PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Li Berlînê Şehîdên Hewlêrê hatin bîranîn

Di 15ê Sıbat 2004an da, li Berlînê ji bo bîranîna şehîdên Hewlêrê civînek çêbû û berpirsiyarên partiyên Kurd û Iraqî,  komele û saziyên Kurd û kesayeti beşdar bûn.

Civîn ji aliyê çar Partiyên Kurdistana Başûr liqa Berlîn hatibû amadekirinê.

Bîranîn, bi rêzgirtin ji bo şehîdên Kurdistanê û Hewlerê û bi lêdana sirûda kurdî ya netewî "Ey Reqîb" ji aliyê hunermend Demoqrat Taha ve dest pê kir.

Nûnerên parti û rêxistinan peyamên xwe pêşkêş kirin. Hin kesan ji axaftin kirin, hinek şairên Kurdan ji helbestên xwe xwendin.

Bi navê Partiya Sosyalist a Kurdistan ji, Unal Yardimci peyama partiyê xwend.

Hin kesên ku di civînê da amade bûn, ji bo rêzgirtina şehîdan, 10 navên şehîdan xwendin û mumên ku li ser maseyekê hatibûn danîn, ji bo her şehîdekî mumek vêxistin.

Axaftinên ku di civînê da hatin kirin, pirani li ser daxwaza netewa Kurd ya federalizmê bû. Axaftvanên Kurd û İraqî, piştgiriya xwe bi federalîzmê anin zman û terorê wekî dijminekî hevbeş yê mirovayetiyê nişan kirin.

Televizyona Berlinê, RBB jî di civinê da hebû û bîranînê kişand û di nûçeyên xwe yên êvarê da, wê pêşkêş kir.

 

  Dengê Kurdistan © 2004