psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
Doza KOMKARê di Komîsyona Ewrûpayê de

Endama Parlamena Ewrûpayê Banû Dr. Renate Sommer, doza KOMKARê ya li dijî rojnama Hurriyetê anî rojeva Komîsyona Ewrûpayê.

Endama Partiya Demokrat a Xiristiyanan a Yekgirtî-CDU Dr. Renate Sommer di pirsa xwe ya nivîskî de da zanîn, ku Tirkiye li gor peymanên îmzakirî divê teblîxatên dozan ragihîne destê dozbaran; lê belê dewleta Tirk teblîxata doza KOMKARê negihandiye berpirsên Hurriyetê û hewldanên Balyozxana Elmanyayê ya Enqerê ya bi riya Wezareta Der ya Tirkiyê bê encam mane.

Banû Sommer eşkere kir, ku Tirkiye bi vê helwesta xwe ve erka xwe ya li gor Peymana Teblîxatê ya 1965´an a di navbera Elmanya û Tirkiyê girtiye ser xwe ne aniye cîh û her weha ji ber ku sedem û hincetên vê helwestê eşkere nekiriye, rexne li Tirkiyê girt.

Reqema pirsa nivîskî ya Banû Sommer „E-7095/2010“ ye û wê daxwaz jê kiriye ku Komîsyon van sê xalên jêrîn bi nivîskî bibersivîne:

1) Gelo haya Komîsyonê ji vê dozê heye an na?

2) Gelo ev doz di guftûgoyên bi Tirkiyê re de babeta nirxandinê ye an na?

3) Ji ber ku erka xwe  ya li gor peymanê bi cîh nayne, gelo planeke Komîsyonê heye ku Tirkiyê îhtar bike?

Li ser navê Komîsyona Ewrûpayê, Rêzdar Fule çend roj berê bersîva pirsên Banû Dr. Sommer da û da zanîn, ku Peymana Teblîxatê ya 1965´an di navbera Elmanya û Tirkiyeyê de hatiye girêdan, ji ber vê yekê jî herdu dewlet jê berpirsiyar in û Yekîtiya Ewrûpa ne desthilatdar e ku tekildar bibe. Di bersîvê de her weha hat ragihandin, ku di navbera endamên Yekîtiya Ewrûpayê jî peymaneke bi vî awayî heye û piştî pejirandina endametiya Tirkiyê ya YE ev peyman dikare ji bo wê jî bibe girêdêr. Di bersîvê de her weha hat eşkere kirin, ku di guftûgoyên bi Tirkiyê re de ev xal ne di rojevê de ne.

Serokê KOMKAR.eu Kovan Amedî, nameyek şande Endama PE Banû Dr. Sommer û ji bo pişgirî û elaqa wê spasdariya xwe pêşkêş kir.

 

   
Dengê Kurdistan © 2010