PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Bruksêl, 11.10.2004

DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ

RAPPORA KOMMÎSYONA EWROPÎ LI SER TIRKIYÊ Û MAFÊN KURDAN

Di 6.10.2004 de, Kommîsyona Ewropî rapporek li ser Tirkiyê weşand û ew pêşkêşî Konsey û Parlementa Ewropî kir. Ev yek ji bo ku Konseya Ewropî karibe di 14.12.2004 de biryara xwe li ser destpêkirina giftûbêjan bi Tirkiyê re, li ser endambûna wê ya Yekîtiya Ewropa, bistîne.

Bi giştî, ji me re xuya dibe ku ev rappor rewşa Tirkiyê baş dinirxîne û pêşniyarên hêja ji bo çarekirina pirsan, derbasbûna maweyan û baldanên (diqqet) ku divên bên kirin dike. Lê li ser pirsa kurdî ew xwe dikişîne û ji peyivîna li ser bingeha pirsê direve. Ew dibêje ku “mafên çandî yên Kurdan dest pê kiriye ku bên nas kirin”, ango mafên fêrên arizî (xusûsî, prîvê)  yên kurdî û weşanên radyo û têlêvîzyonê.

Kesên ku li nûçeyên Kurdistana Tirkiyê baş guhdarî dikin dizanin ku ev her du mafên ku li jor hatine gotin bitenê guherandinên piçûk ên “kosmêtîk” in û ji bo razîkirina Yekîtiya Ewropî hatine kirin. Ev çend fêrên arizî yên zimanê kurdî bitenê ji aliyê çend sed Kurdên gihayî (adult, ne zarok) tên stendin, ji bo ku ew bi pere ne û divê ku ji derveyî zemanê dibistanê bin. Eger em werin weşanên têlêvîzyonê bi zimanê kurdî, ew bitenê di heftê de nîv katjmêr (saet) in û naveroka wan gelek qels e : çend nûçe û çend stran.

Di zagona (qanûn) bingehî ya tirkî de hatiye nivîsîn ku hemî rûniştevanên Tirkiyê Tirk in û ku perwerdekirina fermî (resmî) divê ku bitenê bi zimanê tirkî be. Ango, Kurd ewê hergav weka Tirk bên hesab kirin û zimanê wan ewê hergav li dibistan û zanîngehê qedexe be. Bitenê dema ku zagona bingehî bi awakî vekirî naskirina zanava (nasname, kimlik, hewiyye) û zimanê kurdî binivîse emê karibin li ser guherandineke rast bipeyivin.

Eger em werin hin partiyên siyasî yên kurdî, ew lêgal in, lê bi awakî fermî weka partiyên tirkî tên hesab kirin !  Li gora Tirkiyê, divê ku navên wan tirkî bin û divê ku ew bi xelkê xwe re bi tirkî bipeyivin !

Bitenê dema ku Tirkiye bi rastî – di zagona bingehî û di pratîkê de – mafên çandî û siyasî yên Kurdan bipejirîne (qebûl bike) ewê hêjayî ketina Yekîtiya Ewropî be.

Pervîn CEMÎL
Serok  

BUROYA KURDÎ

ya Pêwendî û Agahdariyê vzw - asbl

ENDAMÊN RÛMETÊ :ADANG Frans, BAUTHIER Georges-Henri, CARLIER Jean Yves, DARAS José, DE PATOUL Serge, DHAENE Jan, GALAND Pierre, GABRIELS Jaak, GOFFOEL Marianne, ISTASSE Jean-François, MILLER Richard, MONNOM André, MOREELS Reginald, ONGENA Hugo, PATAER Paul, PIERRART Pierre, REMACLE Eric, SANT' ANGELO François,SILLIS Cecile, SLEECKX Jef, VAN DIENDEREN Hugo, VAN LANCKER Anne, VERSNICK Geert.

Quai aux Pierres de Taille 11,1000 BRUXELLES tél. 02/219.80.60 ; fax 02/219.24.10 ;

 e-mail : kurdishbureau@pi.be    www.kurdishbureau.be   Cpte 310-1214627-79

 

 

  Dengê Kurdistan © 2004