psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
Hevpeyvîn bi Dilbixwîn Dara ra
Burkay: Hêviya min ya vegerê her demê hebû

Ev hevpeyvîn bi Dilbixwîn Dara ra çêbû û di malpera Awesta da derket (Dengê Kurdistan)

  • Rêzdar Kemal Burkay piştî 31 salan vedigerî welat, hem weke siyasetvan hem jî weke nivîskar û şaîr, tu di nava heyecaneke çawa de yî?

Di nav heyecaneke mezın da nîn im. Lê helbet 31 sal derbaz bûn. Li welat gelek tişt guhariye, hevalên ku diçin tên dibêjin; lê dîsa jî mereq dikim. Her usa, ezê merivên xwe, nas û dostên xwe û cî û warên ku zarotî û xortaniya min lê derbaz bûne bibînim û bona vê yekê kêfxweş im.  Cara pêşîn di sala 1972 da ji welat derketibûm û di 1974 da vegerim. Ango hingê tenê du sal li der welat mabûm, disa jî gelek tişt li min ecêb hatin. Nizanim vêcar çawa be...

  • Dema ku tu berî 31 salan ji welat derketî, hêviya te ya vegerê hebû?

Elbet hebû. Him jî min digot evqas dirêj nake, pir pir sê sal, çar sal… Heya du salên pêşîn min ji bo penaberiyê serî lê neda. Lê mixabin ji sî salî zêde kişand. 

  • Te çenteyê vegerê amade kiriye?

Na, lê ew îşê saetekî ye.

  • Di çenteyê Kemal Burkay yê vegerê de çi heye?

Dema ji vir biçim Elmanya, yan ciyekî dine, tê da çi hebe, ew;  çend kiras, çend kitêb  û hwd…

  • Lihevkirina te û hikûmetê çawa çêbû û li ser çi esasî bû? We çawa li hev kir?

Me û hukumetê hevdu ne dîtîye, ango bi hevdu ra rûneniştine û li ser tiştekî li hevdu ne kiriye. Vedigerim welatê xwe, ewqas. Ji ber ku rewş gor si sal berê, heya, gor sê-çar sal berê gelek guhariye. Li welat av û hewayê sîyasî gor berê nerm bûye. Pirsa Kurd êdî bi serbestî tê qisekirin. Van salên dawî bîr û rayên min jî di çapemenîyê da bi firehî cî digrin. Gelek kes ku rewşa wan jî wek min e, bi serbestî diçin û tên û nas û dost ji min dipirsin, dibêjin „Tu çima venagerî?“ Heya Serokwezîr Erdogan çend caran got ku ez dikarim bi serbestî vegerim. Wezîrê Hundur Beşîr Atalay jî têlefonî min kir û got di derheqa te da asteng ne maye, dozên berê ketine, tu dikarî vegerî. Hingê min jî ev hemû guhartin da ber çavan û biryara xwe da ku vegerim.

  • Te û rêkxistinên kurdî yên li derveyî HAK-PAR lihev kiriye?

Ji bo vegerê lihevkirineke usa tune û ne hewce ye.

  • Tu ji bo karê siyasî diçî?

Ne tenê ji bo wê. Merivekî ku mecbûr bimîne 31 sal ji welatê xwe dûr bimîne çima vedigere ez jî bo wê vedigerim. Jîyan ne tenê sîyaset e.

  • Li kuderê dijî?

Li welat, li cîyekî minasiw… Ezê piştî ku nas û dostan, hevalan bibînim, rayê wan jî bistînim û biryara xwe bidim.

  • Wê tu li welat çi bikî?

Li vir çi dikim, dîsa tiştên usa bikim. Ezê dîsa bixwînim, binivîsim, bîr û rayên xwe bêjim. Bi çapkirina kitêbên xwe mijûl bim. Bigerim, tevî civînan bim û hwd…

 

  • Ji bo vegerê, xemgîn î, lê kêfxweş î?

Helbet kêfxweş im. Lê bibê nebê ezê bîra Swêdê jî bikim. Swêd bû wekî welatê minê dudoyan. Di rêvingîtîyê da pirî caran kêfxweşî û xemgînî bi hevra ye.

  • Wê tu bêriya çi bikî, ji Swêdê û Ewropa?

Bi taybetî bîra nas û dostan, hevalan bikim… Û belki bira demokrati û mafê mirovan jî…

  • Hêvî dikim rojên herî xweş, piştî 31 salên li xerîbiyê, li welat derbas bikî.

Spas dikim, bimînin di xweşîyê da.

11 Tirmeh, 2011

 
   
Dengê Kurdistan © 2011