psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
Ferhenga Çeko Kocadag hate danasîn

Rênas Sutçu/Dema Nû/Munîh

Roja Şemiyê li Komela KOMKAR ya Munîhê civînek bo danasîna ferhenga Kirmanckî-Kurmancî ku ji aliyê nivîskar Çeko Kocadagê ve hatiye amadekirin, hate lidarxistin.

Civîn ji aliyê KOMKAR Munîh û Dersîm e.V ve hat amadekirin. Axaftvanê vê civînê nivîskar Çeko Kocadag bû. Kocadag bi dirêjî 14 salan e ser dixebite ku ev ferhenga Zazakî Kurmancî-Kurmancî Zazakî, amadekiriye.

Çeko Kocadag di axaftina xwe de li ser amadekirina ferhengê sekinî û armanca xwe ya ku bi vê karî wisa anî ziman; “Bila kî çi dibêje bila bêje, zazakî-dimilkî-kirmanckî Kurdî ye. Lazim e bo zaravayê Zazakî kar bête kirin û ziman were standardîzekirin ku ew zarava hemû di warên jiyanê de bêne bikaranîn. Divê sazî û dezgehên Kurdî, rêxistin û partîyen Kurdan cihek taybetî bidine zaravayê Kirmanckîye.ku ev zarav wenda nebe.”

Çeko Kocadag di axaftina xwe da diyar kir ku Unesco di sala 2009an da bi daxuyaniyek li ser zimanê kirmackiyê belav kir û di vê daxuyaniyê de gotin ku eger wisa biçe zimanê zazakî wenda dibe.

Herweha beşdarvanên civînê jî bîr û baweriya xwe di vî warî da anîn ziman.

Piştî civînê nivîskar Çeko Kocadag ferhenga ku amadekiriye, bo xwendevanan îmze kir.

 
   
Dengê Kurdistan © 2011