PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 
Çawa ez dikarim kompiyûterê xwe ji vîrûsan biparizim?

Cankurd

Bêguman roj bi roj di nav destêd roşenbîrên me da kompiyûter bêtir pêda dibin, hejmara wan di Kurdistanê dikeve serhev. Eve jî ji wan re alîkariyek mezin e ji ber ku bi rêya kompiyûterê ewan asantir karê xwe yê nivîsandinê dikin, û bi rêya Internêtê têkiliya xwe bi cîhanê re bi zûkî li dar dixînin, berhemên xwe jî di nav sînor û sehedan re derbas dikin û bi hev re dikevin gengaşî û axiftinê, hene jî bi rêya Intêrnêtê hevdu baştir dinasin û hevdu dibînin. Lew re kompiyûterekî baş deriyê têkiliyin baştir vedike.

Mixabin! Bi vê pêşkeftina teknîkî ya nûjen re hinek nexweşiyên giran jî pêda bûne, mirov li ber kompiyûterê bêtir dem derbas dike, ku para zarokên xwe ji hevjîna malê kêmtir dike, piştêş, çavêş û sereş jî li gel bêliviya lingan bi xwe re wêraniyê tînin, lê ji wan nexweşiyan tevan mestir berbadkirina demê ye li ber kompiyûterê bo sîlkirina vîrûsan û paqijkirina hembara (Festplatte) kompiyûterê ji wan hêrişên biyanî, ku herroj çêdibin û jîna mirov tahldikin.

Bi peyketina şîretên wan kovar û malperan, ewên ku çareyên sîlkirina vîrûsan ji me re diyardikin, gelek dem û kat ji temenê mera dicin û mera di nav wan şîretên pir û rengareng da hin caran winda dibe, nizane çi bike. Bo vê yekê pêwîst e em bizanin, ka van vîrûs çine û çi pêwîste, ku em xwe ji hêrişên wan biparizin, ewên bi piranî ji aliyê xêrnexwaz û saziyên neyarî ve tên ser me, bi armanca herifandina her malperek kurdayetiyê û ji nav birina xebata her kurdekî /ê  xebatkar bi rêya tijîkirina e-maila wî / wê bi nameyên, ku bi vîrûsan dagirtî?

Vîrûs çiye û çawa kardike?

Berî her tiştekî divê em bizanin, ku bi kar anîna peyva Vîrûs yekemîn car di vî warî da sala 1984 ji dev Fred Cohen di semînarekê da li ser astengên bi vê şêweyê hatiye bihîstin. Vîrûs dikeve nav bernameyekê, xwe bi wê re pirtir û firehtir dike. Lê belê dataya, ku vîrûs di nav da, çi di e-mailê da û çi di hembara kompiyûterê da be, ne ziyankar e, heger ew data neyê vekirin an bi kar anîn, tenê gava ez vîrûsê bihirhitînim (aktîv bikim) an jî datayê vekim, ew wek hovê di qefesê da, ku tê azadkirin, dest bi herifandinê dike û ziyan jê pêda dibe. Wilo pêwîste, ez wan datayên guman li ser heye, ku vêra vîrus hatiye, yekser sîl bikim û ji sepeta gemarê jî sîlbikim. Divê ez wê bê desttêdan ji ortê rakim.

Weku mirov dixwaze û hezdike zar û pişt û neviyên wî pir bibin û dora wî şên bikin, vîrûs jî bîzava xwe dike, ji xwe hinek wek xwe pêda bike, bi wê şêweyê malwêraniyê di kompiyûterê da çêdike, û carina teviya sîstemên fîrm û bank û saziyan tev li hev dixîne an jî dide rawestandin, ku ziyanek diravî ya mezin ji ber wê yekê pêda dibe. Hinek vîrûs jî hene wek bombeyên demkî “Dempîvkî” paş demekê dest bi herifandinê dikin, çiqas ziyanê pêda dikin nexweya ye, ewan davêjin ser bernameyan û gava bername dikeve xebitandinê, vîrûs dest bi nebaşiyê dikin.

Vîrûs bi rêya activX jî bi zûkî derbas dibin nav kompiyûterê. activX pêvaçûyek xebitandinê ye, ji aliyê Microsoft ve hatiye pêdakirin, ku bi rêya wê hinek bername bên xebitandinê, li dera ku ew dixwaze. Lew re activX pir lawaz e bo nûkirina sîstemên bi kar anîna kompiyûterê, lê dîsa jî pêwîstin. Bi activX bernameyên bingehîn (Wek Windows) bi terzekî online tên tazekirin. Bê activX tazekirina online (update) çênabe. Lê bi wê bernameyê jî Microsoft dizane çi sîstem û bername di kijan komiyûterî da kardikin û dikare bi asanî wan nûbike û gelek agahdiyan li ser rewşa wê kompiyûterê li ba xwe bicivîne. Ji ber ku activX her 5 lêdankan (deqeyan) carekê ji aliyê Microsoft ve bi kar tê, lew re deriyên kompiyûteran ji Hespên Trowadî re jî di wê navê da vekirî ye. Ji aliyekî ve sîstem gava tê nûkirin gelek kêmaniyên berê ji ortê radibin û hinek şaşiyên, ku hebûn, tên rêşkirin. Hema dîsa jî baştirîn systemên bi kar anîna kompiyûterê nekanin xwe ji ber hêrişa Hespên trowadî biparizin.

