psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
   
 

Belavoka hevbeş a 9 partiyên siyasî yên Kurdistanê

Kêşeyê Kurd bi êrîş kirin li ser Herêma Kurdistan û Qendîlê çareser nabe!

Her çend berî hilbijartinên 12’yê Xizîranê, heyam heyam operasyonên leşkerî yên artêşa Tırk û çalakiyên hêzên PKKê hebûn jî, hêviya çareseriyek demokratîk û aştiyane peyda bibû ku piştî hilbijartinê ligel amadekirina destûrek nû, rê liber çareseriya aştîyane û demokratîk vebe.

Lê belê piştî hilbijartina 12’yê Xizîran ê, operasyonên leşkerî yên artêşa tirk û çalakiyên hêzên PKKê roj bi roj zêde bûn, axaftin û helwesta tund û gef xwarina serokwezîrê Tirkiyê Erdogan û hevalên wî, ligel axiftan û ragihandinên berpirsên PKKê yên ne di xizmeta danûstandin û aştiyê da ne. Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê bi ber aqarekî xeternak ve birin û bûne sedemê lawazbûna hêviyên aştiyê di nav civatê de.

Hikûmeta AK Partî, li şûna bo aramkirina rewşa aloz û temirandina vî agirî kar bike, ew agir geş û berfirehtir dike û bi firokeyên cengî êriş dike ser Qendîl û aramî û seqamgiriya Herêma Kurdistan li Başûr têkdide. Hikûmeta AK Partî her usa amadekariyê ji bona girtina kesên sivîl, berpirsên partiyên siyasî û komel û civakî dike; bi tometa ku kesên han “alîkariya PKK” dikin. Bi vî awayî AK Partî siyaseta tûnd û tûjiyê bi rêva dibe, ku heta niha encamên baş nedayine.

Divê hikûmeta AK Partiyê ji vê siyaseta çewt vegere, êrişên xwe yên liser Herêma Kurdistanê, ku bandora xirab liser pêwendiyên baş a Tirkiyê û Herêma Kurdistanê datîne bide sekinandinê.

Em êrişên firokeyên cengî yên Tirkiyê li ser Herêma Kurdistanê mehkûm dikin.

Bang li hikûmeta AK Partî dikin, li şûna vê siyaseta çewt û operasyonên leşkerî, ji bona rê xweşkirina çareseriya pirsa Kurd bi rêka diyalogê gavan bavêje.

Em bang li PKK dikin; ku li ser biryara xwe ya agirbesê bimîne. Karên usa neke, ku bibe sedema aloziya Herêma Kurdistanê.

Em banga hêzên aştî û azadîxwaz û demokratên Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê û dem û dezgeyên navnetewi dikin, ku dengê xwe dijî êrîşa Tirkiyê li ser Herêma Kurdistanê bilind bikin.

21 Tebax 2011 

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDK-Î

Partiya Sosyalîst a Kurdistan(Bakur)-PSK

Partiya Demokrat a Peşverû Kurd li Sûriya-PDPKS

Partiya Welatparêzên Demokrat-PWD

Komela Şoreşgerên Zehmetkeşên Kurdistana Îranê-KOMALA

Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriya-PYDKS

Partiya Demokrat a Kurdistan-Bakur-(PDK-Bakur)

Partiya Azadiya Kurd li Sûriya

Partiya Demokrat a Kurd li Sûriya(El-Partî)

   
   
Dengê Kurdistan © 2005