psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Dr. Qasimlo û hevalên wî hatin bîranîn

Li navenda Deftera Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê-PDKÎ li Koya, bi mebesta 22emîn salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo, Abdulah Kaderî û Dr. Fazil Resûl, merasîma bîranînê birêveçû.

Dengê Azad/Koya

Merasîma bîranînê, li bingehê Deftera Siyasî a Partî Demokrat a Kurdistana Îranê-PDKÎ 13ê Tîrmeh siet 10:00ê sibê, bi sirûda Ey Reqib û rêzgirtin bo yadî şehîdên Kurdistanê destpêkir.

Di merasîmê de li ser navê Deftera Siyasî a PDKÎ, endamê Deftera Siyasî û Cîgirê Sekreterê Giştî yê PDKÎ Hesen Şerefî gotarek pêşkêş kir. Hesen Şerefî weha got; “Îro 22ê Pûşberê 22emîn saliya roja şehîdbûna rêberê gelê Kurd Dr. Abdurrahman Qasimlo, berpirsê devreyê welat yê PDKÎ Abdullah Qaderî û welatparêzê Kurd Dr. Fazil Resûl e. Ji wê rojê heta îro ne ku wek Hîzbî Demokrat, belkî hemû ewladên neteweyê Kurd îro kombûnên bi hemû şêweyên guncav carekî din ji nefret û bêzariya xwe li hember Komara dîktator ya Îslamiya îran nîşan didin û rêz li xebata tekoşerê mezin Dr. Qasimlo digirin.”

Hesen Şerefî di berdewamiya gotara xwe de weha axivî; “PDKÎ li beramber ew hemû di pîlan, teror û kuştinan de xwîn û bedelek mezin daye. Li sengera xebat de, li rêbaza Qasimlo de, gehiştiye ew armancên ku Qasimlo hebû.

Rejîma Şah, beşek ji endam û kadirên hîzbê îdam kir, beşek zindanî kir û beşek mezin jî ji welatên xwe penaber bûn. Li gelek deveran teşkîlatên hîzbên belav kir. Lê bi pêşengiya Dr. Qasimlo û kadirên hîzbê, piştî avabûna komara Îslamî vegeriyan Kurdistanê û teşkîlatên hîzbê ji nû ve avakirin. Bi zimanekî din ve eger Qazî Mihemed Hîzbî Demokrat ava kiribe, Dr. Qasimlo jî bi awayekî demokratîk û nûjen PDKÎ guncav kir û li hemû dinyayê da pesendkirin.”

Piştî gotara Hesen Şerefî, bi navê Yekîtiya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê û Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Kurdistana Îranê û Yekîtiya Xwendekarên Demokrat a Kurdistana Îranê gotarek ji aliyê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Kurdistana Îranê Dara Natiq hate pêşkêşkirin.

Merasîma bîranînê bi xwendina helbest û sirûdan bi dawî hat.

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê-PSK jî beşdarî di merasîma bîranînê de kir.

 
   
Dengê Kurdistan © 2011