PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Platforma Kurdên Ewrûpa ji
Tony Blaîr ra name þand

Beþa UK (Îngilistan) ya Platforma Kurdên Ewrûpa ku ji 33 partî, komele û înîsîyatîfan pêk tê, li ser bûyerên dawî ji Serokwezîr Tony Blair ra nameyek þand. Di namê da behsa plana Tirkîyê tê kirin ku dixwaze êrîþ bibe ser Kurdistana Baþûr û dagir bike, encamên ve yekê yên xirab tê nîþan dan û ji Blaîr tê xwestin ku dijî vê êrîþgerîyê derkeve.

Name bi Îngilizî hatîye nivîsandin û di malpera me da, beþa Îngilizî da heye. Di namê da usa tê gotin.

“Em êrîþgerîya Tirkîyê û plana dagirtina Kurdistana Baþûr wek xetereke mezin dibînin. Ev yek dikare encamên gelek xirab bide li temamîya Rojhilata Navîn û bi taybetî li Tirkîyê.

Em hemû jî dixwazin ku piþtî ruxandina sazûmana saddam li cîyê wê sazîyeke demokratîk û aramî bê rojhilata Navîn. Lê ev êrîþgerîya dewleta Tirk dikare vê guhartinê bike xeterê. Em bawer in ku dema Kurd, di Ýraqeke federal û demokrat da welatê xwe bi destê xwe îdare bikin, tu zirara vê yekê bi Tirkîyê ra tune. Serda jî, Ýraqeke bi pirpartî û pirdengî, ango ¢raqeke federal û demokrat wê tesîreke baþ bike li ser aþitî û aramîya Rojhilata Navîn.

Divê hûn destûr nedinê ku Tirkîye êrîþ bibe ser Kurdistana Ýraqê. Hemû serokên Kurd ên Ýraqê bi yek dengî dijî vê êrîþa bî dawet û provokatîf in.”

Digel vê nameyê, Kurdên Îngilistanê yek yek bi yek jî ji partîyên sîyasî ra, ji sazîyan ra, bi taybetî ji parlamenterên herema xwe ra name þandin, ew agahdar kirin û ji wan xwestin ku dijî vê êrîþgerîyê bêdeng nemînin.

 

  Dengê Kurdistan © 2003