PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Çalakîya Kurdan li Atîna

Wek tê zanîn, li 12’ê Adarê bûyerên Qamişlo destpê kiribû. Li 15ê Adarê hemu hêzên Kurdan, ji her beşê Kurdistanê (xên ji hêza Cumhuriye el Demokrasî) meşekî mezin çêkirin. 1500 kes beşdarîya meşa rojavayê Kurdistanê bûn. Kurdan heya li ber sefereta Surî meşiyan û li ser seferatê diktatorîya BAASê protesto kirin. Her usa komîta meşê nameyek da bo Parlemanê Yewnan, nûnerê Yekîtîya Ewropa û Sefarata Amerika.

 Newroz li Atîna

20 Adarê Kurdan bi şahiyek mezin cejna xwe Newroz pîroz kirin .İsal nêzikî hezar kes beşdarê şahîyê Newrozê bûn. Axaftina şevê bi zimanê Kurdî û Yewnanî çê bû. Giranîya axaftin îsal li ser Federasyona Kurdistan û bûyerên Kurdistana Rojavayê bû.

Koma Niştiman govenda gelek aliyên Kurdistanê pêşkeşê beşdaran kir. Hunermend Delal ji bi stranê xwe va şevê Newrozê xemiland. Şayîya newrozê li Atina ji alîyê PSK, PDK-Iraq, PDK-İran, PDK-B û PDKS-Yekîtî ve hatibû amade kirin.

 

  Dengê Kurdistan © 2004