PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ

KURD Û DIYALOGA YEKÎTIYA EWROPÎ-TIRKIYÊ

Di 17 Kanûn 2004 de, Konseya Ewropî li Bruksêlê biryar stend ku dyalogê bi Tirkiyê re di 3 Çirî 2005 de dest pê bike û xwe spart rappora Kommîsyona Ewropî ya 6 Çirî 2004 û ya Parlementa Ewropî ya 15 Kanûn 2004.

Kurd, bi giştî, dixwazin ku Tirkiye bibe endama Yekîtiya Ewropî, lê bi mercê ku ew xwe dêmokratîk bike û mafên Kurdan nas bike. Lê, ew dizanin ku rê hîn dirêj û tije zorî ye.

Her du rappor « mafên tam » ji bo Kurdan dixwazin, lê ew ji binavkirina van mafan û ji nivîsîna gotina « Kurdistan » direvin û dêlva wê gotina ne zelal « Başûrê Rojhilat » bi kar tînin. Ev yek dibe weka ku Yekîtiya Ewropî navçeyên Beljîka bi Bakur, Başûr û Navend, dêlva Flandr, Wallonî û Bruksêl, bi nav bike. Gelo Yekîtiya Ewropî xwe girêdide eynî zimanê qedexekirinê  ku berpirsiyarên siyasî yên tirk ji bo Kurdan û navçeya wan Kurdistan bi kar tînin ?

Eger em werin Kurdên Tirkiyê, yên ku ne PKK (KONGRA-GEL) ne fêdêralîsmê dixwazin û yên ku girêdayî PKKê yan yek ji rêxistinên wê yên satêlît (DEHAP, parlementerên berê Leyla Zana û her sê hogirên wê, KON-KURD, Kongra Neteweyî ya Kurdistanê, Komîtê Kurdistan, Roj-TV …) in dixwazin ku Kurd di zagona (qanûn) bingehî ya tirkî de bên nivîsîn û ku ew karibin kurdî weka zimanê perwerdekirinê bibijêrin. Ango, evên dawîn fêdêralîsm û otonomiyê napejirînin (qebûl nakin) û bitenê mafên çandî dixwazin. Bi vî awayî, bi xwestina mafên kêmtirîn, ew dixwazin di eynî zemanî de di çavên hem Tirkiyê û hemî jî Yekîtiya Ewropî de xweş xuya bibin û bibin muhatabên wan ên tenê.

Rappora Parlementa Ewropî pirr aşkere piştgiriya partiya ku bi awakî ne fermî kurdî ye, DEHAP, û Leyla Zana û her 3 hogirên wê, di bend CC. de, dike : « Leyla Zana û hogirên wê li dawiyê ji girtineke ne dad (adil) hatin azad kirin û ew nuha ji bo entêgrasyoneke baştir a Kurdan di riya bingehî ya jiyana siyasî li Tirkiyê de dixebitin ».

Kurd dizanin ku Yekîtiya Ewropî li ser mafên mirov û mafên hindikayiyan gelek radiweste, lê ew hemî napejirînin ku Kurd bi « hindikayî » bên bi nav kirin, lê ji bo sedemên (sebeb) cihê : Ên ku ne PKK ne û ku fêdêralîsmê dixwazin dibêjin ku ew gelekî ji 40 milyonan, ku di çar beşan de hatiye parçe kirin û ku ji hezaran sal de li navçeyeke ku navê wê Kurdistan e dijî, ne. Ên ku girêdayî PKKê ne di bin fermanên (emr) serokê xwe Abdullah Öcalan, ku ji 1999 de li zîndana Imrali ye û ku bi dora xwe di bin fermanên dergevanên xwe, gênêralên tirk, de ye, de ne : Ew dibêjin ku Kurd avakerên eslî yên Komara Tirkiyê ne û pesna Ata-Türk û Komara Dêmokratîk didin !

Ne Dewleta Tirkiyê û ne jî PKK ferzend (firset) didin Kurdan ku xwe bi awakî xurt pêk bînin. Em hêvî dikin ku di dirêjayiya salên vê dyaloga Yekîtiya Ewropî-Tirkiyê de meydaneke dêmokratîk çêbibe û bihêle ku hemî Kurd beşdarî jiyana siyasî bibin. Û em hêvî dikin ku Peymana Lozan a 1923 dubare (tekrar) nebe !

Pervîn CEMÎL
Serok 
      

BUROYA KURDÎ

ya Pêwendî û Agahdariyê vzw - asbl

ENDAMÊN RÛMETÊ :ADANG Frans, BAUTHIER Georges-Henri, CARLIER Jean Yves, DARAS José, DE PATOUL Serge, DHAENE Jan, GALAND Pierre, GABRIELS Jaak, GOFFOEL Marianne, ISTASSE Jean-François, MILLER Richard, MONNOM André, MOREELS Reginald, ONGENA Hugo, PATAER Paul, PIERRART Pierre, REMACLE Eric, SANT' ANGELO François,SILLIS Cecile, SLEECKX Jef, VAN DIENDEREN Hugo, VAN LANCKER Anne, VERSNICK Geert.

Quai aux Pierres de Taille 11,1000 BRUXELLES tél. 02/219.80.60 ; fax 02/219.24.10 ;

 e-mail : kurdishbureau@pi.be    www.kurdishbureau.be   Cpte 310-1214627-79

 

  Dengê Kurdistan © 2004