psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Burkay ji Swêdê hat oxir kirin, li Ýstenbolê pêþvazî lêhat kirin

Dema Nû/Ýstenbol

Þair û siyasetmedarê Kurd, kek Kemal Burkay, piþtî 31sal û  4 meh paþê bi bi bêrî û hesreta welêt û xelqê xwe, ji stockholma paytextê Swêdê hat oxir kirin, li balefirxaneya Ýstenbolê bi germahî û girseyî, bi gul û qurnefilan hat pêþvazîkirin. Hesret û rêpaniya salên dûr û dijrêj ya sirgûniyê bi dawî. “Sembola azadî û Aþtiyê tu bi xêr hatî...”
Burkay, li gel hin heval û dostên xwe, bi hevrêyiya nivîskar Oral Çalýþlar û keça xwe Helînê ji Swêdê bi rê ket û li vbalefirxanenya Stenbolê ji aliyê girseyeke  ber bi çav ve hat pêþvazî kirin.
Girseya ku ji aliye heval, hogir û dostên Burkay  û birêvebir û endamên HAK-PARê ve hatibû berhevan û birêvebirin, bi sietan berê li balefirxanenyê civiyan, kelecan û rêpaniya Burkay destpêkir.
Her pêþve çû kelecan û girse zêdetir bû. De wusa lê hat, demekî paþê aliyek ciyê hatina rê û rêwiyan bi tevahî hat dagirtin. Li ser vê yekê, hêza polêsên heyî têr nekir, bi xwestina tîmên taybet yên polêsan emnîyet û ewleyîyeke ber fireh hat wergirtin, pêþiya girseyê hat birin.
Pêþvaziyeke bi coþ û helbest…
Pêþvazî li gel Serokê Giþtî yê HAK-PARê Bayram Bozyel, Cigirê Serokê Giþtî yê HAK-PARê Hasan Dagtekin, Fehmî Demir, Reþit Deli, Seid Aydogmuþ, M. Celal Baykara, Seher Erol, Umit Tektaþ, Girênendeyê Rojnameya Dema Nû Arîf Seviç, hunermend Seher Erol, Nulîfer Akbal, Azad Ziya Eren û gelek hunermend û nivîskarên din, hêjmareke mezin jin zarok û têgihîþtî bi coþ û cümbüþ, bi gul û peyam, bi xwendina helbest û çarînên wî, hat kirin.
Ýzdihama hatinê…
Burkay, biderîvekirina  balefijrê, ji aliye hin birêvebirên HAK-PARê û cigirê Waliyê Ýstenbolê Ahmet Aydin hat pêþvazîkirin. Piþtî kontiroleke kin û wergirtina walîzan, di dergehê VÝPê de bi qeelebalixiya girseya pêþvazîvan  û medyayê re rûbe rû ma.
Êdî ew dema ku li bendê bûn hatibû, hesreta ji bo kek Kemal Burkay, bi hemû awayî xwe dabû der; îzdiham çêbû, girse û medya li hev weribîn, hema mabû ku Burkay di nav aliyan de bê eckandin. Hema ji carekî ve hemû ew jin û zilam, piçûk û zarok, medya û nûçegihan, dixwestin xwe bigîhînin wî helmêz û rapêçin. De wusa lê hat mecal û firsed nema ku Burkay deve xwe veke gotin û peyamek bide.
Eleqedarî þaþ û mehtel hiþt…
Burkay, di hal û rewþeke weha de bi zor û zerp,  ji destên girseyê hat revandin û wî gihandin Otêla Hill ya Taksîmê.. Burkay bi xwe jî, li hember eleqedariyeke weha him kêfxweþ bûbû, him jî þaþ û mehtel ma bû. Kelecanekî mezin bi wî jî girtibû. Li gor  wî, pêwistî bi gujeguj û giregireke weha tüne bû. Ji beþdarvanên pêþvaziyê û medyayê xwest ku hêj sakîn bin.
Preskonferansek…
Li ser vê yekê, ji bo ku Burkay, peyamên xwe bi medyayê û rayagiþtî re parve bike, li salona Otêla Hillê preskonferansek hat li darxistin. Buryak di vê preskonferansê de peyam, bîr û rayên xwe yên di warên cihê cihê de parve kir. Dîsa wek her carê peyama Burkay ya destpêkê “aþtî û azadî” bû. Burkay, disa di bang û peyama xwe de xwest ku hemû pirs û pisgirêk bi rêya aþtî û demokrasiyê, diyalog û yekgirtinê bên çareserkirin.
“Ezê piþtgiriya pêngavan ji bo aþtiyê bikim”
Burkay, diyar kir ku her pêngava ku  ji bo aþtî û çareseriYê bê avêtin, dê piþtgiriya wê bike. Burkay, “ Dixwazî ev pêngav ji aliyên Hukumetên ve yan jî CHPê ve bên avêtin,  her kî ji bo çareserkirina pirsa kurdî gavek bavêje divê em piþtgiriya wan bikin. Divê pêþiya wan aliyên ku  dixwazin rêya aþtiyê sabote dikin, bê girtin.”
Burkay, di axaftina xwe de eþkere kir ku ew bi eleqederiyeke mezin re rûbe rû maye, ev yek wî gelek kêfxweþ kiriye, lê ev yek ne tene ji bo kesayeta wÎ ye, ji bo ew tekoþîna ku salên dûr û diRêj daye ye.
“Pêvajoy” berlêvekirina çareserkirina pirsa kurdî girîn e”
Burkay di axafitna xwe de bal kiþand ser berlêvekirina çareserkirina pirsa kurdî û weha got: “Hukumetê pêvajoyeke berlêvekirina çareserkirina pirsa kurdî, destpêkiribû.li gor min pêngaveke bi cesaret bû. Ez hêvî dikim, li gel gelek astengan berdewam be. Ezê jî piþtgiriyê bidime vê yekê. Jixwe yek armanca hatina min jî ev e. Divê em xelqê berbi pêvajoyeke bi xwîn û þîdêtê nebin. vegera min, bi saya ew girse, rewþenbîr û polîtîkavanên ku ji bo azadî û aþtiyê tekoþîne, ne. Hukumetê jî pêngavên erênî avêt.”
Program…
Burkay, hevdîtin û sohbetên xwe yên li gel heval, dotst û medyayê dom dike. Dê ev roj (31.07.2011) li Avahiyên Wakfa Sporê ya Bakirkoyê, ji bo Burkay xwarinek bê dayîn. Hemû heval û dostên wî, vexwendiYên vê xwarinê ne.
Burkay, dê di 06.08.2011an de biçe Enqerê û bernameya xwe ya li vir hetanî 19.08.2011an dom bike. Paþê jî di 20 08.2011an de jî biçe Diyarbekirê û bernameya xwe ya li Kurdistanê dom bike.

 

 
   
Dengê Kurdistan © 2011