psk@kurdistan.nu
PSK PSK Bulten Komkar Komjin Roja Nû Weþan / Yayýn Arþiv Link Webmaster
Dengê Kurdistan
 PSK
PSK Bulten
 KOMKAR
Komjin
 Roja Nû
 Weþan/Yayýn
 Arþiv
 Link
Webmaster
 
Mamosta û niviskar
Rizalîyê Reşîd
(1929-1998)

Eskerê BOYÎK

Bîranîn… Meriv çiqas emirda mezin dibe, bîranîn jî zêde û mezin dibin. Carna ez xwe ji bîranîna xilaz nakim. Heval-hogir, evdên ku bi salan em di jîyanê da bi hevra rê çûne dikevne bîra min. Wek kûrma agir bûyarên qenc û xirab hişyar dibin, min dikin nava xwe û berbi rojên bûhûrî dibin.

Rojên çûyî şûnda nayên, bûyarê derbasbûyî, nikarî vegerînî, nikarî hinek tiştan raskî, hinek tiştên nîvcî mayî tamkî, ji hinek xeletyên kirî xwe xilazkî …

 

Rizalîyê Reşîd bîranîna min da tim wek evdekî pirr rem, milahîm, xeribdost û hevalhiz dimîne. Ew bi rastî jî mamoste bû, dersdarekî esil bi berbirbûn, xeyset, zanebûn, rabûn-rûniştandin, xwe va. Teyê bigota ew ji bo mamistatîyê hatibû dinê.

Temamîya jîyana xwe ya xebatê û efrandarîyê gundê xwe da derbas kir, bêtirî pêncî salî  dersdar û rêvabirê dibistana gundê xwe xebitî. Gundya, yê emrê wî da jî jêra digotin dersdar.

Evdekî civakî bû. Şîn û şayê gund û êlê da timê nava civakê da hazir, alîkar û rêzan bû.

Navê gundê wan Kurekend bû. Paşê bi hewildana wî û hinek welatperwerê meye din bi biryara dewletê navê gund guherîn, kirin Fêrîk. (Navê şorisger- nivîskarê kurdî hêja, ku salên şorişa oktyabirê û şerê bajarvanîyê li Sîbîra Rûssyayê kerekî pirr mezin kir û şihîd ket).

Ezbawar nakin ku li nava rewşenbîrê meye kurd yên Ermenistanêye û ne ku tenê li nav wan, le di nava naskiryê wî da, yek hebûya ku derheqa Rizalî da hevkî sar bifikirya.

Ez û Tosin ê birayê wî heval bûn. Navbera malbeta me û birayê wî Rostem jî xweş bû.

Rêya min time mala wan e şên û xweş diket. Maleke kurdaye mêvanhiz, bi rabûn-rûniştandin, bîr û bawarîyê miletîyê ye qedîm…

Bûyarek heye qet ji bîra min naçe û dema dikeve bîra min, keserele kûr jî ese pey ra tê.

Min derheqa gundên Kurdan yên Ermenistanê da dinivîsîn û rojnema RÎYA TEZE da  diweşand. Sala 1990 bû yan 1991 ê, pak nayê bîra min, ez çûme gundê Kûrekende (Fêrîk). Sibê zû gîhîştime gund, rast çûme mala Rizalî. Me teştîya xwe xwer û em herd derketin nava gund. Me pîremêr dîtin derheqa dîroka gond, dîroka pêşya da ji wan pirsî, çûne klûbê, dibistana ku wî berpirsyarî dikir, çûne bal sedrê kolxozê, em li nav xebatçîya li bax û bostana geryan…

Berêvarê, ji kewşen em vegeryan nava gund. Li  nav gund bûsa Fêrîk-Êçmîadzînê sekinî bû.

-De başe, me karê xwe xilaz kir, bûsa min jî sekinîye…

-Ça, tu dixwezî vegerî?- Rizalî ecêbmayî li min nihêrî,- malê hazirî dîtine, nefer, lawik, hîvîya mene… Îşev emê ji xwe ra mijûl bin. Gilî-gotin…

Xeysetê xirab, min da zora xwe, menîyê ne cî anî, dewyê min ew hemêz kir û hilkişyame bûsê…

Rizalî nizanbû çi bigota.

