PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Konferansa Navenda Havîbûnê li ser Kerkûkê

Dr. Zorabê Bûdî ALOIAN

Yek ji navendên lêkolîn û weşanên kurdî, yên li Ewropayê xebata hêja dikin, navê Havîbûnê, ango xerîbiyê, li xwe kiriye. Ew bi piştovaniya zanayên Kurd kovareke zanistî diweşîne û konfernasên bi serencem amade dike. Heyf û mixabin, ji ber bikaranîna tîpên erebî nivîsên vê Navendê, her wek tevaya jiyana rewşenbîrî li Başûr û Rojhilat nagihîjine welatparêzên Bakur, Rûsiya û Ewropayê. Wisa xuya ye, ku tîpên erebî bûne bingeheke xwezanîna gelê me li Başûr û em bikin-nekin, cudahiya alfabêtan wê veqetandina ramyarî di navbera Kurdan de xurtir bike. Di vî rewşa destçêkirî de kar û barên kesên, yên herdu alfabêtan dizanin, ev e, ku pireke ragihandinê ji xwendevanên Kurd re ava bikin.

Babeta Kerkûkê tucar giringiya xwe winda nake: ev mîna Mahabad, Amed û Dêrsîmê nîşana serkeftin yan têkçûna projeya me ya neteweyî ye. Cihê gotinê ye, ku ligor pêşniyaza fermî ya Partiya Demokrata Kurdistan, Kerkûk wek paytexta herêma Kurdistanê di naveroka Federasyona Îraqê de hatiye destnîşankirin. Serokatiya hukumeta Başûr li Hewlêrê gelek caran ji Tirkan û Ereban re zelal kiriye, ku ew Kerkûkê tenê di nav sînorên Kurdistanê de temaşe dike. Herweha Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan û hukumeta Başûr li Silêmaniyê têdikoşin, ku taybetmendiya pirsa Kerkûkê ji raya navneteweyî re şirove bikin.

Lewma min bi dil û can daxwaza rêvebirên Havîbûnê pejirand û ez wek moderator li Konferansa “Siyasetî Paksazî Nejadî Rejîmî Îraq le Nawçeyî Kerkûk da” beşdar bûm. Ev konferansa han li Berlînê, bi amadebûna 70-80 zana û siyasetmedarên Kurd û hinde dostên Kurdan derbas bûbû.

Di avahiya Konferansê de çavên mêvanan li pirtûkên hewas li ser ramyar û wêjeya Kurdistanê diketin. Wek mînak, ezê tenê navên van pirtûkan hildim: “Hasankeyf darf nicht untergehen” û “Die Zerstörung Kurdistans: GAP” (bi almanî), “Îraq û tawanî cînosayd” (bi kurdî û erebî), “Jiyannîgariya Ebdurrizaq Bedirxan”, “Dibêjin” (çîrok û çîvanokên Sebrî Botanî) û dîwanên helbestvanan.

Konferans bi bîranîna şehîdên şoreşa tevaya Kurdistanê destpêbû. Piştre, amadekarên Konferansê Mohsen Osman û Salimê Casim civînê bi fermî vekirin û nîgareke giştî ji guhdaran re bi eşkere kirin: Mijara Kerkûkê bûye şergehek di navbera Kurdan û dagîrkeran de. Eger ji bo me Kerkûk navendeke dîrokî, giyanî, stratejî û aborî ye, ji Ereb û Tirkan re bixudankirina Kerkûkê îro ji ber niftê û sibê ji ber avê girîng e.

Piştre, Wezîrê Herêmê yê Hukumeta Başûr li Hewlêrê Felekeddîn Kakeyî, yê bi xwe jî xelkê Kerkûkê ye, bi kurtî mijarên dijwar cixîz kirin û got: erebandina navçeyên Başûr siyaseta Dewleta Îraqê ye. Ligor Felekeddîn Kakeyî, derdê me mezin ne Seddam e, gewretirîn dijberê me şovenîzma Ereban e. Lewma ne behetî ye, ku di salên şerê Îraq û Îranê de jî erebkirina Kerkûkê ranediwestiya. Îro Beesî goristanan jî diguhêzin û gorê Ereban ji Başûrê Îraqê diînine Kerkûk, Xaneqîn û Mendelî. “Carinan Ereb dibejine me: Belê, çi dibe bila bibe, lê ev Erebên nûhatî êdî 30 sal e, ku li Kerkûkê dijîn û kar dikin, zarokên wan li wir ji dayîk bûne, gelo gunehên wan li himber Kurdan çi ne? Gelo mafê wan nîne, ku jiyana xwe li Kerkûkê dewam bikin. Ez herdem bersiveke wisa didime wan: Eger hûn bi vî rengî diaxivin, mafê Îsrayîliyan jî heye, ku Erebên Filestînê bê welat bihêlin!”

