psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
”Demokratî bo Sûrî”
Piştgir ji bo Şoreşa Sûrî û Kurdistan li Bajarê Frankfurt am Main û Dorhêla wê ..

Ji dema 15. Avdarê . 2011 ve, ko Şoreşa Sûrî bi agirê birûska zarokan ji Daraa destpêkir, zarokan bi telî û neynokên xwe kirin ardûyê Şoreşê li dibistana Şagirtên piçûkan, bi nivisndinê li ser dîwaran û stranin Şoreşê wek “Rojbûn Pîroz be, Gel dixwazê rejim herê, Gel vê recîmê biêxe” ji ronahiyên ”Misir, Tunis, Yemen û Libiya” şewq bûn, heya xwînxwarê sorokê bajarê Daraa, Faisal Kalthoum pêket, zarokên piçûk di bin 10 Sali re hilda işkencê, heya neynokên zarokên dibistana piçûkan hilkir û teliyên wan jêkir, heya niha bêtirî 1100 şehîd ketine, bi hezaran insan birîndar bune, bi 10 hezaran xistine zindanan, kolan tejî xwin buye, berî serhildana rojavayî sûri jî, ji berê de jî,  wek serhildana 12 Avdarê 2004, yan jî 1999 û yên dîn jî bi sedan, zarok, xort, keç, jin û kalên Kurdistan, Şehîdên  Qamişlo, Amûde, Dêrîk, Efrîn û hemû şehîdên rojavayê Kurdistanê ji bîr nakin, çirayên serhildan û azadiyê şîn dan.

Li ser van raman û baweriyan Kurdên Frankfurt û dorberin wê destpêkirin alikariya serhildana Gelê Sûrî bikin, hatin ba hev û belavokek bi Almanî derxistin, li Mediya û partiyên Alman û Biyaniyan belav kirin, wek rojname, kovar, radiyo û televizyonan, pişt re li nava bajarê Frankfurt am Main (Hauptwache) û (Goetheplatz), belavok belav kirin û bi gel re axivin ê rewşa dawî ya serhilana Sûri ronahî û hişkere kirin .

Komita Pişgiriya serhildana Sûri- Frankfurt di bin şîara ”Deqoratî bo Sûri” xebata xwe berdewam kir, komek dokumentasion berhevkir bi bêtiri 1000 navên ko li Qamişlo, Dêrik, Amude, Afrin, Dirbêsiyê, Serê kaniyê, Şamê, Laziqiyê, Daraa, Banyas, Homs, Hama, Halab, û Dêra Zorê hatin Şehid kirin, bi dest dosta Kurdan kir û hevpeyvinek bi Uta Zapf, endama SPD ye û endama meclisa Almanan beşê Hessen e,  bi alikarya Xorşid berpirsiyarê civaka biyaniyan li Bajarê Neu-Isenburg û endamê Meclisa Civaka Biyaniyan li Hessen AGAH,  endama SPD Zapf ko berî du haftan ji Kurdistana Azad( Hewlêr, Halabça) bi Heyeta xwe re vegeriya bû, pişgirtiya xwe nişan da, di hefteyên pêşiya me de Çalakiyên pêşin destpê bikin, emê we Agahdar bikin.

Komita ”Demokratî bo Sûrî”

Aziz Zaxiranî

azizfotograf@msn.com

 
   
Dengê Kurdistan © 2011