 -Careke din, ez û Tosinê tev bên, emê dirêj bimînin…

Carke din êdî çê nebû.

Her car, dema ew roj dikeve bîra min, pirsekê didime xwe.

-Çima, çima nesekinîyî? Çima te dilê wî cwamêrê xêrxwez şkênand?

***

Rizalîyê Reşîd sala 1929 a, 16 dêkabirê li bajarê Tilbîsê, komara Gurcistanê hatye dinê. Malbeta wan kurdên êzdî ne, ji eşîra Şerqîya. Sala 1918 a ji ber êrîşa leşkerê Tirkan, cî û warê xwe (Herema Qersê, gundê Sûsizê) dihêlin direvine  Ermenistana îroyîn. Berê bal qewmê xwe gundê Korbilaxê nehiya Axbaranê da cî dibin, paşê diçine gundê Çobanmaza wê nehyê. Eskerên tirkan û alayên Hemîdiyan tên digihîjine wura jî. Êrîşkarê Osmanî kalkê helbestvan tevî hinek zilamên kurdên êzdî yên wê heremê digrin divine gundê cînar yê ermenya: Tanegermesê (niha Hîgavan). Wana jî bi gelek ermenya ra dikine hundur gomekê, agir berî gomê didin û dişewitînin. Giranya xweyîkirina malbetê dikeve li ser milê bavê wî: Reşidê gênc. Halê xelkê wê heremê, xazma yên mihaciran pirr xirab dibe. Bi zehmetî diçin digihîjine bajarê Tilbîsê.

Bavê wî Reşîdê Osman zane û jêhatî bûye. Bajêr da paletîyê dike, rewşenbîrên kurd yên wî bajarî ra dibe nas, xwe bi xwe hînî xwendin û nivîsarê dike. Emekê remetyê Reşîd ne ku tenê di xwendin, pêşdaçûyîna lawên* wî da mezin bû, lê usa jî ji bo lawê pismamê wî Qanatê Kurdo pirr e. Wan salê giran Qanat jî dê-bavê xwe unda dike sêwî dimîne. Reşîd Qanat  jî xweyî derdikeve. Ew Qanat xweyî dike. Saya wî bû, ku Qanatê biçûk, di jîyanê da rîya xwe dît û gelê xwe ra bû ronakbîr û zaniyarekî mezin.

Bere-bere halê malbeta Reşid xweş dibe. Dizewice. Zarok dibin. Lê berê wî tim berbi  Ermenistanê  civaka qewm-pismama bûye.

Nivîskar bîranînên xwe da dinivîse: „Sala 1936 a bavê min ez, birê minî ji min biçûktir: Rostem û dîya min va anîne Ermenistanê, li gundê Fêrîk (wê demê Kûrekend) nehiya Êçmîadzînê cem apê min Ahmê û pîrka min- Xezala Ûso hîştin û dîsa vegeriya Tilbîsê li ser karê xwe“.

Wê demê di gundên kurdan dibisan vekiribûn, perwerde, xwendin bi temamî bi zimanê dê dihat pêkanîn. Kûrekend jî gundekî  kurdên êzdî bû. Du sala mekteba gund ya kurdî da dixûne. Ji peyra dibistanên kurdî tên dadan, dewsê xwendin dibe bi zimanê ermenî.   Heta dersxana VII li dibistana gundê xwe û gundê ermenya yê cînar Haytaxê dixûne. Paşê sala 1946 a xwendinxana bajarê Êçmîadzînê ya dersdarhazirkirnê da xwendina xwe berdewan  dike.

Ji pey dewî anîna xwendexanê ra, sala 1951 ê înstîtûta bajarê Yêrêvanê ya pêdagogîyê ( dersdarhazirkirnê ) da tê qebûlbûn û sala 1956 a fakûltêta wêye dîrokê xilaz dike, dibe dersdarê dîrokê.

Ji pey xwendinê ra temamiya jîyana xwe dibistana gundê xwe va girê dide. Sala 1956 a da wak dersdarê zimanê kurdî dixebite, lê 1962 da rêvabiriyê dibistana gundê xwe dike. Devedevî nîv sedsalê jîyana xwe da perwerdekirina zarokê gundê xwe. Gelek şagirtên wî, bûne merivên eyan.

Sala 1998 a Rizalîyê Reşîd çû ser dilovaniya xwe.

