PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Kurdên rojavayê Kurdistanê, wefakar û mêrxas e! 

Ehmed Cengîz Çamlibel

Ez yek ji wan hezaran nanxwarên we me, wek kurdek sade ez bi dil can bi we ra me. We ku her tim wek xalîçeyên heftreng xwe raxistibûn ber kurdan, win ku bi çengek însan va bi salan xizmet  kurd û Kurdistanê kir îro jî xwedi li deskeftîyên Kurdistana başûr dikin. We bi xîretbûn û fedakarbûna xwe carek din jî nîşan da.  Ez jî wek kurdekî xwedîşeref bi ragihindina  partîyên we, ya raya giştî ra me.

Kê ku dibêje Kurd hin jî razane, hin jî dixwazin li bin pîyan bimînin, bila bibînin, yên ku şimîka Baasîyan li Şamê radimûsan bila bikevine bin erdê xwe veşêrin. kurdên dilsoz û rast bila dakevine meydanan, li ber derî, odê bûroyên dewletan da veneqetin. Bila dinyayê rakine ser pîyan. Bibin yekdeng, yekqelem. Roj roja xîret û namûsê ye, roj roja xwedî derketina deskeftîyên Kurdistana başûr û piştgirîya kurdên rojavayê e.  Roj, roja gilî gazinên kevn nîne. Divê em ber bi hev gavan bavêjin. Divê em bibin dilek, ruhek, canek, bibin kurdek rasteqîn.

De rabin kurdino!

Çerxa felekê her tim bo me çewt nazvire, bes divê em xwe hazir û amede bikin. Gor min bi van raperînên demoqratîk û reva va emê hin hindik zirar bibînin. Qasê şerêçekdarî nebe jî emê  şehîd bidin. Lê belê dikarin piştgirî û alîkarîya mezin ya navnetewî bestînin. Hin Sixûr û xernexwazên kurdan jî wê bixwazin rîya çewt û şaş nîşanê me bikin, wê pravakator bixwazin avê berdine ser cewê neyaran. Divê kurdên rojava, hay ji xwe hebe. Bira û xwîşkên din jî bi hemû hêzên xwe va li meydanê bin, wana tenê nehêlin. De rabin Kurdino!

Di bûyera Sînema Amûde da me wana tenê hîşt, dijmin jî dengê wana fetisandin, lê îro dewran dewrana berê nîne, qetilkarî xwînmêjîya xwe usa hêsan nikarin veşêrin. Dewr dewra înternetê ye, dezgehên ragihandinê pêşta çûne û em zû dibhîsin û dibînin, her usa ruhîyeta netewe bûyînê jî di nav me da kamil bûye.

De rabin kurdino roj roja xebatê  ye!

Lê divê hin tiştan jî ez bêjim, bila di dilê min da wek kulek nemîne. Pêwist e hun ji bîrnekin ku duhê bi hezaran xort keçên we bi dek û fêlan qaşo bo kurd û Kurdistanê şandine ber emrê Kemalîstan, ji alîyê din eynî wextî da meth û sena Baasîyan dikirin. We wek muhacir dihesibandin li ser axê bav û kalan. Ew bê bavana, ew qelemê ber bayê Kemalîst û Baasîyan  ji we pir deng nedikir. Îro konê xwe birine ber baxça Tirkan vegirtine û bê fedî, hinek behsa we dikin, behsa dîktatorîya Baasîyan dikin. Nahêlin birayê we yên bakurê Kurdistanê rabin ser pîyan, him xwe rizgar bikin, him jî alîkarîya we bikin. Şiyar be Kurdistana bakur! Morîya xewe ji guhê xwe derxîne, dakeve kolan û meydanan. 

Bangek min ji dezgehên ragîhandinên kurdan ra heye. Rewş û dan û standin çiqas nazik be jî, dikarin wek deng û behs, nota rojnemevanek van qetliaman bigîhine raya giştî. Pewist nîne bibine teref, lê wek radyo û televîzyonên alemê dikarin behsa bûyerek, qewimandinek da agahdarî bidin. Çawa ku ewana jxwe ji geleê kurd û destkeftîyên kurdan bi giştî canê xwe feda dikin, xwe davejine ser sêla sor, lazim e ku dezgehên ragihandinên kurdan jî, xwedî li birayên xwe li yên kurd li rojavaya kurdistanê derkevin û kirinên Baasîyan bighînine raya giştî. Bi wî karî va em dikarin him deskeftîyên xwe biparêzin him jî piştgirîya birayên xwe yên rojava bikin.

Carek din jî dîyar dibe ku di warê ragîhandinê da kêmasîyên me gelek in. Pêvîstîya kurdan bi dezgehek ragîhandinê ya netewî heye!

Ey Kurdên ku ji vê rewşê nerehet in, ey kurdên ku Kurdistanê welatê xwe dihesibînin, ey Kurdên ku xên jî xwe firoşan , ey kurdên ku dilê wan her tim ji bo niştiman dişewite, rabin, destên xwe bidine hev, ji bo girtîyên Kurdistana rojava, ji bo qetliama Qamişlo, Amudê, ji bo parastina deskeftîyên Kurdistana başûr, ji bo pêşî lêgirtina xwefiroşên Kurdistana bakur, bibin bira bibin xwişk, bibin şêrê hemçax.
De rabin kurdino roj roja xebatê  ye!

 

  Dengê Kurdistan © 2004