PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Civînek li ser  Kongra 7-mîn ya  PSK

Dawîya sala çûyî kongra PSK (Partiya Sosyalîs a Kurdistan) ya heftemîn çêbû. Du agahdarîya partîyê li ser kongrê û biryaran, gelek dan û standin di navbeyna endam, hogirên partiyê û gelê me yê welatparêz da pêkhat. Gelek tişt hatin gotinê.

Ji bo agahdarî dayîn, bo zelalkirina hin tiştan, bona wazîfe û karan li hin welat û bajaran civîn hatin sazkirinê. Ji wan civînan yek jî di yekê vê mehê de li bajarê Dortmundê çêbû.

Civîn ji alîyê hevalekî ve bi van gotinê jêrîn va hate vekirinê: 

“Ev sî sal e ku PSK li welat û dervayî welat kar û xebatek bêwestan dimeşîne. Ji pir partîyên Kurdistana Bakur xên ji yên merkeza va girêdayî dewletê, tenê PSK li ser pîyan maye. Ya duwemîn jî, li ser destjêberdana wazîfa sekreteriya giştî ya Kek Kemal Burkay û hilbijartina sekreterê nû Mesut Tek hate nîqaş kirinê. Dibe ku hin kes me wek partîyên klasîk ya Rojhilat û yên rojhilata navîn dibînin. Lê ne usa ye. Em cimaeta Kemal Burkay nînin. Em partîyek hevdem in, li ser bernameyekê, li ser distûrekê û ji bo armanceke pîroz û bi riza dilê xwe hatine ba hev. Ji ber vê yekê, heta şert û şirûtên realîst hebin em ê jî her hebin. Helbet li gor mercên nû xwe guhurînan va wê her tekoşîna me berdewam bike.”

Paşê dor da gotarvanên ji PSK yê hatî;

“Çawa hûn jî dizanin di heqê Kongra 7. ya PSK yê da hin agahdarî ji belavok û malperên înternetê da hate weşandin. Xên ji biryarên ku eşkere bûne, hin biryarên din ji henin” got û ew eşkere kirin. “Şert û merc usa ne ku divê PSK her hebe û direjî bide kar û xebatên xwe.” 

Bo Kek Kemal jî weha got: “Sekreterê me yê berê, hîmdarê partîya me ye. Wî, bê westan 29 salan bi şev û roj kar kir. Ne tenê xebata rêxistinî her usa ya pratîk, wek nivîskar û wek dîplomatekî têgihîştî her kar kir. Ji zûva ye ku wî dixwast dest ji sekreterîya giştî berde, rê bide kadroyên nû, hevalên din. Bes hevalên wî her wext “di demên nazik û xeter re derbas dibin” wek sedem dane pêşîya wî  û nehîştin ku wek neferek bikeve rêza Partîya xwe. Gelek caran nîqaşên bê dawî hatin kirin, bi gotinek din kongreyên PSK emrîwaqî li ser kirin. Ew cara paşîn kongra şeşan kire ya dawîyê û kongra heftan da dor da hevalên me yên Komîta Merkezî ya nû, ewana jî pey civîna xwe berpirsîyarîya yekemîn dane hevalên cefakêş Mesut Tek. Wek Kekê Kemal bi xwe dibêje, ha li serê govendê ha li boçikê bileyzî, ferq nake, herdu hal jî bo min û ez bawer im bo gişk endaman serbilindî e.

Ne hewceye ku ez li ser Kek Mesut bipeyîvim. Ji ber ku di navça we da dijî, hûn jî ji nêzik va wî nasdikin. Divê em bi hemû hêza xwe va karê xwe berdewam bikin, îzbat bikin ku em li der û dorên armanca pîroz, di nav Partîyek wiha da hatine ba hev. Em mîna hin partîyên din ne tenê girêdayî kes û cimaeta nin.

Helbet cîyê kek Kemal cuda ye. Wek di hemu rêxistin û sazîyan da rêvebirên berê ku cîye xwe didine yekî dinê, dudilîyek di nav hin însanan da peyda dibe. Lê Partîyek û endamên  xwe yên ku ji sîyaseta xwe bawer in rojek zûtir xwe dighînine qonaxek pêştir. Ji xwe jîyan jî ne usa ne?

Ev gava ku kek Kemal avêtî, bo însanên Rojhilatê, bo partîyên berê tiştekî ecêb e. Lê ew wek însanek hevdem û dîroknasê nûdem dergehekî nû di nav sîyaseta Kurdan da vekir. Wek serok, reîs, şah û paşayên din texta xwe bo zar û zêçên xwe nehîşt.

Nexwast wek hin kesan heta hetayî, heta mirinê li ser post rûnê. Ew bo me, ji bo revabirên partîyên Kurdan bi giştî û bo hemû Kurdan, bi rastî jî serbilidîyek gelek mezin e. Divê ji ve şunda em bi xebata xwe va layîqê wê kevneşopîyê bin. Pêwist e em endam û hogirên PSK-yê di jîyanê da îzbat bikin ku, em bi rastî partîyek hemçax in, di nav tekoşîna azadîya Kurdistanê da xwedî parek in, şopajoyên Kemal Burkay in.”

Gotarvan di heqê kar û xebata legalîzm û nehînîyê da jî hin dan û satandinên pêşkêş kir. Ketina Tirkîyê nav Yekitîya Avrupayê jî wê çi tesîr li ser vê yekê bike rawestîya. Li pêşberê sîyaseta bi îcazeta Tirkîyê, girîngîya xebata PSK û hêzên welatparêzan anî ser ziman. Dîsa kar û barên ji bo yekitî û tevxebatên hêzên welatparêzan li welat û der welat nimûne da û bal kişande berdewamkirina wan karên bi qedir û qîmet.

Pişt ra dor hate pirsîyar û gotinên guhdaran. Hevalekî bi xemgînî qala dest kişandina ji sekreterîyê ya Kek Kemal kir. Hevalekî cîwan ku bi xurtî piştgirîya biryarê kir, got: “Bi rastî ez gelek serfiraz im ku hogirek PSK-yê me. Partîyek wiha hevdem dikare rê nîşanê me bike, rê li pêşîya me veke û em jî bibin rêvabir.” Kesek din jî; “piçek direngî ket, divê  nîmayendeyên kongrên berê rê bidina kek Kemal Burkay. Kek Kemal ewqas barê giran hildabû ser milê xwe, helal be ji wî re ku wî bêgotin karên Partiyê, kurdperweriyê bê qisû,r bê dudilî  meşand heta îro anî” got.

Li pey dan û standinên li ser kongre, dor hate pêşniyar û daxwazên guhdaran ji PSK-yê. Piranî li ser pêwîstiya perwerdekirina endaman, û bi taybetî cîwanan sekinîn. Ji bo xwepênîşandana roja heftê mehê li Kolnê jî hate qisekirin. Li ser we yekê jî li ser pirsa federasyonê derî bo nîqaşek nû vebû. Biryar hate girtinê ku di civîneke taybetî da ev pirs bê niqaşkirin û bi vî awayî ev civîna me qediya. 

 

  Dengê Kurdistan © 2004