PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Civînên bîranîna 100 salîya
Hozanê Nemir Cegerxwîn

Rênas Sutci - Munih

Li bajêren Almanyayê Mannheim û Munîhê ji aliyê Komelên KOMKARÊ ve du civînên Bîranîna hozanê nemir Cegerxwin hatin darxistin. Di civînan da wek gotarvan birêz nivîskar û helbestvan Eskerê Boyik beþdar bû.

Civîna yekem di 15.11.03 yan de li Mannheimê bû û bi beþdarbûna qasî 40 kesi ve pêkhat. Her wisa li bajarê Munîhê jî li 16.11.03 yan de bi beþdarbûna qasî 60 kesi ve pêkhat.

Civîna Munîhê bi axaftina serokê komelê ve destpêkir. Piþtî xêrhatina mêvanan bo hozanê nemir Cegerwxin û þehidên Kurdistanê deqeyek hat rêzgirtin. Dû wê re helbestvan Eskerê Boyîk dest bi axaftina xwe kir. Bi kurtî li ser jiyana wî ya dagirtî sekinî. Ji dayîkbûna wî heta dilovanîya wî bi dûr û dirêj behskir. Cegerxwin çawa tê naskirin û çima ji nav ewqas helbestvanên Kurd qala wî tê kirin. Birêz Boyîk di axaftina xwe de ev usa tarîf kir.

“Di zamanê bere da helbestvanên Kurda piranî ji malbetên devlemend ku axa-þêx bûne hatine. Lê Cegerxwîn ji malek belengaz hatîye û nav tune yê da mezin bûye. Piþtî ku diçe Medresê dibe mele û bo vî karî li çar parçeyên Kurdistanê digere. Gelê xwe ji nêzik ve nasdike. Serhildana Þêx Saidê nemir li ser wî tesîrêk mezin dike. Pistî wê dest ji meletî berdide û dibe endamê Partîya Komûnist a Sûriyê. Pir nema, bi çend hevalên xwe ve Partî ya Demokrata Kurdistan li Sûriyê ava dike. Û bawerîyek xurt bi Sosyalizmê ve gire dide. Cegerxwîn wek neferek gelê xwe bo Azadî û aþîtîyê kar dike. Piþtî teda û zulma giran, mecbûr dimnîne derdikeve dervayî welat û diçe Siwedê. Heta dilovanîya xwe jiyana xwe li wê didomine.”

Birêz Boyîk qala Þaîrên Kurda wek Ehmedê Xanî, Feqîyê Teyran, Melayê Batê, Osman Sebrî, Melayê Cizîrî û hwd.jî kir. Birêz Boyîk li ser Helbestên Cegerxwîn jî sekinî û usa got. “Zimanê Helbestên wî wek zimane xelkê bû, sivik bû, xelk jê fehm dikir. Her wisa wek klaman bû . Loma jî qasî helbestên Cegerxwîn ya tu þaîran nebûne kilam . Wî di helbestên xwe da xizanî û nezanîya gelê xwe jî anîye ziman. Bindestîya gelê xwe, tekoþîna azadîya gelê xwe jî aniye ziman.”

Di beþa pirs û bersîvan da jî gelek pirs li ser Sovyêta kevn jî hatin.Piranî liser rewþa Kurda li Sovyêt a kevn û li welatên nu. Birêz boyîk hemû pirs bi bersîv kirin. Ji çar parçêyên Kurdistanê beþdarvan tev li civînê bûn.Vê civîne jî da xuyakirin ku gelê Kurd wê tim xwêdî li evdên xwe wek Cegerxwin derkeve.

 

  Dengê Kurdistan © 2003