psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Banga Kurdên Diyasporayê ji bo Partiyên Kurdistanî, ji Kom û Rêxistinên Sivîl û ji Welatparêzan re

Komeke Kurdên Diyasporayê ku li Ewrûpayê dijîn, di 2ê Nîsanê de civînek li ser hilbijartina Tirkiyeyê ku di 12ê Hezîranê de bête sazkirin, pêkanîn. Di civînê de rewşa hilbijartinê hate nirxandin û dîtin û pêşniyarên xwe bi bangenameyek ji bo raya giştî ragihandin.

Bangename bi vî awayî ye;


Em beşek welatparêzên Kurd ku li Ewrûpayê dijîn, li ser hilbijartinên Parlamentoyê ku di 12 hezîranê de pêk tê, me cîvînek pêk anî.

Di civînê de me rewşa hilbijartinê nirxandan û dîtin û pêşniyarên civîna xwe pêşkeşî raya giştî dikin.

Hilbijartinên 12 Hezîran 2011´an, bi giştî ji bo demokratizekirina Tirkiyê û ji bo bi destxistina mafê rewa ya netewa Kurd, derfetên girîn dide pêş me.

Netîca hilbijartinê bi taybetî ji bo yasayek demokratîk li Tirkiyê, xwedî hêjayiyek girîng e.

Netîcên hilbijartinê, dikarê ji bo çareseriya pirsa Kurd, zemînek aşîtîxwaz bihulqîne. Dikare, rê ji bo  diyalogek maqûl, di navbeyna dewlet û Kurdan de xweş bike.

Loma jî, divê hêzên demokratîk û tevgêra welatparêz ya Kurd, di vê hilbijartinê de bi xurtî derkevin holê.

Îro dîrok, ji bo serketina welatparêzên Kurd , bi beşdariyek fireh, hevkariya hêzên netewî û demokratîk, li ser me ferz dike.

Hevkariya Hêzên Netewî û Demokratîk;  Divê, di nav Civata Kurdistanê de,  cîh mafên temsîlî ya  hemû hêzên cuda di  nav Hevkariya Netewî û Demokratîk de hebê.

Hevkariya Hêzên Netewî û Demokratîk;  Divê, perjevendiyên netewî ya gelê Kurd, li ser hemû cure mafên ferdî gurûbî bê girtin.

Ji ber vê mebestê bangê hemû Partî, Grup, Rêxistinên sivîl û kesayetiyên siyasî, li ser esasên Hevkariya Hêzên Netewî û Demokratîk, ji bo ku wek blok bikaribin beşdarî hilbijartinan bibin wan dawetê bi cîhanîna erkên netewî dikin û em hêvîdarin ku vê berpirsiyariyên xwe bicîh bînin.

Em beşek Kurdên welatparêz ku di diyasporaya Ewrûpayê de dijîn; Ji bo aghdariya we, em di nav meha Gulanê de, li ser hilbijartinên giştî ya 12 Hezîranê Konferansek amade dikin..

Yaşar Kaya, Yilmaz Çamlibel , Siracettîn Kirici, Bayram Ayaz , Baran Hemze, Selîm Çurukkaya , Seyitxan Kurij, Kovan Amedî , Hikmet Serbilind, Alî Haydar Koç , Dr. Huseyîn Bektaş , Mustafa Kisabacak , Suleyman Ateş, Murat Dagdelen

 
   
Dengê Kurdistan © 2011