PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

SERHİLDAN Û BERXWEDAN
KAR Û XEBAT
WEK PÊLÊN AVÊ Lİ HEV SÎYAR DİBE

Êdî kes nikare bêje ku Kurd mirî ne, kes nikare bi navê tiştên ne dîyar me bixapîne. Êdî em jî gor zemanê him li welat him jî der welat gav davêjin. Xwefiroş û neyar nikarin pêşîya pêlên serhildanê bigrin.

Pey serhildana Kurdistana bindestê  Surîyê, li hemû derên dinyayê, ji Hewlêrê bigre heta Amûd, ji Mehabad ta Ûrmîye, ji Emerîqayê ta gelek bajarên Avrûpayê Kurd rabûne ser pîyan.

Li derveyî welat pêwist e rola rêxistina HEVKARÎyê li van çalakîyan da  em bînin ser ziman. Bi rastî ev rêxistin di van dawîyan da karên baş û kêrhatî amade dike, erkê ser şanê xwe tîne cîh.

Bi banga HEVKARÎyê 17 mehê li serbajarê Belçîkayê Brusselê, Kurd komî ser hev bûn. Di nîv roj mabû ku îzn hate girtinê û ev çalakîya girîng pêkhat. Roj roja xebata însanan bû, wextek kurt da Kurd hêzên xwe seferber kirin û saet 11 xwepênîşandan û mitîng pêkhat. Nêzikê 3 hezar kes di bin ala rengîn da beşdarê çalakîyê bûn. Dilê xwe bi dîlê keç  xortên Dêrikê, Qamîşlo, Amûdê, Serêkanîyê, Hasîça, Efrîn, Kobanî,bi kurdên Şam û Helebê va kirin yek.

Ez bawer dikim ku dirûşmên jêrîn, naveroka tawanbar kirina rejima Surîyê, piştgirîya Kurdan baş nîşan dike.

“KURDİSTAN YEKPARÇE YE, QAMÎŞLO HELEPÇE YE”, “ BİJÎ KURDİSTAN”, BİJÎ SERHİLDAN”, “BİJÎ BERXWEDAN”  “ BİJİ KURDİSTAN BİMRE HUZAM” SERHİLDAN BO KURDİSTAN, SİLAV Û RÊZ BO ŞEHÎDAN”, “ ŞEHÎD NAMİRİN” “ BİJÎ KURDİSTAN; BİMRE TEROR”

Di mitîngê da Parlemana Avrûpayê ya Belçîkî xanim Neily Mors peyîvî û uha got:

“…. me we gelek baş fehmkir. Em bi we ra ne.Hun ne tenê li Surîyê her usa li hemu parçên Kurdistanê da dixwazin di nav aşitî û azadîyê da bijîn. Divê vê lexzê di heqê vê yekê da lêkolîn bê kirinê.. ….” Û gotara xwe bi “Bijî Kurdistan!” va anî dawî.

Şandeyek Kurdan çûne Parlementoya Avrupayê û ji wana, bo piştê nîvro pey xilas bûna çalakîyê qewl dan ku hevra rûnên. Hin saet dudo nebûbû, heyeta Kurdan bi grûba Çep ya Parlementoyê va rûniştin. Piştra dor bi dor wê cîvîna wana bibûya. Carek dîsa me dît ku heke em karê baş bikin, dilsoz û dostên Kurdan roj bi roj wê pir dibe û her usa me tenê nahêlin.

Gelek hunermend Kurd wek Şivan Perwer, Şirîn, Seid Gabarî  yên mayîn beşdarbûn. Bangê Hunermendên avrupayê kirin ku piştgirîya gelê Kurd bikin. Di nav Kurdan da yekitî û biratîyê xwestin. Di nav partî û rêxistinên Kurdan da geş kirin û pêştabirina tevxebatê kirin.

Ji alîyê beşdaran gelek gotar û helbest hatine xwendinê. Bi her alî va plan û rûreşîya Baasîyên şovinîst û diktator eşkere kirin. Yekmalbatîya Baasîyên Sûrîyê û xwinrêjê gor bi gor saddam anîne ser ziman.

Di qada xwepînîşandanê da gelek belavokên bi zimanê îngilizî, belçîkî û kurdî hatine belav kirinê. Her usa bo Parlementoya Avruupayê jî îmza hatine komkirinê.

Her di we civîne da daxûyanîya HEVKARÎ jî hate xwendinê. Li ser sîyaseta Baasî yên talan, zîndanî kirin, kuştin û kirinên wanê kirêt hatibû destnîşan kirinê. Her usa rejima Baasîyan sucdar hate îlan kirinê.  Di dawîyê da daxwazên Kurdan li xalên jêrîn da hatîbû eşkere kirinê:

-         Rakirina hemû tiştên awarte dijî gelê me li hemû heremên kurdî li Kuurdistana Sûrîyê.

-         Damezrandina komiteyeke paqij û dûrî nêrînên Baasa Eflaqî, bi çavnêrîya, Amnestî û Komîteyên Mafên Mîrovan di Rexistina Milletên Yekbûyî da.

-         Hamû berpirsîyarîyên vê komkujîyê radestî dadigehan bikin, ku kujerên cengan dijî mîrovanîyê ne,

-         Nasandina mafê kurdan di qanûna bengehîn da bi cîh kirin.

Usa dîyar e ku xwepênîşandanên Kurdên welatparêz û dilsoz li derveyî welat wek pêlên deryayê her biçe wê xurt bibe. Bo layîqê cangorîyên Kurd û Kurdistanê bibin, kîjan erdê hebin wê dilopek tevî vê pêla deryayê bikin. Heta bighijine armanca pîroz.

Cîvîn bi gotar û marşên netewî yen dilsozê welat, Şivan Perwer va gihîşte pelekan heri geş û coş. Beşdarvan nedixwastin ku ji meydanê derkevin. Bi ragihandina revabirê civînê gelê me bê dilê xwe ber bi trombel û basên xwe meşîyan. Ji alîyê din bo rojek paşê meşa li Denhagê plana xwe çedikirin.

 

  Dengê Kurdistan © 2004