PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

BEYANA PARISÊ:

Daxwazên hevbeş yên Partî yên siyasî û kesatî yên Kurd, ji bo çareseriyek demoqratik, adil ji pirsa kurd û Kurdistan re li Turkiye.

 Daxwazên hevbeş yên partiyên siyasî û kesatiyên Kurd, ji bo çareseriyeke demokratik û dadmend ji bo pirsa kurd û Kurdistanê li Turkiyê. Em Partiyên siyasî û kesatiyên Kurd ji bakurê Kurdisanê (Kurdistana Tirkiyê) ji bo çareseriya siyasî ya pirsa Kurdistanê li Tirkiyê bi biryarek hevbeş van daxwazên li jêr hatine rêzkirin pêşkêşî Serokatiya Yekatiya Ewropayê Komisyana Ewropayê û Parlemena Ewropayê dikin:

 Jiber :

1- ku Pirsa kurdî û Kurdistanê di eslê xwe de pirsek siyasi ye; rehên xwe di dîroka siyasî ya rojhelata navîn de havêtiye, her wusa berî avakirina Komara Tirkiyê heta îro, bêçareserî di rojevê de maye û pirsên civakî, çandî û mafên mirovan pêve girêdayî ne;

2- ku Siyaseta înkara mafên siyasi yên gelê kurd û perçiqandina bizava wî ji destpêka Komara Tirkiyê heta roja îro bûye sedema bê isrikrarî, komkujî, diskrimisyonên mezin li dijî gelê kurd;

3- ku bi sedema hebûna milyonek Kurd li Ewropa, her wusa di rewşa endametiya Komara Tirkiyê de, dora 1500 km ji sinorên Ewropaya Rojhilat di Kurdistanê re derbaz dibe û dora bist milyon kurdên Bakurû Kurdistanê dibin hemwelatiyên Ewropayê, ber vê yêkê pirsgirêka Kurd li Komara Tirkiyê, di heman demê de, pirsgirêkek siyasî ya Yekitiya Ewropayê ye jî;

 4- ku faktorên demografîk û cografî yên Kurdistana Bakur ji bo îstiqrarê  û têkiliyên Ewropa digel alemê Îslamî, Erebî, Asiya-Navendî û Kafkasiya, xwudan giringiyek mezin e bo paşerojê;

5- ku Kurd miletek e; û xudan xususiyetên dirokî, zimanî, çandeyî, û cografî ye,

6- ku di dema buhurî de, her weku dîrok bi xwe şahide, pirsa Kurdistanê sedemê bê îstiqrariyê bû li Tirkiye, ne peydakirina çareseriyek demokratik û adil ji bo vê pirsê, dê di dema paşerojê de jî bibe sedem bo bê istikrariyek mezin û berdewam.

7- ku ji bilî Komara Tirkiyê hemû welatên endam û berendamên Yekitiya Ewropa gel û kêm netewên xwe bi resmî naskirîne; pirsa wan çareser kirine: Belçika, Ispanya, Macaristan, Bulgaristan û Romaniya mînakên girîng in di vê derbarê de.

8- ku piştî Cenga Cihanê ya Yekemîn, bi sedemê siyaseta hêzên mezin, ji hemû miletên Împratoriya Osmanî bes gelê kurd ji mafên xwe hate  bêpar kirin. Îro jî xeterî heye ku Yekitiya Ewropayê, şertên Komara Tirkiyê bipejrîne û di nav hemû gel û kêmnetewên dewletên endam û berendamên xwe de, gelê kurd bi tenê ji mafên xwe yên siyasî bê par bihêle.

 9- ku biryarên Parlemena Ewropayê, Civata Giştî ya Konseya Ewropayê û Civata Giştî a Saziya Ewlekarî û Hevkariya Ewropayê (OSCE) di derbarê rumetgirtina mafên siyasî, çandî, civakî, aborî û îdarî yên gelê kurd li Tirkiyê bên rumet girtin.

10- ku peymanên Yekitiya Ewropayê, di derbarê mafên kêmnetewan de û mafên mirovan de ji bo gelê kurd li Komara Turkiyê jî bêne bikaranîn.

11- ku aşîtî û Îstiqrar, pêşveçûna aborî û demokrasiyê li Komara Tirkiyê bi hêz bibe:

12- ku reformên li Tirkiye hatine kirin dibe ku girîng bin, lê kêm in, Krîterên Kopenhagê yên siyasî bicîh na înin û bersiva çareseriya pirsa Kurdistanê nadin.

