê û KTyê, ji bo bipêşdexistina herêmên Kurdistanê bernameyeke taybetî amade bike û bi lez derxe pêş.

Bernameyeke taybetî ji bo mafên zarokan û jinan

Li KTyê û Kurdistanê zarok û jinên kurd du beşên civatê ne ku di bin sîstema asîmîlasyonê de herî zêde zerar dîtinin hîna jî dibînin. Zarokên kurd ji ber asîmîlasyon û bêxwedîtîyê her demê di bin rewşeke xirab de bûne. Gelek zarok û jin ji ber neçarî û bêalîkarîya dezgehên resmî yên dewletê bûne qurbana sîstemê û xwe di bazara laşêxwefirotinê de dîtin e. Herweha gelek zarok ketine nav sîstema krîmînalîteyê. Bi hezaran jinên kurd di bin zordestîyeke mezin de ne û hinek ji wana bi rêya xwe kuştinê dawî li jiyana xwe anîn e.

Pêwîstîya zarok û jinên kurd bi bernameyeke alîkarîya taybetî heye. Ev kar û xebat divê di bin kontrola YEyê, bi beşdarîya NGO yên kurdî û rêxistinên taybetî yên zarok û jinan de  were meşandin.

Rewşa aborî:

Divê ji alîkarîya aborî ya ku ji terefê YEyê ve ji bo hazirîya berendametîya KTyê hatiye qebûl kirin, beşek ji vê alîkariyê li gor hejmara kurdan, ji bo bipêşxistina heremên Kurdistanê, zimanê kurdî,xwendin û perwerdeya bi kurdî û ji bo bi serbestî vegera penaberan were serf kirin. Ev alîkarî divê di bin çavdêrîya NGO yên kurdî û yên Ewrûpayî de were serf kirin.

Bernameya xebatê ji bo çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê

YEyê divê ji bo çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê û ji bo bicîhanîna xal û  karên li jor hatîye dîyarkirin, bernameyeke berfireh ya xebatê ya ku teqwîma wê tesbîtkirî amade bike. Divê di vê bernamê de cîhekî taybetî ji bo hazirkirina civata kurd ji boYEyê hebe.

Rêya mekanizmayên beşdarîya muzakereyan ji bo beşdarbûna Kurdan

Di gel ku hejmara kurdan li KTyê ji siseya yek ya  nifûsa tevahîyêye jî, kurd di pêvajoya muzakereyên YEyê û KTyê de ne xwedî gotin û statuyeke fermîne.

Di muzakereyên ku heta îroj pêk hatine kurd weke teref beşdar nebûnin. Delegasyonên KTyê wek temsîlkarê tirkan û kurdan xwe nîşan daye û didin. Divê YEyê, ji bona ku kurd di pêvajoya pêywendî û muzakereyên li gel KTyê tên meşandin de bikaribin beşdarî muzakereyan bibin pêwîst e rêya mekanizmayên beşdarîyê ji bo kurdan bên vekirin û dîtin.

Divê heta tarîx dayîna ji bo muzakereyan bi KTyê re di bin berpirsîyarîya YEyê de dezgeheke çavdêrîyê ya ji Rêxistinên Civakî yên Sivîl / NGO yên kurdî û Ewrûpayî pêkhatî bê avakirin. Ji bo ku di vê pêvajoyê de neheqî li kurdan neyêkirin û di muzakereyan de kurd weke teref beşdarî muzakereyan bibin rêya mekanizmayên beşdarbûyînê ji bo kurdan bên dîtin.

Kurdên li Ewrûpayê

Nêzîkî mîlyonek kurd li seranserê Ewrûpayê weke kurd û ewrûpayî dijîn. Îro jî bi hezaran kurd ji ber zilm û zordariya dagirkeran berê xwe didine Ewrûpayê. Maf û berpirsiyariyên kurdên li Ewrûpayê wek kurd û ewrûpayî hene.

Pirsa kurd, bi tevahî û bi hemû pirs û pirsgirêkên xwe ve, êdî bûye pirsa Yekitiya Ewrûpayê.

