psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 

Encumena Siyasî ya Kurdî li Suriya serdana PSK kir

Îro Komîteya Herêma Kurdistanê ya Encumena Siyasî ya Kurdî li Suriya ku ji 9 partiyên siyasî yên Kurd pêktê, serdana nivîsîngeha Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK kir.

Dengê Azad/Hewlêr

Îro Komîteya Herêma Kurdistanê ya Encumena Siyasî ya Kurdî li Suriya ku ji Dr. Mehmûd Erebo, Nûrî Birîmo û Behçet Beşîr pêkhatibûn, serdana nivîsîngeha Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK kirin û ji aliyê Sekreterê Giştî yê PSK Mesûd Tek ve hatin pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de Komîteya Herêma Kurdistanê ya Encumena Siyasî ya Kurdî li Suriya behsa armanca damezrandina encumenê kirin û diyar kirin ku daxwaza Encumena Siyasî ya Kurdî li Suriya ew e ku mafê Kurdan bêne naskirin, zimanê Kurdî di her asta hikûmî de bête bikaranîn û Kurdên Suriyê li gor hecmên xwe di nav desthilata Suriyê de cih bigrin.

Herweha hate diyar kirin ku yek ji erkê wan ew e ku pêwendiyên xwe bi partiyên siyasî yên parçeyên din ve xurt bikin.

Di hevdîtinê de Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK Mesûd Tek jî kêfxweşiya xwe bi vê serdanê anî ziman û aşkere kir ku yekîtî û nêzîkbûna partiyên siyasî yên Kurdî dilê hemû Kurdan xweş dike û bawer kir ku ev gav bibe sengerek û qonaxên pêştir.

Mesûd Tek herweha behsa xwepêşandanên li Bakurê Kurdistanê jî kir û diyar kir ku ew xwepêşandan mafêkî rewa yên gel Kurd e û ew jî piştgiriya bêîtiatiya sivîl dikin ku mercê ku ji tund û tijiyê dûr be.

Di hevdîtinê de herweha gotûbêj li ser xwepêşandanên Suriyê jî hate kirin. Komîteya Herêma Kurdistanê ya Encumena Siyasî ya Kurdî li Suriya aşkere kirin ku ew niha tenê çaverê dikin û ew amadene ku piştgiriya xwe li van xwepêşandanan bikin.

Hevdîtinê ku qasî seetek domkir, herdu alî jî xwestin ku hevdîtinên bi vî rengî di navbera wan de berdewam be.

 
   
Dengê Kurdistan © 2011