PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 
JI  PARLEMENTA EWROPA TÊ XWSTIN KU FEDERALISM BI TINÊ DIKARE BO BAKURÊ KURDISTANÊ BIBE ÇARESERIYEK SIYASÎ Û ADIL

Dr. Musa KAVAL

Di çarceva daxwazên hevbeþ yên kurdan ku di BEYANA  PARÎSÊ de hatine diyarkirin dest bi karên diplomasî û siyasî di qada navnetewî de hatiyet kirin. Di 10. 11.2004. hevdîtin li Parlementa Ewropa hatin kirin. Di van hevdîtinan de hate xwastin ku bes Federalism dikare bibe careserî jibo pirsa gelê kurd li Bakurê Kurdistanê. Herwesan hate xwastin ku zimanê kurdî li hemû Bakurê Kurdistanê bibe zimanê resmî, herwesan li herêmên din yên ku gelê kurd de dijit, bibe zimanê xwandin û perwerdekirinê. Bi kurtî  tiþtê tête xwastin ew e ku Turkiye bibe dewletek federal. Tikiye ji du Netewên sereke pêk netewa Tirk û netewa Kurd. Du zimanên sereke hene zimanê tirkî û zimanê Kurdî. Ji bilî van herdu netewan û zimanan gel û zimanên din yên kêmjimar hene. Pêwist e ku du ziman li Tirkiyê bibin resmî zimanê kurdî li Kurdistanê û li herêmên ku kurd de pir in û zimanê tirkî li Tikiyê.

 Her wesan jibo Kurdistanê parlementek û idareyek federal bêne damezrandin.  Ku gelê kurd wek gelê qibrisî tirk, wek gelê Katelan li Îspanya bikare nunerên parlemana xwe û îdara xwe ya herêmî  hilbijêre.

Bes bi awayî gelê  kurd dikare ji bin barê tirsê û birsê derkeve û azad bibe. Naskirina statuyek federal bo Bakurê Kurdistanê  naête ankuya parçekirina Tirkiyê. Birayetî, wekhevî, di navbira gelê kurd û gelê tirk de pêwiste,   bes bi awayî  ev birayetî  dikare bi rastî çêbibe.

 Eger Yekatiya Ewropa weku dema Lozanê cardin gelê kurd ne êxite hisaba siyaî û piþgiriya careseriyek adil jibo pirsa ya netewî neke, Ewropa hem neheqiyek mezin hem þaþîyek dîrokî dike.

Ji ber ku Kurd netewek e ji çar netewên mezin yên li Rojhelata Navinpêwiste ku pirsa wek pirsek siyasî di platformên Ewropa de bête niqa$kirin û careserkirin.

 Her weku di Beyana Parisê de hatiye (xal 5)   Kurd miletek e; û xudan xususiyetên dirokî, zimanî, çandeyî, û cografî ye. Nasnameya gelê kurd xesere  ne binnasname ye. (altkimlik)  Bes yek  careserî  dikare berdewam be û adil be, ew  ew e ku statuyek federal ji bo Bakurê Kurdistanê bête naskirin. Niqaþên ku îro bi munasebeta berendamitiya Tirkiyê ji bo Yekîtiya Ewropa (YE), li ser Kurdan tên kirin balkêþ in: Kurd kêmjimar in yan ne kêmjimar in? Nasnameya kurdan binnasnameya tirk e? kurd unsurêk esasî ye li Tirkiyê, kurd hemwelatiyên destorî ne?. Mixabin hind derdorên kurd ku xwe wek temsilkarên kurdan dihesibînin van pirsan diparêzin û piþgiriya wan dikin. Bila em xwe ne xapînin. Jibo ku cewherê siyasî pirsa gelê kurd ne di qada netewî de, ne di qada navnetewî de, ne bite cihê nîqaþên siyasî,bi zanyarî bal kiþînin li ser pirsên din yên berteref. Îro ew ketine rojeva niqaþa siyasî.

Di derbarî de dixwazim bi kinî bêjim ku herweku Roj di esmanê zelal de xewakirin wesan bo herkesê diyar e ku kurd netewek e, xudan nasnameya xwe ya xweser, û li Tikiyê bûye kêmjimar û her wesan ne bes li Tirkiyê, li Rojhelata Navîn ew unsurek esasî ye. Ev  rastiyek siyasî, çandî dîrokî, sosyolijî û corafî ye. Qet hewce nake ku li ser van tiþtan niqaþ bête kirin. Tiþê ku pêwiste li ser nîqaþ bête kirin û bête parastin ew e ku statuyek jibo gelê kurd bête naskirin, mafên yên siyasî, çandî, aborî, civakî û îdarî bêne naskirin. Hemû pêþniyariyên din ku statuyek  taybetê ji bo gelê kurd qebûul ne kin nikarin pirsê careser bikin. Tam bi eksê ew pirsê aloztir dikin û di demên were de her wek sedemek  jibo istiqrariyê, gingaþê û ji bo þer berdewam bibe. Tecriba pirsên siyasî yên li cîhanê  rastiyê didete nîþandan. Pirsa Filistiniyan, pirsa Qibrisê, pirsa kêmnetewên li Ewropa bi naskirina nasnameya  wan careser dibin û bûyine.

Me ev daxwazên hevbeþ yên ku di Beyana Parisê de hatine diyarkirin dane Serokatiya Parlementa Ewropa û Serokên Grûbên siyasî: grûba Partiyên muhafezekarên Ewropa (PPE- DE) , grûba Partiyên sosyalistên Ewropa (PSE) grûba Keskên Ewropa (Vert/ALE) û grûba Partiyên cepên Ewropa ( GUE/NGL. Herwesan me ew dane  birek parlementên din  .

Di van hevdîtina de bo min diyar ku eger gelê kurd bi awayek hevbeþ û gora normên siyasî û dîplomasî bixebite, di demek nêzîk de bikare di qada navnetewî de bibe muxateb û rûmeta daxwazên bêne kirin. Di van hevdîtinan de cardin hin kesên giring  gotin eger tevgera gelê kurd xwe bikete yek û daxwazên xwe  bi awaeyek hevbesh bîne zimên û biparêze heta    pi$giriya mafên federalismê bo gelê kurd  bête kirin. guman  ev careseriye a$tiyê, demoqrasî  û îstiqrarê tine. Ew    ji bo  berjewendiyên  Ewropa, jibo Tirkiyê û jib o gelê Kurd pir giring e.  

Bi munasebetê ez bangê hemû Partî, sazî û kesatiyên kurd dikim ku dest ji kerb û kînên kevin berdin di xetek netewî de, li ser konsensusek hevbe$ bibin yek. Em îro di demek wek SEVRÊ de dijîn, eger em xwe nekeyin yek û  temsîlek netewî çênekeyin, di xetek netewî de negehin hevbêguman Lozan li ser me dubare bibe. Erê DIYAB AXA I rolelek qirêjî li dijê mafên gelê kurd bi munasebeta LOZANNE ê leyizt, eger tifaq û tefgera kurdan hebûya terefên dijkurd ne dikarîn çu encaman wergirin. EGER îro  tevgera gelê kurd xwe bikete yek çu kes nikare Lozanek din li serê gelê Kurd bike bela.

 

  Dengê Kurdistan © 2004