Bi dû silavgotina Felekeddîn Kakeyî re, sê panelên Konferansê pey hev çê bûn. Her panelek bi saza Ekrem Xamoş ve destpê dibû û ji sê-çar peyamdaran (bi giştî, deh peyamdar) pêk dihat. Piştî her panelekê, beşdar û mêvan diketine gengeşeyan û rewşa Kerkûk û hemû Kurdistanê dinirxandin.

Dr. Azad Şêxanî siyaseta derxisitna Kurdan ji Kerkûkê anî zimên û nîşan kir, ku rejîma Seddam ji ber sê sedeman berî Kurdên Kerkûkê dida: 1) eger neferekî malbatê li derveyî bajêr dijî; 2) eger kesek di malbatê de pêşmerge ye û 3) eger di tarek yan navçeyekî de rêjeya Kurdan pir zêde ye. Bi dîtina Azad Şêxanî, em pêwîst e, belgeyên Îsmet Şerîf Vanlî ji xwe re bikin bingeh, yê di dema xwe de hejmara xwendekarên Kerkûkê û statîstîka niştecihên vê herêmê dabû ber hev. Belê, ji bo me Kurdan tenê rewşa demografiyê di sala 1957an de, berî Şoreşa Îraqê ya Temmûza (Tîrmeha) 1958an, çareserî ye. Herweha Azad Şêxanî nimûneyên teknîkî ji erebandina Kerkûkê pêşkêşî guhdaran kirin: herçend endaziyarên Îraqê riya trombêlan di navbera Kerkûk û Silêmaniyê de pêşniyar dikirin, hukumeta Îraqê, ya siyaseta apartheyda Afrîka Başûr dubare dikir, riya Kerkûk-Bexdayê ava kir.

Wêjenerê navdar Hemeseyîd Hesen li ser du romanên di derheqa Kerkûkê de rawestiya û bi eşkere kir, ku dijberên stratejîk – wek Îsrayîl û Ereb li Qudsê (Yerûşalîmê) – berjewendiya romanan ji bona bidestxistinên herêman gelek baş têgehîştine. Belê, rista helbestan jî di şoreşan de mezin e, lê helbest ji soz û dilgermiyê têne afirandin. Roman ne mîna helbestan in: ew şêwayên mecazî bi kar diînin, lê sedemên dîrokî û şaristanî herdem di ber çavan re derbas dikin. “Romannivîs ser kaxeza spî nanivîse: çi bixwaze, binivîse. Her rûpeleke romanê giranbuha ye û bi xewnan, xwîn, zordarî, bizûtneweyên gelan û pêşbîniyên nihênî ve dihête xemilandin. Eger wisa ye, eger Kerkûk rista sereke di herdu romanan de dilîze, em divêt hemû faktoran hevber bikin û bizanin, çima dema em li Kêrkûkê bîr dikin, neyarên me kîna me digirin”.