Pirsên civakî û pêvajoya entegrasiyonê ya kurdên li Ewrûpayê

Bicîhbûna kurdan li Ewrûpayê,  li gelek welatan gelek pirs û pirsgirêkên nuh di nav civata kurdan de derketin holê. Pirsên civakî; yên weke nakokîya nav nifşan, newekehevîya kulturî, problemên mihaciriyê û astengên entegrasiyonê yên li welatên cûrbecûr yên YEyê bi serê xwe serêşyake mezin e û divê bi rengekî bê çareserkirin. Di pirsa entegrasîyonê ya herî girîngtirîn ji bo kurdan ewe ku kurd bi nasnameya xwe ya kurdî bên qebûl û naskirin.

Pirsên penaberên kurd

Ji ber gelek sebeban bi hezaran pênaberên kurd, nemaze ji Kurdistana Başûr (Iraq) berê xwe dane welatên Ewrûpayê. Pirsa penaberên kurd îroj yek ji pirsên herî girîng ya YEyê. Divê bi awayekî mirovayî û rewa bê çareserkirin.

Divê YEyê; ji ber ku kurd ne azad û xwedî dewletek serbixwenin ji bo çareserkirina vê pirs û rewşê xwedî înîsîyatîfeke taybetî be.

Di jiyana sîyasî û demokratîk de beşdarîya kurdan

Destpêka dîroka kurdên li Ewrûpayê digihêje berîya 30-40 salan. Ji ber sebebên sîyasî, aborî û zulmûzora dagirkerên Kurdistanê bi sedhezaran kurd mecbûr manin welatê xwe terk bikin û berê xwe bidin welatên cûrbecûr yên Ewrûpayê. Jîyana di surgûnîyê de çend neslên kurdan bi perwerdeyeke yên wan welatan mezin kir. Ji ber rewşa li welêt û rewşa taybetî ya kurdan nifşên nuh ku li Ewrûpayê mezin dibin, di nava xebata sîyasî,civakî, demokratîk de bi aktîfî cîhe xwe digrin . Îroj di parlamanên gelek welatan yan jî di Parlamana YEyê de hejmareke berbiçav ya kurdan henin. Wek nûnerên partîyên welatên lê dijîn hatinin hilbijartin û xebatên xwe yên sîyasî didomînin.

Jiyana rêxistinî ya kurdan li Ewrûpayê gelek dewlemend e. Bi sedan rêxistinên sivîl û demokratîk bi awayekî gelek aktîf ji bo piştgirîya welatê xwe û herweha ji bo pêvajoya entegrebûna bi civatên ku tê de bi hevre dijîn û li  hemû welatên YEyê de roleke girîng dilîzin. Divê YEyê ji hemû reng û cûreyên rêxistinî yên kurdî re bibe alîkar da ku kurd jî weke herkesî xwedî maf û azadîyên însanî û sîyasî bin.

Divê li hemû welatên YEyê de mafên kulturî û kêmneteweyî ji kurda re bê naskirin. Li civata kurd ya li welatên YEyê de dijîn weke civateke ku di cîhana nuha de ne xwedî dewleteke serbixweye bên nihêrîn û alikarî û dostanî di vê çerçovê de bi kurda re bê kirin.

Hevkarî di navbera rêxistinên Kurdan de li Ewrûpayê

Platforma Kurdên li Ewrûpayê - PLATFORM,  ji nûnerên sê beşên civata kurd;

1.      Plattforma Neteweyî ya Kurdistana Bakur - PNK-Bakur,

2.      Însîyatîfên Kurdên li Ewrupayê - ÎNSÎYATÎF,

3.      Koordinasyona Demokratîk a Kurdên li Ewrupayê - DEM-KURD

ve di 20-21.07.2002a de li Swêdê li bajarê Stockholmê hate damezrandin.