***

Rizalîyê Reşîd dinivîse: „ Sala 1958 a, meha Adarê birayê minî biçûk Tosinê Reşîd*  helbestek nivîsîbû u anî da min go: bixûne. Nayê fikira min çi helbest bû, min xwend û gotê: „Wekî ez bixwezim, ezê te rindtir binivîsim. Min hema wê êvarê helbestek nivîsî û hingê da dest bi nivîsara helbesta kir“.

„ Gerekê bêjim salê di xwendinxanê da hîn dibûm (1946-1950) min bi zimanê ermenî helbest dinivîsîn. Paşê min terk da û herçê nivîsî bû unda kirin“.

Di wê demê da gotar, helbest û nivîsên wî rûpelên rojnema RIYA TEZE da têne xanê. Pirtûka wî ewlin ya helbesta „Berbi tavê” di sala 1964an li Yêrêvanê hat weşendun. ”. Lê berevoka helbestên wî, ya duda „Xem û xeyal”  ji pey 18 sala ra (1982) hatye weşandin. Ev navbiriya dirêj halê weşendina wejêya kurdên sovêtê ya wê deme tîne ber çavan. Gerekê bi heqî bê gotin, wê demê weşendina berhemên nivîskaran, gelek cara ne bi hêjabûna wan le wa gotî „deshiletdarî“ , „jêhatina“ nivîskaran pêk dihat …Ya rastî ewe, ku wê demê pirtûka nû weşandin merivekî wek Rizalî yî rûnerm ra gelekî dijwer  bû. Ew di nivîsara „Serhatya min“ da wê derheqê wa dinivîse: „...weşandina pirtûka  gelekî derengî dikeve û ew yek şeka merîyaye nivîsarê dişkêne. Rûyê wê yekê da min gelek sala nivîsandin hîştibû.“ Pirtûka sisya: „Heyr û guman” ji pey gelek eglekirina ra sana 1989 an berevoka  Efrandinên nivîskarên kurdên Sovêtê BAHAR-8 da  wek pirtûk hate weşandin.

Qelema Rizalîyê Reşîd di warê nivîsara vekirî : xazma kurteçîrokê da jî serketî bû. Hewaskarin bîranînên wîye derheqa Qanatê Kurdo da. Pirtûka hinek kurteçîrok û bîranînên wî sala 2008 a li bajarê Bêrlînê di nava weşenên komela Xoybûn derket. 

Xêncî van hesavekî mezin helbest û kurteçîrokên wî rojnema RIYA TEZE, hejmarên berevokên Efrandinein nivîskarên kurden Sovêtê BAHAR, kovar û rojnemeyên kurda da li Ewropayê u welêt çap bûne. Helbestvan mîrateke efrandariyêye neçapkirîye mezin li pey xwe hîştye. Em bi hêvî ne ku  rojekê berhemên Rizalîyê Reşîd bi giştî bibin malê xwendevanên kurd.

Ev helbesta Rzalîyê Reşîd tê bêjî ji dilê min derketîyê, bixûnin wê we jî xweş bê.  

Hezar, hezar sal û zeman
Hat dabirîn, çîyayên me man.
Hezar, hezar av û tofan
Kişîyan û çûn, kanîyên me man.

Hezar, hezar qebîl û ber
Ser axa me saz kirin şer,
Weke berfa sîngê Sîpan
Helîyan, dîsa çîyayên me man.

Hezar, hezar car par kirin,
Hezar, hezar nav lê kirin,
Tofanê şûşt, ew tev birin,
Dîsa navên qedîm ser man.

Hezar, hezar sedsal herin,
Merd û nemerd ser bigerin,
Te bernadin em ji destan,
Welatê me, xweş Kurdistan .

________________________________________

* Malbeta Reşîdê Osmên di nav Kurdên Sovêtê da wek malbeteke eyan û rewşenbîr dihate zanin. Reşid vedigere Ermenistanê, gundê Kûrekendê u salê dirêj sedirtiyê kolxoza cî dike. Xêncî Rizalî  birayê pey wî ra: Rostem hesabdar bû. Birayê bîçûk Tosinê Reşîd e, nivîskarekî Kurdî eyan e .  

 
 

 

 
   
Dengê Kurdistan © 2010