psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

HAK-PAR; “Em mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî dixwazin”

Dengê Azad/Amed

Partiya Maf û Azadiyan-Hak-Parê ya Şaxê Diyarbekirê, ji bo piştgirîdayîna li Kampanyaya îmzeyan ya ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî ya bi kurdî civîneke çapemeniyê pêk anî û dest bi berhevkirina îmzeyan kir.

Ew kampanyeya îmzeyan ya ji bo perwerdehiya bi zimanê zikmakî ya bi kurdî ku ji aliyê partiyên siyasî yên kurd yên wek Hak-Par, BDP û KADEP û gelek saziyên sivîl yên civakî ve hatibû destpêkirin, didome. Di vê çarçoveyê de Şaxê Hak-Parê ya Diyarbekirê jî li Kuçeya Hunerê ya Aamedê standek vekir û dest bi berhevkirina îmzeyan kir.

Berî ku stand bê vekirin, civîneke çapemeniyê hat lidarxistin û daxuyaniyek hat belavkirin. Di daxuyaniya ku ji aliyê Birêvebirê  Şaxê Hak-Parê ya Diyarbekirê Nevzat Karakeçi ve hat xwendin de hat diyarkirin ku ew wek HAK-PAR, mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî diparêzin û dixwazin.

Herweha, ji dewletê hat xwestin ku tavildest ew dûreperêziya ku daniye ser peymanên navneteweyî yên di vî derbarî de, rabike, xalên nemirovî yên qedexekirinê yên makezagonê û zagonên din bighurîne daku rê li ber perwerdehiya bi zimanê zikamakî ya bi kurdî bê vekirin.

 Karakeçi, di berdewaamiya daxuyaniyê de weha got; “Mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî ku mafê herî xwezayî yê mirovî ye, bi dehan sal e ketiye ber xezeb û polîtîkayên helandinê yê Dewleta Tirk. 

Komara Tirkiyeyê ku hê jî bi zîhniyeta “îtîhatî terakî” tê îdarekirin, bi dehan sal e di nav hewldanê de ye ku bi destezorî li vê erdnîgariya pirnetewe “projeya yekneteweyiyê” pêk bîne.

Di vê çarçoveyê de ziman û çanda neteweyên din tune dihesibîne û dixwaze bi destezorî ji holê rabike.

Di xala 42an ya Makezagonê de hatiye destnîşankirin ku di sazî û dezgehên perwerdehiyê de, bi navê “zimanê zikmakî” ji bilî zimanê tirkî bi çu zimanek din perwerdehî nayê kirin.

Herweha, ji ber pêşîlêgirtina perwerdehiya bi zimanê zikmakî ya bi kurdî, dûreperêz daniye ser xalên Peymana Mafê Perwerdehiya bi Zimanê Zikmakî ya Mafên Zarokan û Mafên Mirovan ya Navneteweyî.

Ev, helwesteke hov û nemirovî ye.

Kurd, gelekî herî kevnare ye ku li ser axa xwe dijî û xwedî çand û zimanekî herî bi hêz û dewlemend e ku bi dehan sal e li dijî hemû zordarî û polîtîkayên helandinê li ber xwe dide.

Kurdên li Bakurê Kurdistanê jî ku hêjmara wan nêzîkê 20 milyonî ye, zimanê wan kurdî ye.

Em wek HAK-PAR, mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî diparêzin û dixwazin.

Daxwaza me ji dewletê ew e ku tavildest ew dûreperêziya ku daniye ser peymanên navneteweyî yên di vî derbarî de, rabike, xalên nemirovî yên qedexekirinê yên makezagonê û zagonên din bighurîne daku rê li ber perwerdehiya bi zimanê zikamakî ya bi kurdî bê vekirin.

Ji ber vê yekê ye ku em jî, beşdarê kampanyaya îmzeyan ya ji bo daxwazkirina perwerdehiya bi zimanê zikmakî ya bi kurdî ku ji aliyê hin saziyên sivîl û partiyên siyasî ve hatiye destpêkirin, dibin û bi şêwyeke çalak îmze berhev dikin.

Banga me li gelê me ew e ku bi îmzeyên xwe piştgiriya vê kampanyayê bikin ku dê ji Parlamentoya Tirkiyeyê, Yekîtiya Ewrûpayê, Neteweyên Yekbûyî û UNESCOyê re bê şandin.

 
   
Dengê Kurdistan © 2011