Bİ KURTÎ DAXWAZÊN KURDAN

Daxwazên kurdan ji YEyê, KTyê û guherandinên pêwîst yên di qanûnaesasî (destûr) ya Dewleta Komara Tirkiyeyê (KT) de:

1.    Divê heta tarîx dayîna ji bo muzakereyan bi KTyê re di bin berpirsîyarîya YEyê de dezgeheke çavdêrîyê ya ji Rêxistinên Civakî yên Sivîl / NGO yên kurdî û Ewrûpayî pêkhatî bê avakirin. Ji bo ku di vê pêvajoyê de neheqî li kurdan neyêkirin û di muzakereyan de kurd weke teref beşdarî muzakereyan bibin rêya mekanizmayên beşdarbûyînê ji bo kurdan bên dîtin.

2.    Pêwîstîya zarok û jinên kurd bi bernameyeke alîkarîya taybetî heye. Ev kar û xebat divê di bin kontrola YEyê, bi beşdarîya NGO yên kurdî û rêxistinên taybetî yên zarok û jinan de  were meşandin.

3.    Divê YEyê û KTyê, ji bo bipêşdexistina herêmên Kurdistanê bernameyeke taybetî amade bike û bi lez derxe pêş.

4.    Azadîya fikir û serbestîya damezrandina rêxistinên sîvîl, demokratîk û sîyasî binasnameya kurdî divê wek mafên bingehîn di qanûnaesasîya KTyê de bên bicîhkirin û garantîkirin.

5.    Herweha, divê qedexeyên ku heta îroj jî li ser mafên axaftin û propagandaya sîyasî ya bi zimanê kurdî hene, werin rakirin.

6.    Divê hemû ew guherandinênku bûnin di bin çavdêrîya YEyê û Rêxistinên Civakî yên Sivîl / ( NGO=Rêxistinên Nehukumetî) yên kurdî ve vegerin ser navên xwe yên eslî yên berê. Hemû kirinên nîjadperest yên KTyê ku beriya nuha kirîye, werin serrast kirin.

7.    Pêwîstîya zarok û jinên kurd bi bernameyeke alîkarîya taybetî heye. Ev kar û xebat divê di bin kontrola YEyê, bi beşdarîya NGO yên kurdî û rêxistinên taybetî yên zarok û jinan de  were meşandin.

8.    Divê enstîtûtîyeke taybetî ji bo parastin û bipêşdexistina zimanê kurdî  were damezrandin. Divê Komara Dewleta Tirkîyeyê, ji bicîhanîna van erkan berpirsîyar (mukellef) be.

9.    Divê nasnameya kurd, zimanê kurdî û welatê kurdan Kurdistan di qanûnaesasî (destûr) ya KTyê de bê cîhkirin û garantîkirin. Divê hemû maddeyên îdeolojîk û fanatik yên ku di qanûnaesasî ya KTyê de hene werin derxistin û qanûnaesasîyeke nûh û demokratïk bê amadekirin. Divê enstîtûtîyeke taybetî ji bo parastin û bipêşdexistina zimanê kurdî  were damezrandin. Divê Komara Dewleta Tirkîyeyê, ji bicîhanîna van erkan berpirsîyar (mukellef) be.

10.                  Divê li hemû welatên YEyê de mafên kulturî û kêmneteweyî ji kurda re bê naskirin. Li civata kurd ya li welatên YEyê de dijîn weke civateke ku di cîhana nuha de ne xwedî dewleteke serbixweye bên nihêrîn û alikarî û dostanî di vê çerçovê de bi kurda re bê kirin.

11.                  Divê rewşa xas a li Kurdistanê nemîne. Dezgehên şer û terorê yên wek kontrgerila, JITEM, tîmên taybetî û sîstema ”parêzgerên gundan” bên belavkirin.

12.                  Divê Konseya Ewlekariya Neteweyî û hemû dezgehên di ser qanûna esasî û yasayên bingehîn re ne bên belavkirin.

13.                  Divê pêwîstiyên peymanên navneteweyî yên bi pirsa Kurd û Kurdistanê ve girêdayî bi cih bên.  da ku Miletê Kurd li ser pêşeroja xwe û welatê xwe bi îradeya xwe ya azad biryarê bide.

