PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

JI RAYA GIŞTÎ RE

Însîyatîfên Kurdên li Ewrupa (IKE) di 19-20 ê gulana 2002a de, li Almanya, li bajarê Bielefeldê civîna xwe ya giştî pêk anî. IKE di civîna xwe de, bi giştî li ser xebatên xwe yên  buhurî rawestiya û pirsgirêkên însîyatîfên welatan di ber çavan re derbas kir.

IKE di dema civîna xwe ya giştî de, bi PNK-Bakur re civînek pêk anî û li ser pirsa pêk anîna temsîlîya kurdan ya li Ewrupa rawestiya.

PNK-Bakur bi pêşniyazên xwe yên hêja û bi helwesta xwe ya neteweyî civîn dewlementir kir. IKE bi PNK-Bakur re gihîşt wê encama ku pêwîst e, beşê civata kurd yê (3ê) sisêyan “Temsîlîya Dezgehên Demokratik û Neteweyî” beşdarî xebata hevbeş bibe.

Civîna giştî lîstikên tarîkirina pêşeroja kurdan ku têne tezgehkirin destnîşan kir. Her weha civînê pêwîstiya temsîlîya kurdan ya ji destkariya dagirkeran parastî anî zimên û li ser giringiya beşdarbûna hêz û aliyên welatparêz yên li derveyî vê tevgerê mane, rawestiya.

Di civînê de hate diyarkirin ku kurdan her çend şkestin dîtine, surgûn bûne û bi planên qirkirinê re, rûbirû mane jî, tu caran wekî van salên dawîn neketine ber metirsiya asîmîlasyonê. Tu caran weke vê carê bi destikên bi navê kurdan neketine ber şepên nemanê.

Civîna giştî pêwîstî û pêdiviya xebata ji bo çapamenî û ragihandînê destnîşan kir. Li ser yekgirtin û yekîtiya kurdan rawestiya. Ji bo çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê bi dengekî bilind got:  Divê Kurd bi destê xwe qedera xwe tayin bikin, mafên xwe yên çarenivîsî bixwe bikar bînin.

IKE di civîna xwe de giringiyek bi taybetî da pêk anîna Temsîlîya Kurdan ya li Ewrupayê. Bi vê mebestê; li ser pêwîstiya temsîlîya sê beşên civata kurd, Temsîlîya Hêzên Sîyasî, Temsîlîya Însîyatîfên li Welatên Ewrupayê û Temsîlîya Destgehên Demokratîk û Neteweyî  rawestiya.

Civîna giştî biryar da ku ji nuha û pêve bi navê Însîyatîfên Kurdên li Ewrupa (IKE) tevbigere û bi kurtî, naznavê INSIYATIFê bi kar bîne.

Civînê bi yekdengî diyar kir û bi dengekî bilind got:

Bidestxistinên li Başûrê Kurdistanê serbilindaya hemû kurdan e. Parastina bidestxistinên li Başûr ne bi tenê barê stuyê kurdên başûr e. kurdên bakur, rojhilat û rojava jî divê wan bidestxistinan weke yên xwe bipejirînin û biparêzin.

Tu kes û welatan ji kurdan bêtir êş û azar ji ber terorê nekişandiye. Kurdan di gel sîyasetên qirkirinê heta îro xwe paraztine. Ta ku kurd negihên mafên xwe yên rewa, ne li Kurdistanê, ne li dewletên dagirkerên Kurdistanê û ne jî li Rojhilata Navîn aramî û aştî pêk nayê!

Di civîne de bi yekdengî hate diyarkirin:

      Divê kurd bi mejiyê xwe tevbigerin

      Divê tevgerên kurdan serbixwe û ji bo berjewendiyên kurdan tevbigerin.

      Divê kurd nebin destikên berjewendiyên dagirkeran û ji bo berjewendiyên tu kesan neyên bikar anîn.

      Divê destgeh û rêxistinên kurdan li biryarên xwe bixwedî derkevin û li dijî biryarên xwe tevnegerin.

      Divê pirsgirêkên di nav rêxistinên kurdan de nekevin pêşiye berjewendiyên neteweyî.

2002-05-20

Însiyatifên Kurdên li Ewrupa-IKE

 

  Dengê Kurdistan © 2002