ŞAXA
HAK-PAR’Ê YA RIHA YÊ DERSÊN ZIMANÊ KURDÎ DIDOMÎNE
Dema Nû
Komîsyona Ciwanan a Partiya Maf û Azadiyan a Şaxa
Riha yê di 07.03.2010 an de dest bi dersên zimanê kurdî
kiri bû. Komîsyona ciwanan piştî 7 mehan careke din
dersên zimanê kurdî dan destpêkirin.
Qûrsa
duyem bi nêzîkî 25 kesan destpêkir. Mamostetiya qûrsê
dîsa Roger Çağer dike. Bûyereke balkeş ew bû
ku temamê qûrsiyeran ciwan bûn.
Di waneya yekemin de li ser hişmendî û elfabeyên
ku Kurdan di dîroka xwe de bi kar anîne hat sekinîn. Di
waneya duyemîn jî li ser taybetiyên elfaba latînî ku kurd
îro bikar tînin hat sekinîn. Xeynî vana bi axaftinên rojane
û bi hevnasîna bi kurdî qûrs bi dawî bû.
|