PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 
Nêrînek di ramyariya derveyî ya Amerîka da

Cankurd

Di serî da, pêwîste em bizanin, ku siyasetkarên derodora serekê amerîkî Gorge W. Bush ne wek adetê ji wan siyasetvanên rêpublîkanên qeraxê rojhilatê Amerîka ne, ewana di binyada xwe da kevneşopin, lê bi piranî ji başûr û rojavayê welêt in û alîgirên desteya “Born again Christian” in, ewên ku paş têkçûna sazmana komonîst di Rûsiya û Ewrûpa Rojhilat da, bizavek germ û fireh dikin, ku xwe wek hilgirê ramana avakirina cîhanek nû ne, û li ser milên wan histobariyek mezin heye, didin nasdan. Evana bi “îdiyolociya” serkêşiya cîhanê ji aliyê Amerîka ve bawerin, ew îdiyolociya, ku konsirvatîvên nûjen “NEWKON” li tevnê xistine û lê xudan derdikevin. Li ba van di ciyê lişt û berjewendiyan da, bêtir “Moral” û giranbuhayîyên filetiyê ciyê balatir di rojeva ramyarî da distînin û pêwîste ramyariya derveyî jî li gor vê baweriyê bite ristin. Di vê îdiyolociyê da weku di her îdiyolociyekê da, ewê li dij wê hevalê Şeytên e û neyar e, û ewê li gel wê ye divê dev ji rexneyê berde.

Gorge W. Bush paş 11ê septemberê 2000, ku tê da herdu bajarên amerîkî yên navdar New York û Washington ji aliyê tevgera “Alqaîde” ve bi hovîtî hatin hêrişkirin, ji protokola Kyoto derket, peymana çekên biyolocî û ya dadgeha navnetewî ya tawanbarkirinê îmze ne kir, rê da bo firoştina çekên hêrişkirinê bo Taiwan, ku di navbera wê û Çînê da neyartî ji zû ve tûj e û “Polîtîka  Roşengiyê” ya serekê Koreya Başûr li hember Koreya Bakur bi kar dihanî li erdê xist. Li Rojhilata Navîn jî wan bizavên bo aştiyê, ku serakê amerîkî yê berê Bill Clinton di navbera Barakê îsraîlî û Arafatê filistînî da kirine, di cî da hêştin, û wilo diyar kir, ku ne xema Amerîka ye çi di navbera Ereb û Cihowan da çêdibe. Eve jî ji bo serhişkên herdu aliyan wek delîveyekê bo xweragirtina req û hişk li hember hevdu hat bi karhanîn.

Afganistan, weku welatekî giring bo kêşana boriyên gaz û petrolê di navbera Asiya ya Navîn û qeraxên zireya hindî da, ketibû bin destê Mele Omer û şagirdên wî “Taliban” û ewana jî bi tevayî ji serekên “Alqaîde” re, Usam e Bin Ladin û Dr. Eymen Zewahîrî, bûbûn wek gustîlkê tiliyan. Evana jî berpirsên wan hêrişên têroristî yên hovane bûn dij bi Amerîka.

Gorge W. Bush ji ber baweriya xwe ya olî û baweriya bi rêberiya Amerîka di cîhanê da, û ji ber ku ew serakê hêzdartirîn dewleta cîhanê ye, dest bi livek şervanî kir û di serî da li Afginstana, ku ji aliyê geostratîcî va, bo Amerîka pir giring e. Rojnamevanê amerîkî Jay Tolson, ku ji “US News & World Report” e, gotibû, ku paş lêdana 11ê Sep. 2000 gelê amerîkî pêdiviyê serekekî livbaz bû, Gorge W. Bush liviya, rast an çewt ne giring bû, hema pir giring bû, ku yek tiştekî bike. Lê li ba hembervanê wî yê demokrat John Kerry mera nizane, ka ewê tiştekî bike an ne… Bo vê yekê jî amerîkanan carek dî Gorge W. Bush hilbijartin, tevî ewan dizanin, ku ew amade ye bo şerkirinê bi her welatekî re, gava gumanek piçûk li ser hebe; ew hema piçekî dilxweşiya xwe bi karê têrorîstan bîne, û cobarka welatên ji “Qoçê hovbaz”in, li ba Gorge W. Bush û hevkarên wî yên bawermend cobarkek dirêj e.

Ji ber va nêrîna, ku wek “Bush Doktrin” tê nasîn, Afganistan hat hêrişkirin û deslatdariya Taliban hat roxandin û perçiqandin.

