PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Di warê mafên mirovî û heq û azadîyên hûrgelan da RPHE çi dibêje?

Civînên LAHEY, OSLO û LÛNDÊ

Xwendevanên delal,

Wekî eyan e, yek ji mihîmtirîn rêxistineke navnetewî Rêxistina Parastin û Hevkarîyê li Ewrûpa (Organization for Security and Cooperation in Europe) ye. Ev rêxistin li ser heq û azadîyên mirovan û hûrgelan gelek esasên mihîm danîne. Em Kurd herçiqas hûrgel nebin û miletekî bi serê xwe bin jî, ew heqê mirovan û hûrgelan, wek mirov û wek civak me jî bi xurtî eleqeder dike. Ango divê em bizanin RPHE di vî warî da çi biryar girtine, çi esas danîne.

Yek ji kar û xebatên ku RPHE di vî warî da kirine, civîn û konferansên Laheyê, Osloyê û Lundê ne ku pisporên bi nav û deng di warê hiqûq, zmanzanî û civakzanîyê da tê da beşdar bûne û gor çarçuva rêxistin û peymanên navnetewî, heq û azadîyên mirovan, bi taybetî yên hûrgelan û endamên wan yek bi yek bi rêz kirine.

Beyan û pêşnîyarên van civînan him bi zmanê Îngilizî, him jî bi gelek zmanên dinê yên Ewrûpî heye û di malpera RPHE (OSCE) da cî digre. Lê heya nuha Kurdîya wan tunebû. (Qasî ku em dizanin Tirkîya wan jî tune. Hebe jî Tirk vedişêrin, naxwazin kes, bi taybetî jî Kurd û hûrgelên ku li Tirkîyê dijîn, hayê wan ji van heq û azadîyan, ji van esasan hebe.)

Ev hersê belge, ku nêzî pêncî rûpelê mezin bûn, me teze ji Îngilizî wergerande Kurdî û di malpera xwe da bi cî kir. Êdî em dikarin bi zmanê xwe jî wan bixwînin û tê da çi heye bizanibin.

Bi raya me di van belgeyan da gelek heq û azadîyên mihîm hene ku me eleqeder dikin. Tirkîye jî endamê RPHE ye û ev belgeyên miştêrek îmza kirîye, soz daye ku heq û azadîyên ku li destûr û biryarên RPHE da hatine qebûlkirin bi cî bîne. Ew heq û Azadî her usa jî bo Kurdan in.

Tirkîye ku dixwaze bibe endamê Yekitîya Ewrûpa û bona vê yekê divê Şertên Kopenhagê jî bi kar bîne. Lê Tirkîye van şertan gor pîvanên vê peymanê bi cî nayne, naxwaze bi cî bîne. Hin tiştên sosret dike û dixwaze him me Kurdan him jî xelkê dinê bixapîne.

Wek nimûne, gor şertên Kopenhagê divê hûrgelên netewî bi zmanê xwe bikaribin perwerde bin. Heqê perwerdeyî berî hertiştî mekteb in, ji dibistina pêşîn dest pê dike heya zanîngehê.

Gor van şertan divê hûrgelên netewî zmanê xwe di warê çapemenî û hemû waran da bi serbestî bi kar bînin, ango weşandina kitêb, kovar û rojnaman û weşana radyo û têlevîzyonê jî di nav da ye. Lê Tirkîye di vî warî da jî berpirsîyarîyên xwe bi cî nayne, tenê bi hin kirinên derewîn dixwaze Kurdan û Ewrûpîyan bixapîne.

Gor esasên RPHE, divê avakirina rêxistinên çandî, civakî û sîyasî ji bo hûrgelan jî serbest be. Lê dewleta Tirk rê nade vê yekê jî. Wek nimûne, avakirina partîyên Kurd qedexe ye.

Gor esasên RPHE, hûrgel, gor nifûs û daxwazên xwe divê bikaribin xwe îdare bikin û tevî kar û barê rêvebirina karê welat bibin, ku di nav vê yekê da otonomîya (xwemuxtarîya) çandî û herêmî (îdarî-cografî) heye. Lê dewleta Tirk qet behsa van tiştan nake.

Belê baştir ev e ku, hûnê bi xwe van belgeyan bixwînin tê da çi heye bibînin.

Divê bi taybetî Kurdên rewşenbîr, sîyasetmedar û yên ku di warê mafên mirovî û di warê dîplomatîk da kar dikin, hayê wan ji peyman û senedên navnetewî hebe û ew ji van heq û azadîyan ra xwedî derkevin.

Ev belgeyên jêrê divê tim li ber çavê me bin.

Helbet, ji bo çareserkirina pirsa Kurd ew têrê nakin, lê mihîm in. Divê em ji bo karanîna van îmkanan jî ber xwe bidin.

Berhem û belgeyên ev hersê civînan li jêr in, bo xwendinê bitikînin:

LAHEY                      OSLO                         LUND

 

  Dengê Kurdistan © 2004