14.                  Divê kurdên ku di dema şer û îdareya awarte ya li KTyê de bi awayên cuda mexdûr bûne û ku bi darê zorê ji gund û bajarên xwe hatine derxistin û mal û warên wan hatine wêrankirin û şewitandin karibin bi serbestî  vegerin cîhên xwe. Herweha cîh û warên wan ji nuh ve bên avakirin û hemû deverên  Kurdistanê yên mayinkirî ji mayinan bêne paqijkirin,zerarên li ser jîngeha Kurdistanê bûye bê sererastkirin. Divê kurd karibin bi serbestî vegerin cih û warên bav û kalên xwe û herweha divê zerar û ziyana wan li wan bêne vegerandin.

15.                  Divê hemû girtîyên siyasî  û fikrî bê qeyd û şert bêne berdan, siyasîyên li derveyî welêt bikaribin vegerin welatê xwe.

16.                   Divê dewleta Tirkiyeyê, bê qeyd û şerd dev ji destdirêjkirin û tehdîdkirina Başûrê Kurdistanê(Iraq) berde.

Em weke Platforma Kurdên li Ewrûpayê - Platform bangî rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Rêxistina Ewleyî û Hevkarîya Ewrûpayê (REHE) û bangî hemû rêxistinên navneteweyî dikin ku pirsa kurd û Kurdistanê di rojeva xwe de bi cih bikin û herweha ji bo çareseriya vê pirsê bixebitin. Em dixwazin dengê xwe bigihînin Yekîtiya Ewrûpayê  ku rê nede Komara Tirkiyeyê da ku normên Yekîtiya Ewrûpayê (YE) dejenere bike. Heta ku Komara Tirkiyeyê bi rêyên aştiyê ji bo çareseriya pirsa kurdî gavan neavêje; divê Yekîtiya Ewrûpayê alîkariya xwe ya siyasî, leşkerî û aborî de bi hesasiyet be.

KOMÎTA RÊVEBIR YA
PLATFORM

PLATFORMA KURDÊN Lİ EWRÛPAYÊ

PNK - Bakur:

Partiya Azadî Demokrasî ya Kurdistanê - PADEK, Partîya Îslami ya Kurdistanê - PIK, Partiya Sosyalist ya Kurdistanê - PSK, Rêxistina Sosyalist û Demokratik ya Kurdistanê - RSDK, Partiya Rizgarîya Kurdistan - PRK-Rizgarî

ÎKE -  ÎNSÎYATÎF:

İnsîyatîfa Kurdên Almaniya-, İnsîyatîfa Kurdên Avusturya, İnsîyatîfa Kurdên Danimarka, İnsîyatîfa Kurdên Fransa, İnsîyatîfa Kurdên Hollanda, İnsîyatîfa Kurdên Ingiltere, İnsîyatîfa Kurdên li Swêdê, İnsîyatîfa Kurdên Swisre.

DEM – KURD:

Civata Kurd (Giessen) , Civata Kurd li Elmanya (Koln), Dengê Kurdan li Duisburgê , Hevkar-Elmanya, IVK (Mainz) Komela Navnetewi ya ji bo Mafên Mirov li Kurdistan (Elmanya), Yekitîya Komelên Kurdistan-KOMKAR(Elmanya) FKKS Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê, Komela Kurdistan li Belçîka, Komela Çanda Karkerên Kurdistan-KOÇ-KAK, Komela Karkeren Kurdistan -Avusturya, Komela Karkeren Kurdistan- Danîmarqa, Komela Karkeren Kurdistan Swîsra, Mala Kurd li Frensa, Kurdish Advice Centre (Brîtanya Mezin), XOYBÛN-Berlin, XOYBÛN-Danîmerqa, Yêkitiya Karkerên Kurdistan li Holland, )
             

Ji bo têkilîyê:

FKKS, Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
Box 5013
131 05 Nacka
Tel:  0046-8-644 66 22
Fax: 0046-8-650 21 20
info@kurdiskarf.org

 

  Dengê Kurdistan © 2004