psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Li Şaxê Hak-Parê ya Rihayê dersên Edebiyata Kurdî

Dengê Azad/Riha

Çalekî û xebatên ciwanan ya Partiya Maf û Azadiyan-Hak-Par ya Şaxê bajarê Rihayê ku yek ji wan jî dersên edebiyat û zimanê kurdî ye, didomin. 

Wek tê zanîn ev nêzîkek salek e ku ciwanên xwendekar yên Zanîngeha Haranê ya li bajarê Rihayê li avahiya Partiya Maf û Azadiyan-Hak-Par ya Şaxê bajarê Rihayê  dersên edebiyat û zimanê kurdî didin.

Yek ji dersdaran Roger Çağer, di vî derbarî de ragihand ku sedema vê çalekî û xebata wan, ji ber ku ziman û edebiyat çanda gelan di nav xwe de diparêz e û weha got; “Dewlemendiya gel di nav çanda gel, çanda gel jî di edebiyata gel de ye. Ziman û edebiyat di çanda gel de xwedî ciheke fire ne. Loma li gel dersên zimanê kurdî dersên edebiyata kûrdî jî tê dayîn.”

Hêjayê gotinê ye ku dersa edebiyata kurdî ji aliyê mamoste Xecê û mamoste Roger ve tên dayîn.

 
   
Dengê Kurdistan © 2010