Necatî Abdullah, lêkolînerê Kurd ji Firansayê, çavkaniyên Rojhilatnasan tomar kirin û daxuyaniyên Ewropiyan (xasime, Firansiyan) di derbarê bineliyên Kerkûkê de diyar kirin. Ewî du teoriyên hatina Tirkmanan bi eşkere kir: 1) Tirkmanên Kerkûkê ji serdema êrîşên Selcûkan dijî Bexdayê li wir dijîn; 2) Merivên Tirkziman di çerxa Sultan Murad de hatine bajar û bajarokên Kurdistana Başûr, çûnke li gundên der-dora Kerkûkê hemû Kurd bûn. Bi sedan salan, zorbeya belgeyên Friansiyan û Ewropiyên din guman nakin, ku Kerkûk navenda navçeya Şehrezûrê û beşeke Kurdistanê ye. Hinde mêvanên Konferansê pîrozkirina têkstên Ewropiyan rexne kirin. Wisa helbestvan Kirmanc Harîkî got: “Dîroknasên Kurd gelek dilpak in û bi şêwayekî objektîv dîroka Rojhilatê temaşe dikin. Lê hesta kurdîniyê ji me dixwaze, ku em ji bîr nekin: hemû belgeyên Rojavayê di xizmeta siyaseta wan dewletan de bûn û çavkaniyên firansî, înglîzî yan amerîkî riya dagîrkirina Rojhilata Navîn dişon. Herweha, di ferhenga Tirk û Ereban de peyva “objektîv” hatiye windakirin: Ew bi armanca standina Kerkûkê karûbarên akademî dikin”. Bersiva Necatî Abdullah ev bû, ku ew hesta kurdîniyê dide alîkî, belgeyên nivîsî tomar dike û di çarçoveya zanistiyê de lêkolînan çê dike. Herweha Necatî Abdullah got, ku têgîna “paksaziya etnîkî” (ethnic cleansing) ji “paksaziya nejadî” rastûdirûsttir e, lê piraniya mêvanan nêrîna wî red kir.

Dîroknasê bi navûdeng Dr. Cebar Qadir, yê bi xwe jî li bajarê Kerkûkê ji dayîk bûye, sêmînara “Siyasetî Perawêzkirdinî Kurd Le Kerkûk da” pêşkêş kir û li ser bingeha belgeyên dîrokî bala Kurdan kişande ser vê xalê: Eger pêkhatina şehrên Kurdan bi pilaneke dirêjxayan bê guhastin, pêşeroja Kurdan wek netewe namîne. Baweriya Dr. Cebar Qadir ev e: “Bila Tirkman deh salan jî li Kerkûkê bijîn – ne sêsed yan çarsed salan – dîsan jî mafên wan ji bo perwerdeya ziman û parastina çanda xwe heye, lê bi mercekî: Di naveroka Kurdistanê de. Kurd milletekî vekirî ye û rêza daxwazên kêmneteweyan digire. Mixabin, problema mezin Dewleta Tirk e, ya li bin perdeyên parastina stabîlîteta Rojhilata Navîn dixwaze Kerkûkê têke bin destê xwe. Gava bêdadiya Tirkan bi ser ket, wê %10 Tirkman mafên %70 Kurdên Kerkûkê pêpes bikin û heta ziman û çanda me jî tune bikin. “Tirkman herdem dibêjin: li Kerkûkê Tirk ji Kurdan pêtir bûn, paşê Kurd ji gundan kişiyan û bajêr kirine bin destên xwe. Ez jî pirseke weha didime wan: Gelo ew Kurd ji kîjan gundan hatibûn? Ma ew ji ezmanan yan ji biyabanên dûr hatibûn? Na, ew Kurdên gundên der-dora Kerkûkê bûn, çûnke gundiyên herêma Şehrezûrê Kurd bûn. Tirkman li bajarê Kerkûkê cih-war bûbûn, çûnke hinde ji wan bi yekîniyên leşkerî re hatibûn, yên din jî wek karmendên Osmanî di îdareta sencaqa Kerkûkê de cihê xwe girtibûn”. Lêbelê, metirsiya me hem dagîrkirina Tirkan e, hem jî rejîma Bees e: ew herdu sînorên Kurdistanê teng dikin. Ji ber ku birêvebirên Bexdayê siyaseta Înglîzan didomînin, her hukumeteke nû wê hewl bide, ku hejmara Kurdan li Kerkûkê kêm bike.

Yek ji guhdaran got: çima em serê xwe dixapînin û wisa dipeyvin, her wekî Tirk û Tirkman ji hevdu cuda ne. Nexêr, armanca Tirkmanan û xeyala Tirkan yek e: Kurdqiraniyekê pêk bînin, Kerkûkê ji me bistînin û çawa li Bakur, wisa jî li Başûr pişta Kurdan bişkênin. Mêvanekî Ereb, ji Partiya Komûnîstan, destnîşan kir, ku bi rastî jî rejîma Bexdayê siyaseta Înglîzan dixebitîne: Siyaseta Înglîzan hem wek celladek ser serê gelê Kurd sekiniye, hem jî hûrkirina hemû civakên Rojhialta Navîn û avakirina civakên destçêkirî amade dike. Bi vî awahî tevaya Rojhilatê li bin bandora wan wê bimîne û dutîretiya Kurdan û Ereban bi dawî nabe.