Iraq ji zû va, hîn di dema fermandariya Bill Clinton da, wek welatekî “Neyar” hatibû berçavkirin, lê belê hîngê tiştek bi seriyê Seddam Husên ê hov ne hat kirin, lora ku Bill Clinton di nêrînên xwe yên ramyarî da ne wek Gorge W. Bush e, û hinde faktorên dî yên tawanbarkirinê bo lêdanek leşkerî dij Iraqê pêwîst bûn, da ew livbaziya leşkerî mîna “karekî rêbaz” ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (UN) va bihata pejirandin.

Paş cenga Kuweytê sala 1990î sîstema Baas ê dîktator giha ber têkçûnê lê belê bi egera şaşiyek serekê amerîkî yê berî Bill Clinton, Gorge Bush, ku bavê serekê niho ye, ew sîstem ji mirinê rabû, serhildanên Kurdan û Şîîyan, ku piraniya gelê îraqî ne, pelixandin û Seddam neyartiya xwe li hember Amerîka gihand wê pileyê, ku wêneyekî bavê serekê amerîkî yê niha di deriyê hotêla Al-Rashîd da çêkirî bû, ji aliyê her kesekî va dihat pêlêkirin. Bi ser va jî Seddam Husên bizava xwe bo kuştina wî kiribû, gava ew hatibû serîlêdana Kuweytê, paşku dest ji serekatiyê berda bû.

Li kongireya dawî ya partiya Rêpublîkanî berî hilbijartina paşîn, li New Yorkê, Gorge W. Bush kanî bû hêrişa xwe li ser Iraqê wek “Bereya navîn” a “Cenga li hember Têrorê” bifiroşta endamên partiyê, tevî ku hemî lêkolînên zanyarî bi cih kirin, ku Seddam Husên ji aliyê bi destxistina çekên qirkirina tevayî va ne giha bû wê pileyê, ku tirs jê bê, û têkiliya wî jî bi têrorîstên “Alqaîde” re ne hat diyarkirin. Eve jî serkeftin û piştvaniyek bo ramyariya Gorge W. Bush bû. Di dîtina vê ramyariyê da, an jî li gor “Bush Doktrin”ê her welatekî, ku “neyar”e an ne di bin kontrola Amerîka da ye û çekên qirkirina tevayî di destên wî da hene, dibe ku wan çekan bide têrorîstan û ev jî deriyê dijwariyek mezin li ser Amerîka vedike. Lew re pêwîst e, ew welat bite hêrişkirin an bindestkirin an kontrolkirin. Hêrişa ser Iraqê û roxandina sîstema Seddam Husên ê dîktator li ser vê bingehê bû û bi ûşt û egera „gumankirinê“ hat biryarkirin.

Weku di „Truman-Doktrin“ da, ya sala 1947ê, li ba hevalbendên ramyariya Gorge W. Bush, pêwîst e ne tenê di cîhanê da hêminî û cîbecîkirin hebin, lê belê pêwîst e  ew „baştir“ bite li darxistin û sazkirin. Divê „Hîviya Demokratiyê, pêşkeftinê, bazar û aborîya azad li her koşek cîhanê hebe…“ Kî li hember vê derkeve, xwe wek neyarekî Amerîka an wek „Têrorîst“ dide tawanbarkirin û wê hêza Amerîka berçav bike. Armanca vê polîtîkê, wek zanayê alman Ernst-Otto Czempiel dibêje „Lîberal e, hema stratîciya bi karhanînê Konsêrvatîva nûjen e.“

Ji bingehên vê doktrînê ye, ku cîhan serkêşiya Amerîka di dûzankirina tevayî da bipejirîne û mafê wê hebe bo bi karhanîna zorê, gava gumanêd wê li ser welatekî an saziyekê pêda bibin. Di ramyariya amerîkî ya niho da „Moral“- li gor ravekirina deselatdarên Mala Sipî ciyê serekîn distîne û zor wek aceta pêşîn bi kar tê.

Baş e, wek Kurd dibêjin:“Te çi jê?!..“

Bêguman bi kêmtirîn du welat dî ji Iraqê pê ve, ji van welatên, ku Kurdistan di nav xwe da parkirine, wek welatên „ne dost“ ji aliyê ramyariya amerîkî va tên jimartinê. Yek Iran e û yê dî Sûriye ye. Heger em ramyariya amerîkî baş binasin, emê baştir stratîciya xwe li hember van herdu welatan birêsin. Li ser vê yekê jî ez dibînim, guftegotin li ser ramyraiya amerîkî ya derve bo avakirina stratîciyek kurdî ya rêk û pêk pêwîst e û ji polîtîknasên kurd tê xwastin, ku xwe bi vê yekê gêro û mijûl bikin.

Ta carek dî hûn bimînin di xêra Xwedê da.  02.12.2004

 

  Dengê Kurdistan © 2004