PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Ji Kemal Burkay ra xelata þiêr ji Îtalyayê!

Þairê kurd Kemal Burkay xelata "Premio Cremona" ya taybetî ya ku li Îtalyayê li bajarê Cremonayê tê belav kirin girt.

Xelata "Premio Cremona", ji aliyê belediya Cremonayê, meclisa wilayeta Cremonayê û komeleya AISM ve tê belav kirin.

Kemal Burkay ev xelata taybetî ya bi navê "kariyera þiêrî" ji bo helbesta xwe ya "Hêlîn" girt.

Kemal Burkay sala 1937ê li dewera Dersimê li gûndê Dirbanê ji dayik bû.

Fakulteya Hiqûqê ya Enqerê xelas kir. Demekî wek avûkat xebitî.

Sala 1967 kitêba xwe ya yekem bi navê Prangalar hat weþandin.

Burkay, di sala 1974an de tevî komek hevalên xwe Partiya Sosyalîst a Kurdistana Tirkiyê (ku îro wek Partiya Sosyalîst a Kurdistan, PSK, tê naskirin) damezirand.

Heta dawiya sala 2003an jî serokatiya PSK kir.

Xelata "Premio Cremona", di roja 15yê gulanê 2004an, saet 15.00 de, li Cremona di Palazzo Cattaneo de pêþkêþî xwediyan hate kirin.

Xelat kemaneke bi zêr e li ser paleketekê û kemanên Stradivarius ya bi nav û deng temsîl dike, ku ji salên 1700 vir de li bajarê Cremona tê çekirin.

Kitêbxaneya Kurdî

www.kurdishlibrary.org

......................................

Helbestên Burkay yên çapkirî:

  • Prangalar. Ankara, 1967

  • Helbestên Kurdi. Weþanên Ronahi, Köln, 1974

  • Dersim. Weþanên Toplum, 1975, Ankara

  • Helin. Edited by Adamek, Karl and Abubekir Saydam and Sabine Kappacher, German, Translation by Editors, Köln, 1975 "Dersim" (Turkish) and 1993 "Azadi û Jiyan/Özgürlük ve Yaþam" (Kurdish and Turkish), 1993

  • Azadi û Jiyan, Weþanên Roja Nu, Stockholm, 1988 (Ýkinci basým, Weþanên Deng, Ýstanbul, 1993

  • Çarin. Weþanên Roja Nu, Stockholm, 1992

  • Yakýlan Þiirin Türküsü. Weþanên Deng, Istanbul, 1993

  • Berf Fedi Dike. Weþanên Deng, Ýstanbul, 1995

  • Can Taþýr Dicle. Weþanên Deng,  Ýstanbul, 1998

Burkay li ser ziman, politika ûhwd. jî pir kitêbê cuda nivîsandî ye.

 

  Dengê Kurdistan © 2004