 Daxwaz:

 A. Siyasî:

 I. Divê li Komara Tirkiyê de, di zagona bingehîn de nasnameya kurdan wekî netew bête naskirin.!

 II. Divê statuyek federe ji bo Kurdistanê bête naskirin û gelê kurd parlemena xwe û rêvebiriya xwe ya herêmî hilbijêre.

III. Divê hemû astengên li ber azadiya baweri, raman û birêxistînîbûnê  bên rakirin. Divê her cûreyên azadiya bawerî, raman û birêxistinîbûnê (da ku terorizmê nehewinin) bi zagonan bên teminat kirin. Pêwist e, di vê çarçovê de mafên xebatên partiyên kurdan yên sîyasî bên temîn kirin.

IV. Divê ji bo lihevhatina  civatan,  hemû girtiyên sîyasî  bên  berdan.

 V. Divê, Di serî de Zagona Partiyên Siyasî; Zagona Helbijartinê; Zagona Civîn, Xwepêşandin û Meşê; Zagona Cezayê; Zagona Dijî Terorê û hemû zagonên nedemokratik,  ji nuh ve  li gorî standartên YE  bên sazkirin. 

B. Ziman, çand û perwerdeyî :

I. Divê li Kurdistanê û li hemû heremên ku Kurd tê de bi piranî dijîn zimanê Kurdî, bi awayekî fermî, wek zimanê yekemîn bê naskirin û bikaranîn. Her wusa zimanê Kurdî li Tirkiye jî wek zimanê duyemin bê pejirandin.

II. Divê li Kurdistanê zimanê kurdî bibe zimanê sereke yê perwerdeyî û hînkirinê.

III. Divê bê qeyd û şert mafê weşan, radyo û televizyon bi zimanê kurdî bên naskirin.

C. Daxwazên aborî:

I. Divê projeyek taybetî bo pêşvebirina aborî, tîcarî û sînaî li Kurdistanê bê amedekirin. Divê bo vê armancê saziyek fermî bê damezirandin.

II. Serbestkirin û hêsankirina têkiliyên aborî, ticarî, çandî û civakî di navbera Kurdên Kurdistana Bakur (Tirkiye) de û Kurdên parçeyên din yên Kurdistanê.

III. Ji nuve avakirina gundên ku bi sedemê şer hatine xirakirin û dayina tezmînat bo xwediyên wan.

D. Laîsitê :

 I. Divê di pêvajoya ji nuva avakirina Kurdistanê û Tirkiyê de,  şîrovekirina laîsita ku bi nijadperestiyeke totalîter azadîya baweriyê tê pelçiqandin û dijminatiya olî tê kirin bê terikandin.

II. Divê pêwendiya olê û dewletê di çarçova prensîbên demokrasiyê de ji nû ve bê sazkirin.

E. Endametiya Komara Tirkiyê ji bo Yekitiya Ewropayê

I. ji bo Yekîtiya Ewropayê em ne li hemberê endametiya Komara Tirkiyênin, lê di heman demê de ji wê dixwazin ku mafên siyasî, çandî, aborî û îdarî ya gelê Kurd bi Tirkiyê bide qebulkirin û bên bikaranîn.

II. Heta îro Komara Tirkiyê nasnameya neteva Kurd inkar dike, dora bist milyon kurdan ne wekî netew, ne jî wekî kêmnetew  nas nake, reformên biçûk ku hatine kirin bersiva çareserkirina pirsa Kurdistanê nadin. Ji ber vê yekê, ger Yekitiya Ewropayê di vê rewşê de, tarixa guftûgoyê bide Komara Tirkiye ev na ête  wê wateyê ku Komara Tirkiye Kirîterên Kopenhagê yên siyasî bi cih anîne.

F. Rêbaza tekoşîna  siyasî:

Ji bo bi cihkirina  daxwazên  ku li jor  hatine rêzkirin, em bes li gora  nirx û pîvanên demoqratik bi awayek rewa, zelal  û hevbeş tekoşîna siyasî dikin..

Îmza Beshdarên Civîna Parisê:

1)PDK-Bakûr : baranhemze@hotmail.com
2)PSK :  newrozbawer@web.de
3) Komala pişgiriya  HAK-PAR : Dema-Nu@t-online.de
4)Bizava Bakurê  Kurdistan : Kilincm@aol.com
5) KAWA:  hamid1@hotmail.com
6) PIK : hikmetserbilind@yahoo.de
7) Sosyalistên Şoresgerên Kurdistan:  mamaxatun@hotmail.com
Prof. Îsmet Şerif Wanlî
Dr.Musa KAVAL : mkaval@invivo.edu 

Partî û Kesatiyên kurdistanî yên ku di civîna Parisê de ne beshdarbûn, Beyana Parisê di pejirînin.  

PWD
Dr. Sirac BILGIN
M.Serîf Müstak
Konê Reş
Zinarê Xamo

Not:  ji Kerema xwe Pişgirî, dîtin û daxwazên xwe bi Mailan  ji me re bishînin.

 

  Dengê Kurdistan © 2004