Peyama Huseyn Resûl Sergeranî, yê bi çek karên PDK dikir û niha li Berlînê kovareke Partiya Sosyalîstî Demokrat diweşîne, bi gêjkirina mejiyên zarok û minalên Kerkûkiyan ve girêdayî bû. Huseyn Resûl bi xwe li ser sînora Kerkûkê, li Sergeranê hatiye dunyayê, û bêguman rewşa herêma xwe rind dizane. Ewî basa zexta dijî şagirt û xwendevanên Kurd kir û yeko-yeko mînakên berbiçav anî zimên. Ew li ser belabûna îdeolojiya genî ya Kemalîstan li nav hinde Tirkmanan rawestiya û got: Mamosteyên Tirkman li Kerkûkê bi lêdan û zordariyê zarokên Kurdan fêrî sirûda Dewleta Tirkiyê dikirin. Piştre, hukumeta Îraqê navên dibistanan guhart û navên erebî-beesî li wan kir. Bi gotina Huseyn Resûl, Kurdên Kerkûkê hem ji zexta Kemalîstan, hem jî ji bêdadiya Ereban cefê dikişînin.

Romannivîs û  wêneçêkê temendirêj Abdullah Serrac cara yekem di jiyana xwe de ne li ser edebiyat û hunerê axivî, lê dîroka siyaseta dijmin li himber Kurdên bajarê wî – Kerkûkê – şirove kir. Bi texmîna Abdullah Serrac: “Tirsa min heye, ku îro em nikarin dawa hemû herêmên Başûr bikin, yên Mustefa Barzaniyê rehmetî ji bona xweseriya (autonomiya) Kurdistanê dixwast. Gelek herêm êdî bi seranser hatine erebkirin, herêmên din jî îro ji destên Kurdan derdikevin”. Di wextê gengeşeyan de, Muhammad Salih Amêdî bala herkesî kişande alavên dadwerî. Ligor nêrîna wî, zemanê me pir kêm e, ku em tenê bi dîroka buhurî ve mijûl bibin. Em Kurd gerek e, pilaneke hişk û realîst bidin ber xwe û bi piştgiriya biryardarên Rojavayê mafên penaberên Kurd ji Kerkûkê û mafên vegerandina wan bikine rojevê.

Dr.  Nûrî Talebanî, yê li Rojavayê wek “parêzerê Kurd û Kurdistanê” tê nasîn, di peyama xwe de destpêka paksaziya nejadî li Kerkûkê nîgar kir û got: Piştî sala 1963an nasyonalîstên Ereban bi tengavî têgehîştin, ku li Kerkûkê, li vê navenda petrolê, Ereb gelek kem bûn. Erebandina vê herêma dîrokî, ya bi Zagrosê ve girêdayî ye, gelek merhelan derbas bûbû: qelpkirina (manîpûlasyona) dîrok û statîstîkayê, anîna kolonîstên Ereb û gorên miriyên wan ji Îraqa Başûr. Herweha, Dr. Nûrî Talebanî bi firehî li ser opozîsyona Îraqê ya parvekirî û statûya Kerkûkê peyvî. Ewî got, ku eger em koka wan vekolînin û desthilatxwaziya wan di ber çavan re derbas bikin, emê bibînin, ku şeş hêzên dijî Seddam ava bûne:

1) Nasyonalîstên Ereb, yên dijî hukumeta niha ne, lê raman û bêferiya Beesiyan dipejirînin. Ne dûr e, ku ew kêfxweş dibin, ku demografiya Kerkûkê tê guhastin;

2) Hêzên Tirkmanan, di nav kîjanan de sê komên curbicur hene: a) xizmetkarên Komara Tirkiyayê, yên Mûsil û Kerkûk wek bajarên Tirkan mêze dikin û heta ji Asûriyan jî dibêjin “Hûn Tirk in”; b) Tirkmanên Îslamîst, yên xwe wek Îraqî dibînin û Kerkûk çawa bajarekî hevbeş yê Misilmanên Tirkman û Kurd destnîşan dikin; c) çendik-çend grûpên xêrxwaz, yên nas dikin, ku Kurdistan welatek e, lê statûyeke taybetî ji bona Kerkûkê dixwazin;

