PSK PSK Bulten KOMKAR Roja Nû Weþan / Yayýn Link Arþiv
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Pirs û Bersîv
Soru / Cevap
Webmaster
1
 
 
 

Ji bîr û rayê giştî ra

Êriş li ser Newrozan

Çend komele û partiyên Kurd (Hoybun, Komkar, Hevbendi û PYK-S) bı hevra, di 15 Adarê li Berlînê Newroz pîroz kirin. Şev di saeta xwe da dest pê kir, salon bı jin-zarok, kal-pîr, insanan ra tijî bû. Beşdarên newrozê bi coşeke mezin şahîya xwe pîroz dikir.

Dema Şivan Perwer li sehnê bû, qasî 25-30 kes, bi ço û zincîran êrîş anîn ser şevê, Şivan Perwer bû hedefên wan. Êrişkeran slogana “bijî serok Apo!” avêtin û xwestin şahiyê belav bikin. Zarokên Kurd, yên ku li ser sahnê, di pişt Şivan da rûniştîbûn, her weha yên li salonê, ji vê êrişê pir tirsîyan û qîrîyan. Lê parêzegerên şevê û temaşevan bi dengekî bilind û bi şîara “Bijî Kurdistan!“ avêtın û êrîşkeran derxistin der.

Piştî êrîşê, Şivan Perwer careke din hat li ser sahnê, axaftinek kir û bi temaşevanan ra strana Herne Pêş gotin û bi hevra slogana Bijî Kurdîstan avêtin. Şev wek programa xwe berdewam kir û bi serfirazî li dawî hat.

Her usa rojek paşê jî, di 16.3.2003 an li bajarê Parîsê êrîşek wek Berlinê çêbû.  Êrişkeran li vir jî negihiştin armancên xwe.

Xuya ye ev êrişana ne karê hin kesên beredayî û lumpenan in. Bi plan û dezge çêdibin.

Gor bir û baweriya me destûra PKK-KADEK´ê nebe ev kesana nikarin tiştekî usa bikin.

Gelo sedema êrişkirina Newrozê çi ye? Kurdên welatparêz yên hemû perçên Kurdistanê, bi hevra, li derveyi welat Newroza xwe bi awayeki aşitixwaz pîroz dikin. Pirozkirina cejna Newrozê, çi zirar dide van kesên êrişkar?

Dewleta Tirk hazirî dike ku êrîş bibe li ser Kurdistana Başûr. Di demeke han da ev kiryarên hanê dikeve bin xizmeta dewleta Tirk. Dijminên me dixwazin dubendî bikine nav Kurdan û Kurdan bi destê Kurdan bidin kuştin. Bi vî awayi Kurd şerê hev bikin, ew jî plana xwe yê dagirkirinê bi asanî pêk bîne. Divê kesên ku di vê demê da êrîşan bîne, bi zanî an jî bi nezanî, xizmeta dewleta Tirk dikin.

Em rêxistin û partîyên Kurdistanî bangê wan dikin û dibêjin: Ger hun bi nezanî van êrîşan dikin, li xwe hişyar bin. Nebin halet û destikên dijmin. Newroz cejna hemû Kurdan e. Her weha bangê berpirsîyarên PKK-KADEK dikin û dibêjin: Ger hûn bi rastî ne li pişt van êrîşan in, hingê helwesta xwe dîyar bikin. Ji bîr û rayê giştî ra bêjin ku ew êrîşana şaş in, ji dijmin ra xizmetê dikin. Ew kesana provokator in, dixwazin Kurdan berdin hevdu. Ger hun wan tiştan nekin, berpirsîyar hûn in; destê netewa Kurd dê li pêsira we be!

Welatparêzên Kurdistan,

Em partî û rêxistinên Kurdistan van êrişan lanet û şermezar dikin. Netewa Kurd û tevgera wî ji van êrîşan zirarek mezin dibînin. Divê kes rê nede van kiryarên terorîstî.

Ji her rojê pirtir îro pêwistîya Kurdan bi yekitiyê heye. Yekitîya me, azadîya netewa me nêziktir dike.

- Lanet li êrişkeran

- Biji Kurd û Kurdistan

18.03.2003*

KOMİTA HEVKARİ Ya PARTİYÊN KURDİSTANA BAŞUR Li Berlin * HOYBUN * KOMKAR * HEVBENDİ * PYK-S

  Dengê Kurdistan © 2003