psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
   
 

Kemal Burkay vegeriya Diyarbekirê

Kevneserokê PSK’ê Kemal Burkay, piştî 31 salan cara ewil vegeriya Diyarbekirê. Burkay, li Diyarbekir banga “bê dengkirina çekan” li PKK’ê û Artêşa Tirk kir.

Navenda Nûçeyan
Serokê berê yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Kemal Burkay ku ev demeke dirêj e ji endamtiya partiya xwe îstifa kiribû û 2 hefte berê vegeriya Tirkiyeyê, îro hate Diyarbekirê. Li ber Balafirgeha Diyarbekirê ji aliyê hezkiriyên xwe ve biç epik, govend û tilîliyan hate pêşwazîkirin. Endamên HAKPAR’ê di pêşwazîkirinê de pankarta “Kemal Burkay; tu bi xêr hatî welatê xwe” vekir. Burkay, dema ji balafirê peya bû û silav da hezkiriyên xwe. Burkay, di axaftina xwe de got “ez pir kêfxweş im ku di nava we de me, ji hatina Diyarbekirê gelek kêfxweş im”.

Piştre Burkay bi konvoyê heta Otela Kervansaray hat û li vir civîneke çapameniyê li dar xist. Burka, bal kişand ku beriya derkeve derveyî welat li Tirkiyeyê tade, niheqî û îşkence hebûye, lê niha ev rewş hinek guheriye û wiha axivî: “Divê mirov van guherînan biçûk nebîne. Ji bo ku em bigihijin azadiya xwe û mafên xwe yên bingehîn, pêdivî bi demokrasî û aştiyê heye. Ji bo vê jî divê pêşî şer bisekine. Divê herdu alî jî sîlehên xwe bêdeng bikin.”

Burkay, destnîşan kir ku heta çek bêdeng nebin, siyaset normalîze nabe û wiha pê de çû: “Di sedsala 21’an de, êdî raya mine w e ku em dikarin daxwazên xwe yên azadiyê bînin zimên. Gelê kur dêdî hişyar bûye û dinya guheriye. Ez bawer im kurd û tirk dikarin weke cînar bijîn. Ne em dikarin wan careke din bişînin Asyaya Navîn û ne jî ew dikarin me ji ser vê axê bavêjin.”

Burkay, li ser pirsa AKnews’ê ya weke “Kongreya Civaka Demokratîk bang li we kiribû ku hûn jî tevli wan bibin, gelo hûn ê li wir siyaset bikin an na?”, bersiveke wiha da: “Hevalan daweteke nazik kirin. Pir spas ji wan re. Lê ez ê li wir siyaset nekim.”

Burkay, derbarê hilbijartina Hatîp Dîcle û hilbijêrên din ên BDP’ê de, wiha berdewam kir: “Xwezî ew bihatana berdan û biketana meclisê. Ez operasyona KCK’ê xelet dibînim. Divê em yên ji çiyê bînin xwarê. Hemû kes bikaribe bi zimanê xwe parastina xwe bike. Divê li Tirkiyeyê bi zimanê kurdî perwerdehî bê dayîn û Tirkiye jî dikare weke Başûrê Kurdistanê be.”

   
   
Dengê Kurdistan © 2005