3) Şiîyên Îslamîst, yên tevaya Îraqê wek welatekî Mislimanên pirnejad temaşe dikin. Ew hebûna Kurdistanê red nakin, lê sînorên Kurdistanê ji bona wan ne girîng in: Serî ew e, ku Îraq ji keda Misilmantiyê pêşda biçe;

4) Hêzên Aşûrî-Kildaniyan, di nav kîjanan de du îdeolojî çê bûne. Hindek ji wan, dostên Beesiyan û Sunniyan, erebandina Kerkûkê normal dibinin, lê gava em basa Kurdistanê dikin, yekcar bêzar dibin. Li himber wan, Aşûrî-Kildaniyên Kurdistanê, yên di naveroka Parlamana Kurdistana Başûr de mafên xwe diparêzin, pêşeroja Kerkûkê mîna me mêze dikin;

5) Komên Lîberal, yên bi xwe parçekirî ne: Gelek ji wana (ne hemû) ji prensîpa Federasyona Îraq-Kurdistanê re vekirî ne û bi dilronî Kerkûkê wek navendeke Kurdistanê binav dikin;

6) Fermandarên reviyayî, çekdar û berdevikên artêşa Îraqê: Ew xwe bêdeng dikin, lê xuya ye, ku erebandina Kerkûkê bi dilê wan e.

Di dawiyê de Dr. Nûrî Talebanî got: “Çareserî tenê ev e, ku rêxistinên Kurdan bi hev re stratejiya neteweyî bimeşînin. Roja Kurd bûne yek, herkes wê rêza me bigire û amade be, di mesela Kerkûkê de peymanek digel me biqedîne”.

Bi dû Dr. Nûrî Talebanî re, Hemeceza Salih peyama xwe pêşkêşî guhdaran kir. Hemeceza Salih bi riya xebitandina wêne û materiyalên berbiçav pirsên endazyarî, stratejî û aborî şirove kirin. Bingeha axavtina wî hem serboriya wî ya şexsî, hem jî daxuyaniyên bi înglîzî bûn. Hemeceza Salih basa hewlekariya xurekê (Food Security), hewlekariya avê (Water Security), girîngiya tûrîzmê û pêdviya siparaniya eskerî (Defense Strategy) kir. Ligor wî, li Îraqê 419 cihên niftê hene û %50 li Kerkûkê ne. Herweha, Hemeceza Salih bala hêzên Kurdistanê bi giştî û civaka Êzdiyan bi taybetî kişande vê xalê, ku gelek cihên niftê, yên nexebitandî, li herêma Şengalê hene. Em hêvîdar in, ku partiyên Kurdan û komên Êzdiyan dev ji çavtengiya dînî berdin û berjewendiya pirsgirêka Şengalê mîna berjewendiya Kerkûkê bikin rojeva siyaseta navneteweyî.

Sêmînardarê paşin, Ceza Çengiyanî mijara “Rolî Sermayeyî Kurd (Petrol) le têrorî rejîmekanî Îraq da” bi heralî vekir. Ligor analîza wî ya balkêş: 1) Nifta Kurdistanê bûbû yek ji dijwartirîn sedemên destpêka Şerê Cîhanê Yekem; 2) Nift bûbû bingeha avakirina Dewleta Îraqê ji aliyê Brîtaniya Mezin ve; 3) Di bûyerên revandina Abdullah Ocalan de pirsa bixudankirina nifta Azerbeycanê risteke neyênî lîstbû. Herweha Ceza Çengiyanî diyar kir, ku ew ne digel wan Kurdperweran e, yên dibêjin: Hûn tenê ji bona xatirê niftê basa Kerkûkê dikin. Bersiva Ceza Çengiyanî ji wan kesan re ev e: “Rêza mirovan ji samanên sirûştî tê. Mirov pêwîst e, xwarina çak bixwe, cilên rind û pak li xwe ke, ava şîrin vexwe û di jiyana modern de bi huner û teknolojiyê ve mijûl bibe. Ji ber vê yekê, bila Kurd jî şerm nekin û bibêjin: Mafê me dîrokî heye, ku em bibine xwediyên dewlemendiya xwe ya binerd. Bila rêza her jin û mêrekî Kurd ji rêza Tirk, Ereb û Ewropiyan kêmtir nebe”.

 

  Dengê Kurdistan © 2003