PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

BEYANA ÇAPEMENÎ

Li Atina roja yekşemê ( 09.05.2004 ) Konserta Piştgirîyê bo şehîden 12 ê Adarê  (Başurê Rojavayî Kurdistan) ên hate kirin. Di konsertê de nêzî du hezar ( 2000 ) mêvan beşdar bûn.

Cêgeyê mixabinê ye ku hevalbendên PKK, mîna gelek carên din,êriş birin ser beşdarên şevê.

Dema ku hunermendê giranbiha Şivan Perwer derket ser şano, ji jora çîyê  hevalbendê PKK bi ser beşdaran de kevir barandin. Hinek ji mêvanên şevê xwestin wan êrîşkara rawestînin      û dema  ku ber bi  çîyê de hilkişîyan dîtin ku hevalbendên PKK du çavdêrên şevê girtine û destên wan girêdane. Hevalbendên PKK tehdît barandin ku ewê her du çavdêra ji çiyê bavêjin xwarê, eger beşdarên şevê bi ser wan de herin.

Ev ne cara yekeme ku PKK van êrîşên ne mirovane li dijî kurda bikartînê. Li hember hêzên kurd, hunermend û ronakbîrên kurd gelek cara êrîşên wisa bikaranîne. Hevalbendê PKK, di dema dawî de cardin li hember piştgirîya bizava kurd bo Kurdistana azad  û li hember piştgirîya bo kurdên Başurê rojava dijminatîya xwe dîyarkirin. PKK bi vê helwesta xwe dîyardikê ku ew merem û daxwaza devletên dagirker pêktînê.

Di demek wisa de ku li zindanên Tirkiyê merivên siyasî û welatparêz tên işkencekirin û kuştin, mêvanê Imrali, şefê PKK,  xwestekên devleta turk bi destê merivên kêm aqil û kesên mîna xwe bicîh tîne.

Êrîşa li Yunanistanê û derê din ne cara yekem e û ne jî ya dawî ye. Ev êrîş ne teasdufîye jî.

Dema ku birayên me li Başurê rojavayî Kurdistan dihatin kuştin, Öcalan ji Imrali bi rêgeya advokatê xwe silav bo Bişar Esad rêdikir û wisa digot: ” Me nanê wa xwarîye, em ixanetê li wan nakin”. Bi rastî jî Öcalan û zilamên wî ixanet kirin û daxwaza dewleta Surî a dagirker û şovenist li dij kurda li Yunan pêkanî. Eve şermeke pir mezine bo wan kesên ku di nav PKK de ne û helwesta welatparêzî nîşan nadin.

Dema ku heşt ( 8 ) partîyên kurd, Komela Yekîtîya xwendevanên Kurd û ozanê bi nav û deng Şivan Perwer , xwişka me Evîna welat, birayê me Dilşad Zaxoyî û gele me li Yunan hemî bi hev re bûn, gelo PKK  çi dikir?  Du (2) roj berî Konsertê hevalbendên PKK ji kurda re digotin divê tu kes neçê vê Konsertê. Ên biçê Konsertê bê şeref e. Ên biçê Konsertê, wê bêt cezakirin.

Cihê şanazîyê ye ku gelê me guh neda van gotinê xirab û bi hejmarek pir beşdarî kirin di şevê de.

Êrîşa hatî kirin, êrişek li dij hemî beşdarên Konsertê ye, li dij hêzên siyasî kurd û li dij hunermendên Kurd  Şivan Perwer û bi şêweyek tevayî li dij tevgera rizgarîxwaz a gelê kurd e.

Em vê êrîşa hevalbendên PKK tewanbar dikin û gere li her cegeyî ev êrîş bêt tewanbarkirin.

Cêgeyê mixabinê ye ku bo parastina  Konsertê polisê yunan karê asayîşê û watinîyên xwe  bicîh neyanî. Di vê êrişê de hevalbendê PKK nehatin girtin. Pir balkêşê ku ev bê asayişî dêt kirin li welatê ku leyistikên Olimpiyat-2004 çêdibin.

Bila bişkê ew destê ku dijminatî û şer têxe nav tevgera welatparêz a gelê kurd de.

Bijî piştgirîya şehîdên 12 ê Adarê.

Atina, 11.05.2004

Amadekarên Konserta piştgirîyê li Yunan:

PDK, PDK-Iran, PDK-Bakur, PÇKS, PRK-Rızgarî, PSK, YNK, PYK-S (Yekîtî) ve Yekîtîya xwendevanên Kurd li Yunan.

 

  Dengê Kurdistan © 2004