Kurmik (worm) vîrûs in, lê ewan bi serê xwe ne, ne pêdiviyê datayekê ne, ku xwe di nav da bipeçinin. Bê hemdê me û bê ku me agahdar bike, kurmik di deriyên jar ên sîstemê re derbas dibe nav bernameyên di kompiyûterê da hembarkirî û bi rêya “Hespên Trowadî”, ku carina bernemeyin navxweşikin, mirov hezdike wan li kompiyûterê xwe barbike, derbas dibin û paşku ciyê xwe di hindirê malê da digirin,bedkariya xwe dikin. Grîkan (Yûnanan) bi rêya Hespê Trowadî, ku ji dar û textan çêkiribûn û komek şervan di zikê wî da veşartibûn, gelê Troya xapandin û gava Troyanan hespê grîkan derbas hindir keleha bajarê xwe kirin û şeva xwe bi kêfxweşî û serxweşî qedandin, wan şervan di tariyê da daketin û dergevanên kelehê kuştin û dergahê bajêr ji leşkerên xwe re vekirin.

Divê mirov baş li e-mailên xwe binêre, ka çi jê ra hatiye. Wan datayên, ku tenê metnên nivisandinê ne (text), an wêne û video ne bê ziyanin, di nav wan da kodên vîrûsan nayin veşartin. Lê wan datayên ku wek EXES, Executables, PIF in û bername ne pir dijwar in û têda vîrûs bi asanî tên pêçandin. Carina jî paşpirtikên wek: EXE ji aliyê Windows ve nayên diyarkirin.

Pêwîste mirov kompiyûterê xwe bi (Scanner) ên Dij-Vîrûs (antivirus) wek (F-Port û Norton) her çend rojan carekê paqij bike. Lê belê F-Port tenê ji bo MS-DOS e, hema Norton an AVG datayan, arşîvan (ZIP-Data), Messenger, e-mailên di Outlook da, dide ber pirskirinê, ka di wan da Vîrûs hene an ne. Pir giring e mera di sepeta gemarê da jî binêre, dibe di wir da datayek sîlkirî, ku têda vîrûs hebin, hîn maye. Ji ber vê yekê paqijkirinek tevayî ne şaş e.

Gava mera bixwaze, mera dikare bi şêweyekî ondine û bê peredayîn jî bi rêya bernameyek Dij-Vîrûs  a wek (Microtrend), ku di bin vê Linkê da ye (www.microtrend.com) kompiyûterê xwe bide ber tênêrînek baş.

Pêwîst e mirov ji xwe re e-mailekê li ba hinekan bistîne, ku bernameyên rêgirtinê li Spam (POP-Blocker) û (Spam-Filter) lê hatine siyarkirin. Bo rakirina (Spam) ji nav e-mailê, pêwîst e mera kanibe bi şêweyekî online derbas be nav e-maila xwe. Spam wan name ne, ku mera naxwaze bên lê dîsa jî her roj e-maila me tijîdikin bi name û bangeşîniyên biyanî. Peyva Spam di vî warî da ji skêtşa Monty Python hatiye birin. Li vir bernameya Pegasus Mail a Newseelandî navdar e, ku di sala 1990î da, ji aliyê David Harris ve hatiye pêdakirin û di bin vê Linkê da heye: (http://www.pmail.com) . Hinde kes GMX û UNIX baştir dibînin. Di van bernameyan da jî pêwîste mirov ne her pêvekekê (attachment) binikilîne.

Gelek kes bi rêya Internet-Explorer a Microsoft an Engima-Browser an jî Internet-Firefox derbas dibin nav Interentê, lê ev jî ne bê dijwarî ye. Bêguman gava mirov bêsim (Wireless-lan: Bêtêl) ji kompiyûterê xwe dikeve Internetê, di wan da Hotspots hene, rê piçekî li ser vîrûsan digirin, wek wan jî gava di malekê da bêtir ji kompiyûterekî hebin û bo pevgirêdana wan (Router) hatiye bi kar anîn. Di wê rewşê da bo paristina sîstema Router dîwarekî paristinî wek (Firewall – Dîwarê agirî) heye. Eve jî paristina kompiyûteran baştir dike, lê gava mera sîstemekî nû yê xebitandinê bi kar tîne, ew dîwarê paristinê ji xwe ne pêwîst e.

Histobariya Dîwarê Sotînê (Brunning Wall) ewe, ku hajê hebe kes bi asanî derbas nebe hindirê kompiyûterê. Ji van dîwaran hene bê pere ji Internetê tên daxistin, azad in (freeware) wek (Zone – Alarm). Li ba Norton jî bernameyek taybet bo paristina Internetê “Internet Security” heye, lê pêwîste mera bo daxistina wê pere bide. Ta bi kar anîna “Zone-Alarm” jî ne sedased ciyê baweriyê ye. Carina bi bersîvdayîna pirsên nûkirina Windows (Update) ra gelek qerêj pêda dibe.

Li dawiyê, em dikarin bibêjin, ku barkirina bernemayek Anti-Virus li kompiyûterê gelek giring e, standina e-mailekê, ku hindik Spam dikeviyê baştir e, û venekirina her nameyekê, ku wek Spam hatiye, me ji gelek hêrişên biyanî diparize…

 

  Dengê Kurdistan © 2004